FELSEFEYA ÊZDAYETÎ Û FERMAN
Êzdî û ferman; du peyvên ku ji dîrokê ve, pêkve tên ser ziman. Dema FERMAN tê gotin Êzdî tên bîra mirovahiyê. Dema ÊZDÎ tê gotin, ferman tên nivîsîn li rûpelên dîroka nehatî nivîsandin. Heman dîrok tu caran nenivîsandiye, nedîtiye û nebihîstiye ku Êzdiyan avêtine ser tu miletekê, baweriyekê, mezhebekê. Dest neavêtine keda tu kesî, talana cîranên xwe ranekirine, jinên wan nerevandine, baweriya kesî qedexe nekirine. Heqaret li ol, bawerî, çand û adetên cîranên xwe nekirine.
Ji baweriya xwe, ji xêr û xêratên xwe bêtir tiştekî din nîne li ser sifra Êzdiyan ku were xwarin, dizîn, revandin, talankirin, koçberkirin û kuştin. Her tim xêr gotine, xêr dane, xêr xwestine.
Her roj du caran destê xwe vedikin û li ber Roja pîroz destpêkê ji 72 miletan û dûre ji xwe re xêrê, aştî û silametiyê dixwazin. Ev helwestek e; li beramber hemû zindiyan û mirovahiyê. Ev felsefeyek e li beramber nirxên mirovahiyê, çand û exlaqê bi hezarê salan hatî avakirin, komkirin. Ji xwedayên xwe dixwazin ku her kesî biparêze. Wisa bawer dikin ku xêr bixwazin wê rêya xêrê vebibe ber bi alemê ve.
Dema ‘Êzdayetî koka mirovahiyê ye’ tê gotin heqîqet tam jî ev e. Mirovahî bi nirxên erênî, bi exlaqê qenc, bi pîrozkirin, parvekirin, diyarî, bi aştî û edalet, bi baweriya ji mirov, bi cejn, xêr û xêratan heta roja me karibûye xwe bigihîne. Di Êzdayetiyê de ev hemû jî heta roja me ya îro hatine parastin û tên berdewamkirin. Êzdî, ev nirxên mirovahiyê rojane di jiyana xwe de temsîl dikin.
Dîroka 5 hezar salên bi aqlê deshiltadar ê mêr hatî nivîsandin tê zanîn. Êrîş tim li ser nirxên mirovahiyê bûne. Êzdî jî ji ber ku her tim di jiyana xwe de temsîla nirxên mirovahiyê kirine ev qas ferman bi serê wan de rakirine. Fermana 3.8.2014 ya bi destê çeteyên dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê hatî kirin, di rastiya xwe de kombûna hemû hêza aqlê mêr ê deshilatdar e. Bi îdeolojiya xwe, bi siyaseta xwe, bi teknîka xwe hemû derfet xistine xizmeta DAÎŞ da ku yek ji kokên mirovahiyê Êzdiyan qir bikin. Lê bi ser neketin. Çima? Ji ber ku kok gelekî xurt e. Ji ber ku gerîlayên HPG’ê bi 12 siwariyan roja yekê bi hawara Êzdiyan ve hatin. Ew fikir û felsefeya Rêber APO ku 12 siwarî û hevalên wan şandin Şengalê xurt e.
Heqîqeteke heye ku Êzdî çiqas werin tunekirin, wê nirxên mirovahiyê ew qas werin tunekirin. Piştî fermana 74’an Êzdî ji bo vê dîroka hatî dubarekirin cardin jiyan nebe, rêxistinên xwe ava kirin. Êdî parastina xwe ji kesî re nahêlin. Xala here girîng jî êdî jin xwe di vê civakê de rêxistin dikin. Cewhera jina Êzdî ku temsîla çanda mirovahiyê ya hezarê salan e, ev 7 sal in bi rêxistinkirin û parastina xwe xurt dibe.
Di salvegereke din a bi êş a Fermana 74’an de em hemû hêzên destê wan di qirkirina Êzdiyan de heyî şermezar û rûreş dikin. Û em dibêjin wê hesab ji hemû qatilan were xwestin. Heqîqeta heyî em ê her gav qîr bikin;
Êzdî bi 74 fermanan tune nebûn, wê tu car jî tune nebin.
Selwa Hecî