DERHEQÊ ME DE

Jiyana civakê li derdora jinê ava dibe. Jin bi hêz be, civak jî bi hêz dibe. Ji ber vê jî her demên ku êrîş birine ser civakê despêkê jin hedef hatine girtin. Di dîrokê de li hember civaka Ezidî 73 fermanên qirkirinê hatin jiyankirin. Herî dawî jî di 3. 8. 2014’an de bi armanca jenosîda civak û jinên Ezidî qirkirineke mezin pêk hat. Li ser navê cîhada Îslamî, bi piştgiriya mêtînger û dagirkerên heremê, ên weke hikûmeta AKP ku Osmaniyên nû ne, bi nasnameya DAİŞ’ê, fermana 73’yan hat jiyankirin. Ev fermana Şingalê bi awayekî vekirî bi fîzîkî tunekirina civaka Êzidî bû. Lê belê ev yek bi  tenê têrê nekiriye, bi hezaran jin dîl hatin girtin. Bi kiryarên derveyî mirovahî, zîncirkirî li kolanan û li bazaran hatin firotin. Xwestin bi zorê ji ola Êzdatiyê dûr bixin. Gelê Mezopotamya yê herî kevnar Êzîdî û baweriya Ezda, di bin xeteriya tunebûnê de hat hiştin. Hewldana tunekirina çandeke wiha kevnar, ku koka çanda Kurdayetiyê ye, tê maneya windakirina çand û exlaqê mirovahiyê.

Jiyana azad, demokratîk û wekhev, ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî wek nan û avê girîng e. Çawa ku qirkirina çanda Êzidî bi qirkirina jinan xwestin pêk bînin, azadiya Êzidiyan jî wê bi pêşengiya jinên azad ên Êzidî pêk were.

Jinên Êzidî li Şingalê, piştî fermana 74’an, a 3 tebaxa 2014’an, bi fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe di hemû qadên jiyanê de rêxistin dikin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di  20.09.2016’an de bi  kongreyekê bi awayekî fermî hat îlan kirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî,  ji bona rizgar kirina keç û jinên ku dîl ketine destê Daiş’ ê têkoşîna rizgariyê dide meşandin.

Li ser bingeha “jina azad civaka azad e” di aliyê  civakî, parastinî, siyasî, aborî û hwd. de TAJÊ rêxistinbûn û têkoşîna xwe berfireh dike.

Li ser nêrîna civaka demokratîk, jîngeh û azadîxwaziya jinê xwe rêxistin dike, bi mebdeya civaka ku xwe bi xwe têra xwe dike rêxistina xwe kûr dike û ji bo vê têkoşînê dimeşîne. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, pergala xwe di aliyê siyasî, aborî, civakî, parastinî û hiqûqî de li hemû qadan li ser komîn, meclîs, akademî, weqif, komele, rêxistinên xwe yê parastinê, koperatîf û hwd. ava dike. Ev sazî bi nêrînên hev temamkirin û hevbeş kar dimeşîne.

TAJÊ li ser pîvana parastina jin û civaka Êzidî  Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) weke hêza xwe ya parastinê qebûl dike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li ser mebdeya yekîtiya jinan rêxistinên jinên Êzidî,  jinên Kurd û yên herêmê re di nava tifaq û danûstandinê de ye. Berxwedana jin û jiyana azad ji bo jinên cîhanê tevahî armanc dike. Bi rêxistinên jinan û rêxistinên civakî yên demokratîk re tifaq kirinê wek mebdeyeke stratejîk digre dest, bi van rêxistinan re sazî û yekîtiyên hevbeş ava dike, piştgiriya hevdu dike.

Perwerde:  Ji bo jiyaneke azad, fikrê azad û vîna azad pêwîst e. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî perwerde karekî sereke û bingehîn digre dest. Perwerdeya jin baweriya xwe, dîroka xwe, civaka xwe û dijminê xwe nas dike û li beramberî wê hêza xwa ava dike û dibe vînek. Divê jin zanibe ku di bingeha her neheqî, zulm û serdestiyê de aqilyeta cinsperest  yê ku bi destê zilam tê meşandin heye.  Ji bo vê yekê divê di her aliyê jiyanê de  li hember serdestiya zilam jin xwedî nêrîn û biryar bin.

Rêxistin: Welat û jiyan bê rêxistin nayê azadkirin. Rêxistinbûn bi taybet ji bo jin gelek girîng e.  Desthilatiya zilam ji bo ku karibe jin bixe bin hukmê xwe, tim jin ji dervî rêxistina civakê hiştiye. Her jinek bi tena xwe di bin zora zilam de hatiye hiştin. Kes bi tena xwe nikare azad bibe. Zilma zilam a herî mezin ew e ku nehiştiye jin bi rêxistin bibe. Rêxistin bûyîn dest dana hevdû, bi tenê nemandin û îradebûyîn esas e. Jinên ku rêxistinkirî bin, li hember desthilatdariya zilam, li hember zilma dewletê, li hember çeteyên wek DAİŞ’ê, li hember zihniyeta faşîzan hevgirtî ne, hemfikir in, hêz in, tevgera zanebûnê ne. Wek jinên Êzidî, ji  her tiştî zêdetir, pêwîstî bi rêxistinê heye. Jinên rêxistinkirî jiyanê xweşik dikin. Welatên ku jin lê rêxistinkirî ne ew jin xweşik in, bedew in, bi pîvan in û di nava civaka xwe de xwedî mînak in. Jinên ku bi çanda xwe ya hezarên salan, li ser xaka xwe zana, bi vîn û rêxistinkirî  dema ku têkoşîn dikin azad dibin, dema ku azad dibin xweşik dibin. Jinên ku xweşik dibin jî têne heskirin. Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî ev mebde ji bo jiyan, civakekî azad û wekhev esas e.

Parastin: jinên rexistinkirî, bi tekoşînê karin bigihêjin hedef û armancên xwe. Têkoşîn di her şert û zirûfî de li hember her cure serdestiyê tê meşandin. Serdestiya fikrî, civakî, siyasî, êrîşên di bin navê zewacê de, lêdan, kuştin, haqaret, destavêtina bedena jinê, li hember vîna jinê bê hurmetî, nezikatiyên ku jine bê qîmet, bê nirx dike û h.w.d. Li hember vana tevahî dibe hêza têkoşînê. Her jin li hember şîdeta di malê de, nav civakê de, li hember êrîşên vîna jinê mafê xwe yî xwe parastinê heye. Çawa ku her zindî di nav xwezayê de hêza wê ya xwe parastinê heye. Ji ber vê jî mafekî xwezayî ye ku jin xwe biparêze. Li hember hişmendiya serdestiya zilam bi fikra azad xwe parastin, li hember bindestî kirina jinê bi rexistinên xwe yên her cure xwe parastinê li hemberî fermanên qirkirinê, kuştinê, helandinê, hêza xwe yî cewherî avakirin esas e. Ji bo welatê xwe, civaka xwe, ola xwe, çanda xwe û hebûna xwe parastin qanûnekî nebe nabe ye.

Têkoşîn: Tevgera Azadiya Jinên Ezidî, li hemberî avahî, zihniyet pêkanînên zilam yên zilimkar û desthilatdar di bingehê xeta azadiya jinê de têkoşîn kirinê esas digire û her wiha li hember êrîşên ji aliyê zilamên serdest, ji nêzîkbûnên cinsiyetperest, li hember êrîşên dewlet, rêxistin û avahiyên serdest berxwe dide. Ji bo vê jî hêza xwe ya parastinê ava dike. Nêzikbûn û êrîşên ji aliyê zilam û civakê ve di nava malbat û kolanan de pêşdikeve, jinê reş dike şîdetê li ser pêk tîne, bê nasname dike, qetil dike, bê raman û vîn dihêle, bi fikrê azad û vîna azad li ber xwe dide û têkoşîn dike. Ji bo ku jin karibin têkoşînê bilind bikin, her wext perwerde kirin, xwe gîhandin û rexistin kirina tevahî jinên Ezidî kar dike. Rêxistinên demokratîk, azad û wekhev ji bona jinan ava dike. di heman demê de pêşengtiyê ji civakê re dike. Li ser vî esasî di aliyê siyasî, civakî, aborî, çandî, dîplomasî, hiqûqî, perwerdeyî, ragihandin, tendirustî û hwd. de rexistinan ava dike. Di nava her xebatên civakê de tevlîbûn û rêxistina wekhev esas digire, ji bo ku baweriya Ezidatî bê parastin û bê pêşxistin, têkoşîn dike, ji bo welatê azad berxwedana mezin dike. Li hember fermana 73 di aliyê fikrî, hiqûqî, siyasî de wek dozdar di meşandina xebatê de pêşengiyê dike.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) bi şêwazê komîn meclîs, xwe rêxistin dike. Li seranserî Şingalê meclîsên xweser ava dike. Her wiha TAJÊ bi şêwazê komîta xwe vesaz dike, weke komîteya PERWERDÊ, PARASTINA CEWHERÎ, DÎPLOMASÎ, RAGIHANDIN Û WEŞANÊ, ABORÎ, ÇAND Û HUNER. Di aliyê civakî de jî Komîteya Tenduristî, Weqif, Komîteya lihevhatina civakê bi rêxistin dike.

Tê gotin ku dîrok her tim ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsandin. Lê heger tu ji xwedawendan pirs bikî ew ê bêjin ku, dîrok di heqîqeta Jina Êzidî ku xwe bi tîrêjên rojê xemilandiye de tê dîtin. Ewê bejin ku berxwedanî, azadî, zindîbûn ji Mîtra heya Xatûna Fexra, ji Zarîfa Osê heya Bêrîvanan li ser axa Mezopotamya, dergûşa mirovahiyê tu car ranewestiyaye. Heya ku dîrok rast bê nivîsandin wê berxwedaniya Jin pêl bi pêl mîna agir bilindtir bibe. Ji ber ku desthilatdarî li ser axa pîroz ranewestiyaye heya ku berxwedanî raweste.

Em jî dixwazin bi rêka vê malperê dilopek jî be, ji behra heqîqetê, berxwedanî û rastiya Jina Êzîdî bidin naskirin.

Back to top button