JIN Û ÇAND Û HUNER
Gava mirov çand û hunerê ji dîrokê de digre dest, dibîne ku bi pêşengtiya jinê, bi destê wê pêş ketiye. Wekî bingeha civakîbûnê heta roja me ya îro herikî ye û hîna jî hebûna xwe didomîne. Ji ber ku xwezaya jin nêzî xwezayê ye, zarokan tîne û xwedî dike, bi xwezayê, hemû zindiyan re hîn tekildar dibe. Lewma her tiştî keşif dike, dixuliqîne, pê re bingeha civakîbûnê pêşdixe. Ev jî dibe çavkaniya mîrasa çand û hunerê ku heta îro mayînde bûye.
Şert û mercên hatina xwezayê di kîjan demsalan de dibe, li gorî wextê wê şoreşa çand û çandinî pêş xistiye. Pêwîstiyên jiyanê yên wekî cil û bergan, kedîkirina ajalan, çandiniya erdan û her wiha risteke cîdî ya diyarker ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê xistiye ava kiriye. Ji ber jin, di her qada jiyanê de bibandor e, bixwe bûye çand û huner. Li hemû şaxên jiyanê gava yekemîn avêtiye û bûye xwedî herikandina pêşketinên mezin.
Berhemên Pêşî bi hunerî Pîroz dikin
Di şoreşa çandî de dema berhemên yekemîn ku bi dest xistiye, bi muzîk, govend, stran û fîgurê cûrbicûr pîroz kiriye û mayînde kiriye. Dîsa hestên xwe yî kêfxweşî û xemginiyê bi hejandina dergûşa zarokan lorandiye, li ser miriyan payîzok gotiye, ew kêlî bûye sedema mayîna heta îro. Herî zêde jî di dema şeran de lehengê ku ji bo gelê xwe berxwedane bi stranan dîroka wan bi wate kirine. Dîsa di heman watê de li kolanê şera ku bêtirs û xof rûyê xwe fedakirine lehengiya wan bi stranan bêmirin kirine. Di vê wateyê de evîn û doza wan bi hestên zelal û sade dawerivandine hemû reyên jiyanê û hebûna wan bi stranan kirine rengê nirxê civakî. Bi hezaran dengbêjên jin ku navê wan nayê zanîn hest û fikrên xwe anîne ziman û kirine çavkaniya hunerê û hîna jî em li dengê şopdarên wan guhdar dikin. Em îro bi rêya van stranan heqîqeta lehengan fêr dibin. Ev jî dihêle ku nifşê niha bi rêya stranên hestên jin û dengê jin tekiliyeke xurt di navbeyna xwe û demên borî de bide avakirin.
Pergala zilamê deshilatdar berhemên jin talan kir
Lê piştî pergala zilamê desthilatdar pêşket; tevahî avakirinên hunerî û çandî ku ji alyê jinan ve hatibû avakirin dest danîne ser, kirine malê xwe. Ji bo jinê hinek vasfên wekî eyb û guneh îcad kirin. Di zanaata hunera bi zor û zilmê desteser kirin û jin ji rastiya wê dûr xistin. An jî ji bo berjewendiyên xwe jinê wekî mal di hunerê de bikaranîn. Hunera ku bi hest û fikrên jinê pê nirxên civak û civakîbûnê dihat hûnandin û jiyana hevbeş pê bi wate dibû berovajî kirin. Di vê wateyê de bi desteserkirina jinê, huner, çand û civakê derbeyeke mezin xwar. Ji ber koletiya jinê bû bingeha koletiya mirov û civakê bixwe. Wexta em vêya di ber çavan re derbas dikin dibînin ku asta pêşketina jinê asta pêşketina huner, çand û civakê diyar dike.
Di civaka Êzdî de Çand û Huner
Bi vê ve girêdayî gava em li civaka xwe yî Êzidî temaşe dikin dibînin ku di warê çand û hunerî de pir dewlemend e. Rexmê 74 ferman derbas kiriye jî, gelê me yî Êzîdî karîbûne bi berxwedaneke mezin parastina çanda xwe bikin. Dîsa di encama 74 fermanan de gelek caran koçber jî bûne lê tu carî dev ji çand û baweriya xwe bernedane. Koçberkirin weke parçeyekî siyaseta qirkirin û hilandina gelan, her ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye pêkanîn jî lê vala hatiye derxistin. Mirov dikare bêje ku ev jî bi xêra jinên Êzidî mimkun bûye. Cejnên ku bawerî û çanda wan temsîl dikin, bi ked û hewldana jinan, di hiş û hafiza mirov de zindî mayînê hiştiye. Ev girêdana jin a bi çand û hunerê ve rave dike.
Yek ji bawerî û çanda herî kevnar jî ku heta îro berdewam kiriye; lixwekirina fîstanê spî ye. Rexmê ku civaka me ya Êzîdî bi sedsalan bi fermanên fîzîkî û çandî re rû bi rû maye jî, karîbûye hebûna xwe heta sedsala 21’mîn jî bi ked û hewldana jinê, rastiya xwe yî civakî di warî bawerî, çandî û hunerî de biparêze. Ev dîrokeke xwedan berxwedan e û hêjayî bibîranînê ye. Ji ber dîrok hafiza mirov e, bîreke bingeha pêşerojê îfade dike.
Lewma dema fermana 74 an çêbû, bi taybetî jin hedef hatin girtin. Xwestin di şexsê jinên Êzîdî de bawerî, çand û hunera Êzîdî tune bikin û ji holê rakin. Civakeke xwedî vê dewlemendî û hebûna hunerê niha bi xeteriyê rû bi rû hiştin xeteriyeke mezin e. Mirov ev fermanên çêbûne, herî zêde dikare bi rêya hunerê bîne ziman. Dîsa bi rêya şano, muzîk, govend, dans, wêne, fîlm, wêje û çîrok anîna ser ziman erka her jinên Êzîdî ye. Ya rastî her jinên Êzîdî jixwe xwedan vê rastiyê ye, her jinek Êzîdî dîrokek zindî ye, hest û ramanên wê çavkanî û îlhama hunerê ne. Ev jî ruhekî wê yî dîrokî ku ji qelîşokê dîrokê de jiyaye, dîtiye û şahidî jê re kiriye.
Di rastiya gelê me yî Êzîdî de ji dîroka nivîskî zêdetir dîroka devkî esas girtine. Dîroka devkî jî dilê jinên Êzidî ye, mejiyê wê ye. Dilê wê ji çîrokên fermanan bûye tûrikek dagirtî û veşartî. Civakeke ku ferman jiyane, jinên ku jana giran kişandine, dikarin barê êşên dilê xwe bi çand û hunerê ji hemû cîhanê re bi awayekî estetîk hestên xwe vebêjin.
Bi giştî jin hest û fikrên xwe bi rêya hunerê diteyisîne nifşên nû. Ev şêwaz herî zêde li Şingelê esas girtine. Komkujî û tevkujiyên ku jinên Şingalî jiyane, zilm û zordariya dîtine di gelek aliyan de hatibe aşkerakirin jî hîna gelek aliyên wê yî hunerî veşartî maye. Di vî warî de jan û êşa dîtine, di aliyê hunerî de anîna ziman hîna jî têrker nebûye, kêm û kurtasiyên xwe hene.
Saziya Sitiya Nexşa
Em wekî jinên Êzîdî hest û janên xwe dikarin bi rêya hunerê hîn xurtir bînin ziman. Heta ev xebat dereng jî maye. Em wekî jinên Êzîdî jan û zilma me dîtiye ji me pêve tu kes nikare bîne ziman. Ji ber yekser me jiyan kiriye. Yê ku jiyan kirine encax bînin ziman. Ji ber vê yekê em wekî Saziya Çand û Hunera Sitiya Nexşa, zemîneke pêşxistina zanebûn û têgihiştina jin û zarokan e. Di dîrokê de heta niha zemîneke wekî saziya çand û hunera Sitiya Nexşa derneketiye holê. Divê em jinên Êzîdî vê derfet û firsenda ketiye destê me baş jê sûd werbigrin. Bi vê zanebûnê nêzîkbûn û tevgerandin wekî nan û avê pêwîstiyeke dîrokî ye.