ÇAND Û HUNER

Çarşama Serê Nîsanê: Çêbûna gerdûnê û destpêka sala nû

“Cejna Çarşema Serê Nîsanê” wek her sal îsal jî bi coş tê pêşwazîkirin. Endama TAJÊ Ferîde Şengalî got ku destpêka sala nû bi çêbûna cîhanê dest pê dike û ew jî vê yekê wek cejnê pîroz dikin.

Şengal – Meha pîroz a Nîsanê ku li ba Êzidiyan pîroz e, wek her sal di sala 2023’an de jî bi coş hat pêşwazîkirin. Wateya ku ji meha Nîsanê re tê bexşkirin wekî Çarşema Serê Nîsanê tê diyarkirin. Em wek ekîba Nûjînha Çarşema Serê Nîsane ya ku ji bo civaka Êzidî girîng e, bi endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî re axivîn.

Civaka Êzidî tevî hemû komkujiyan jî dev ji bawerî û pergala xwe ya ku ji bo baweriya wê hatiye avakirin berneda. Êzidî avabûna dinyayê û hemû qonaxên guherînê pîroz dibînin, her pêkhatina ku di gerdûnê de çêdibe, pêşketina xwe temam kiriye di atmosfereke cejn û şahî de pîroz dike. Çarşema Serê Nîsanê jî yek ji van cejnan e. Yek ji 6 cejnên ku di civaka Êzidî de girîng tê dîtin e. Her rituela ku di cejnê de tê kirin, bi wateya xwe ya felsefîk a dihewîne ji me ra deriyê zanistê vedike.

Pîroziya meha Nîsanê ji bo Êzidiyan

Ferîde Şengalî ya bal kişand li ser wateya Çarşema Serê Nîsanê wiha got: “Ez destpêke roja Çarşema Serê Nîsanê ya Rêbertî, şervanên azadiyê û tevahî civaka Êzidî pîroz dikim. Ev cejn li ser bingeha baweriya pêkhatina qonaxa gerdûnê tê pîrozkirin. Wekî ku hûn jî dizanin Êzidîtî, baweriya rastiya hemû qonaxên ku di pêkhatina cîhanê de felsefî û bi awakî şênber hatine pêşxistin e. Ev bawerî digihîje serdema kevnar, ango pêkhatina cîhanê û pêşketina civakîbûnê. Meha Nîsanê di baweriya Êzidayetiyê de xwedî cihekî girîng e. Li gorî salnameya Êzidatiyê, bi destpêkirina meha Nîsanê re em dikevin saleke nû. Meha Nîsanê, tê wateya avabûna cîhanê.”

Şifreya jiyanê kulîlkên sor û hêkên rengîn in

Ferîde da zanîn ku wateya her ritûela di cejnê de tê kirin heye û rasterast bi avabûna cîhanê re girêdayî ye û der barê felsefeya Êzidatî û cejnên derbasî hev bûne de wiha got:

“Hêk bi rengên ku ji xwezayê tên girtin tên boyaxkirin. Hêk bi esasî ji 7 tebeqayan pêk tên. Dema qeşa dihele şeklê ku cîhan digre dişibe şeklê hêka piştî dipije. Roj diyarker dibe, ji rûyê erdê re ronî tê. Heyv û stêrk ava dibin. Piştre li ser rûyê erdê ax, av û di nava ahengek de bi pêş dikeve. 7 tebeqeyên hêkê van avabûnan vedibêje. Zerika hêkê roj û tebeqeyên derdora wê, avabûnên li ser erd û ezmanan, ango cîhanê di nava tevahiyek de vedibêje. Cîhan li dora rojê avabûna xwe temam dike. Di Cejna Çarşema Serê Nîsanê de bi hekên rengîn tên boyaxkirin çêbûna cîhanê tê vegotin. Hêk tên pijandin, tên boyaxkirin û li quncikek malê tên hiştin û pêşkêşî mêvanan tên kirin. Hêk tevlihev tên kirin û yên ku bikaribin hêkê bişkînin dibin alîkara çêbûna cîhanê.

Nîsan bihişta hemû demsalan e

Di mîtolojiya Êzidatiyê de tê gotin ku destpêke ax, piştre av, hewa û bi wan re hêşînahî, ajal û herî dawî jî mirov ava dibe. Kulîlkên sor ên ku di meha Nîsanê de di axê de şîn dibin, xwîna ku diherike laşê mirov û hemû zindiyan temsîl dikin. Kulîlkên sor ên hatine berhevkirin bi herî yan jî hevîrê li deriyên xaniyan ve tên zeliqandin û qalikên hêkan ên rengîn bi wan ve tên zeliqandin. Ev jî bi sala nû re ji bo hatina bereket, bextewarî û aramiya malê tên kirin.

Li gorî baweriya me Êzidiyan, her tiştê ku ronahiyê ango rojê temsîl dike, ji bo me pîroz e. Ji ber vê sedemê rojek beriya cejnê danê êvarê çira tên pêxistin. Di sibeha cejnê de ber bi avabûna rojê dua tên xwendin û ji hemû cîhanê re aştî û kêfxweşî tê xwestin. Piştî nimêja tavê bi çûyîna qubeyê gorên li vir tên ziyaretkirin. Pişt re vegera malan dest pê dike, bi kesên li mal û cîranan re cejn tê pîrozkirin û şahiyên cejnê dest pê dikin.

Di tevahiya meha Nîsanê de kes nazewice. Tê gotin ku meha Nîsanê bi baran, keskahî û kulîlkên xwe yên şîn dibin re bihuşta hemû demsalan e. Tê gotin divê ji xeynî vê tu bedewî nebe. Ji ber ku Êzidî bi vê yekê bawer dikin, zewicandinê di meha Nîsanê de guneh dibînin. Ji bo me bihar pîroz e. Bi biharê re her tişt nû dibe. Xweza bedena mirov û her tişt nû dibe.

Me bi fêrbûna ji xwezayê bawer kir

Girêdana ku Êzidî di cejnan de bi xwezayê re pêk tînin, xwedî wateyeke kûr a felsefî ye. Wateya her tevgerê ku di cejnê de tên kirin ruhê civakî yê baweriya Êzidiyan vedibêje. Guhertin û êrîşên baweriya ku civaka Êzidî hewl dide zindî bihêle, di fermanan de îfade dibîne.

‘Çarşemba Sor ne navekî rast e’

Ferîde Şengalî bal kişand ku hewl tê dayîn Êzidî bi baweriyên xwe li dijî hev bên raberkirin û wiha hat gotin: “Em Êzidî ji vê rewşê bi bandor dibin û pêwîst e ev rewş were guhertin. Li gorî baweriya Êzidatiyê pêwîst e ya rast were kirin. Ji bo me gelekî girîng e ku civaka Êzidî xwedî ruhekî hevpar û baweriyê be. Berî her tiştî ji vê cejnê re ‘Çarşemba Sor’ tê gotin. Lê ev ne navê rast e. Êzidiyan ev nav bi fermaneke ku hevdemî Cejna Çarşema Serê Nîsanê tê girtine. Lê em Êzidî naxwazin vê cejnê bi xwîn, şer û komkujiyan pîroz bikin. Ji bo me destpêka sala nû bi çêbûna cîhanê dest pê dike û em jî vê yekê wek cejn pîroz dikin.”

‘Jin xweza û cejnê tînin cem hev’

Ferîde Şengalî destnîşan kir ku pîroziya jinan a di baweriya Êzidatiyê de di vê cejnê de xwe dide der û rola jinan a ku xweza û cejnê tîne gel hev bi vê mînakê anî ziman: “Mînak li Laleşê, roja cejnê ya ku meclisa Ruhanî pêşwazî dike jin e. Di pêşengiya jinan de ketina qada pîroz tê kirin. Her wiha tê gotin ji bo xatirê dayik û xwişkên Êzidiyan. Ev pîrozahiya jinan nîşan dide. Di dîroka Êzidayetiyê de vê pîroziyê xwe parastiye lê îro di encama êrîşên dijmin de jinên Êzidî di bin zextên giran de ne. Têkiliya vê cejnê bi jinan re jî ji dilsoziya wan a bi xwezayê re tê. Girêdana jinan a bi felsefe û axê re jinan jî dike pêşengên vê cejnê. Jin bêyî xwezayê nikarin bijîn û xweza jî bêyî jinan nikare rengîn bibe. Jin û xweza hev temam dikin.”

Back to top button