Nûçe

Weke Cewher û Bermahiya Civakê Heqîqeta Jinan; Bi Jineolojî Ronîkirin

Ji destpêka mirovahiyê we, herdem pirsek hebû, ew pirs di nava demê de zivirî lêpirsînan û lêpirsîn jî dan li pey lêgerînan… Jiyan! Herkes li gorî çand, bawerî, civaknasî, xak, peywendiyên aborî lê ya herî girîng jî li gorî hebûna xweyî ehlaqî-polîtîk xwest wateyeke lê bar bike. Ji mîtolojiyan heta olan, ji felsefê heta zanistan, hemû rêbazên fikirandinê dan pey wê pirsê û li gorî fêmkirina xwe şîroveyan pêşxistin. Hinekan gotin ax, hinekan gotin av, hinekan gotin madde, hinekan gotin enerjî, hinekan gotin Xweza, hinekan gotin Xweda… Ew lêgerînan, lêgervanên heqîqetê di nava deryayên zanabûn û îmtîhanan de gerandin lê di dawî de herdem bersiveke derket pêşberî wan, ‘’Tu çi digerî, di xwe de bigere û bizivire cewhera xwe.’’

Lê cewher li ku bû? Ew hebûna bêhempa ya mirovahiyê çawa pêşket, li ku derê mezin bû, li ku derê serkeftinên Jiyanî qezenc kir û kengê-li ku derê wenda kir. Heta ku ew pirsana rast neyên bersivandin, lêgerîna heqîqetê jî dê nîvî bimîne. Ji bo lêgerîneke rast, berê xwe zivirandina hebûna kok pir girînge. Em qasî ku şaneya kok fêm bikin, ewqasî dikarin dîroka xwe, îroya xwe û pêşeroja xwe fêm bikin, tehlîl bikin, pêşbînî bikin. Dema em berê xwe didin yekemîn gava jiyanê, di qûntarên Toros û Zagrosan de jiyaneke bêhempa me pêşwazî dike. Ew jiyan di derdora xwezayê de, bi hevsengiya civakîbûnê hatiye afirandin. Bi destê Jin nasnameya xweyê bingehîn qezenc kiriye.

Bi hezaran sal beriya niha; dapîrên me, di şert û zirûfên zehmet de jiyana mirovahiyê ango berdewamiya jiyanê xûliqandin. Em weke neviyên wan, bi derfetên mezin ku ji wan maye, Jineolojiyê pêş dixînin. Em li ser koka xwe dizivirin û aqlê xwe, ruhê xwe, hêst û fikra xwe, mirovahiya xwe, jinbûna xwe ji nû ve şîn dikin. Mezopotamya bûye yekemîn stargeha jiyana ku li derdora jinê de avabûye. Lê li ser ew xakên qedîm ku hemû pêşketinên erenî li ser welidiye heman demê de, hemû pêşketinên neyînî jî derketiye holê.

Cihê yekemîn ku jin li ser textê xwedawendiyê rûniştiye jî ew dere, cihê ku jin ji textê xwedawendan hatiye xistin jî… Cihê ku jin civakê bi pîroziya dayikê pêşxistiye jî ew dere, ji aliyê pergala mêr ve hatiye xistin û binketiye jî… Di nava mîtolojî, ol, felsefe û ilmê de gelek daneyên ku wan rastiyan piştrast dikin hene. Mezopotamya şahidî li jinên ku di navbera du çeman de jiyanê avakirine jî kir, şahidî li jinên hatine qetilkirin û ji hêstirên wan Dîcle û Firat hatiye çêkirin jî kir. Jin di wan xakan de bi deh hezaran sal, pêşengtiya civaka xwe kir. Bi hezaran salane jî, di destê pêşengên desthilatdariya mêr de canê xwe didin. Lê damarên xweyî azadiyê ya berxwe dide, jiyan dike û dide jiyan kirin, bi hezkirin diavêje wenda nekirin.

Em her ku nîvçe mayînên dîroka jinan fêm bikin, nasname, hebûn û tekoşîna jiyanê ya jinan lêkolîn bikin, ew damarên berxwedêr bihêz bibe û zêde bibe. Em ji ber vê di Rojhilata Navîn de, li xakên qedîm ya Mezopotamya de li beramberî îdeolojiya zayendperestiyê, hebûn û civakîbûna jinan nîqaş kirinê girîng dibînin, ew nîqaş dê bihêle ku hêza civakîbûnê ku li derdora jin pêşketiye zêdetir derkeve rûyê erdê û ji pirsgirêkên civakî re jî bibe bersiva herî rast.

Di Herikîna Dîrokê De Hebûn û Pêşengtiya Jinên Ezîdî

Di zimanê Kurmancî de Jin tê wateya Jiyanê. Jin û Jiyan wekhev hatiye dîtin. Bi vê aliyê heqîqeta jinan ku jiyanê diafirîne, herî qenc di Kurmancî de hatiye ziman. Di serdemên destpêkê ya mirovahiyê de, pêşketinên civakî, di pêşengtiya jin-dayîk de bi ziman bûye. Jin bûye kombûn û hêza civakîbûnê di nasnameya jinê de îfadeya xwe dîtiye. Taybetmendiyên jinan ku jiyanê diafirîne, herdem pîroz hatine dîtin. Pîvanên xweşikî, qencî, rastî û azadiyê ya jinan mohra xwe li jiyana civakî daye. Yê ku qural û qaîdeyên jiyanê diyar dike, hêza jin-dayîke. Ew rastiya jinan heman demê de şikil daye mêr jî. Di jiyana civakan de, di navbera jin û mêr de, li ser bingeha debara jiyanê karbeşiya tabîî hebûye. Lê karê komkirina giyayan, şîfagerî, hekimtî, mezinkirina zarokan, rêvebirina civakê, diyarkirina qural û qaîdeyan ku karê jinan ya esasî ne, bûye bingeha avakirina jiyanê. Jiyan, agir, av, nan, mal, gund, çiya û her wiha gelek hebûnên destpêkê bi taybetmendiyên jinan hatine tarîf kirin. Li aliyê din ve ew çanda jinan, mêran jî perwerde kiriye û kişandiye jiyanê.

Çanda Ezdayetî, di koka xwe de çand û baweriyekî berdewamiya vê xeta jiyanê ye. Di kevneşopiyên devkî de, di vegotinên çîrokan de, di remzan de ew heqîqet herdem zindî hatiye hiştin. Çanda Ezdayetî xwe dispêre koka bi hezaran salan û ew kok bi reya qewlan, çîrokên devkî, gotinên qehremantiyê heta roja me yê îro gihiştiye. Weke nimûne; çîroka Stiya Nûsra vê heqîqetê tîne ziman. Di vê  çîrokê de behsa artêşbûna jinan ku bi çil jinan destpê kiriye û weke xelekên zincîrê zêde bûne tê kirin. Artêşekî Jinan! Di zargotina Ezdayetî de, di vê mijarê de gelek vegotin, remz û çîrok hene. Ew çanda hevgirtî ku weke şaneya kok ya civakên Mezopotamyaye, di dîrokê de li beramberî şaristaniya bi dewlet hertim berxwe daye. Xwe bi wateyê xemilandiye.

Ew wate di çilxaneyan de, di evîna Leyl û Mecnûn de, di bîra Leylê de, di periyên ku mirazên dilan de, di Pîrê Ewra de, di pîroziya Lalêşe de, di xezneya nanê ya Stiya Ês de, di pîroziya Xatuna Fexran de, di pêşengî û zanebûna Daye Zero de, di artêşa Stiya Nisra de, di hûnera Stiya Nexşan de, di tekoşîna Zarîfa Osê de, di şemla tova ku ji axê can dibîne de, di destê dayikên şîfager de, di pîroz dîtina bisk û porê de veşartiye. Di qewlekî de tê gotin; ‘’Xwedê çiyayê Kezwana, çiyayê Şingalê û çiyayê Meqlûbê ji bo Starê aniye ser rûyê erdê, ew her sê çiya weke singên konê Starê ne. Nimûne dikarin werin zêdekirin lê hemû lêkolîn didin xûyakirin ku, di dîrokê de jinên Ezîdî pêşengî ji civaka xwe re kirine, çand û baweriya jin-dayikê di nav civaka Ezdî de xûrt bûye û hêza civakî ya esasî ji xwe re hêza dayikê kiriye stargeh.

Egîdî jî yek ji pîvanên esasî ya jiyan û kesayetê ya vê çandê ye. Di civakîbûna jinan de, pîvanên egîdî ye esase. Di civakên li derveyî rastiya dewlet û desthilatdariyê jiyan kirine de, di kesayetên jin û mêran de pîvanên egîdiyê herdem hebûye, ew rastî heta roja me yê îro xwe dide berdewam kirin. Ger wisa nebûya ewqasî leheng li ser wan xakan de dernediket ortê. Egidî; girêdana civaka xwe, axa xwe û çanda xwe bûne, li beramberî êrîşan heta dawî nîşandana hêza berxwedanê ye. Ango egîdî rastiyên civakî dîtin, li gorî heqîqetê şikil girtin û ketina herekete ye. Aqsê vê teslîmbûn û xiyanete. Di civakên kok de egîdî taybetmendiya civakê ye, lê di desthilatdariya mêr-dewlet de şûna egîdî; zilm, zordarî û sextekarî bi cî bûye. Zilamtiya serdest; zilmdare, sexteye û dûrî çanda egîdiye ye. Heqîqeta jinan û civakê dirûxîne, jiyanê hişk dike. Jin weke mal û milkê xwe dibîne. Nexwe pergala desthilatdarî çawa nasnameya jinê ji azadiyê ber bi kolebûnê ve biriye, nasnameya zilam ya egîdiyê jî ber bi zilmdarî ve biriye.

Di Pergala Mêr Dewlet De Qirkirina Civakê û Rewşa Jinan

Rojhilata Navîn çawa ku bûye cihê yekemîn ya stargeha çanda xwedawendan, heman demê de bûyê cihê yekemîn ya înkar û qetilkirina jinan jî. Pergala Mêr-Dewletê bi hilweşandina çanda jinan ya civakî, hebûna xwe li ser wan xakan ferz kiriye. Pirsgirêka yekemîn bi vî awayî derdikeve holê. Rêber Apo ji bo pirsgirêka azadiya jinan, terîfa ‘’xencera di piştê de’’ dike. Heta ku xencera di piştê de neyê derxistin, meşekî rast jî nikare were pêkanîn. Nexwe heta pirsgirêka azadiya jinan rast neyê tehlîl kirin, azadiya civakê jî ne pêkane. Di bingeha hemû pirsgirêkên civakî de; pirsgirêka di navbera jin û mêr heye. Jineolojî dixwaze vê xencera pişta civakê re çareseriyê bibîne. Îdîaya herî mezin ya îlma-zanista jinan ewe. Ji bo vê hemû daneyên giredayî jinan lêkolîn dike, ji pirsgirêka têkiliyên jin û mêran re bersivên bi kok digere, li beramberî ferasetên zayendperest, nêzîkatiyên qebe ku jinan di malê de digire, lê dide û qetil dike, weke kole, biçûk dibîne tekoşînê dike, bi tehlîlên ilmî reyên azadiya jin û mêran digere.

Gelek hilberînên weke zanist, çand, hûner, fikr, ziman ku li derdora jinan de hatine birêxistinkirin, bi hemleyên desthilatdariya zilaman hate hilweşandin. Ew desthilatdarî hemû saziyên ku li derdora jinan de avabûye yek bi yek rûxand, reş kir, ji hefizeyan mesihand û xwe bi sazî kir. Aqlê desthilatdariyê; mitolojî, ol, felsefe û zanistê kir xizmeta mêrsalarî, dewlet û desthilatdariyê. Hemû pîroziyên ku li derdora jinan de hatine afirandin hate reş kirin, hemû danehev û nirxên dîrokê ji destê jinan hate derxistin, naveroka wan hate valakirin. Hemû remz û propaganda li ser vî zîhniyetê hate pêşxistin. Jiyana mîna bihûştê ku bi destê jinan hatibû avakirin, ji bîra civakan hate derxistin. Ji bo vê ji zanistê heta dîrokê, ji camiayan heta hûnerê, ji aborî heta siyasetê hemû qadên jiyanê ji jinan re hate girtin.

Ji bo vê; aqlê mêrê serwer, bi hezaran sale bê navber dixebite. Pêkanînên vî aqlî îro civakên me ber bi tinebûnê ve dibe. Hebûna jin weke hebûnekî reş û biçûk; di pişt mêr de tê dîtin. Li hemû qadên jiyanê de hebûna jinan bi xeterî û metirsiyên mezin re rû bi rûye. Jin weke nasnameyekî bê nirx, xûlamê male, dayîka zarokan, milkê zilam tê bidest girtin. Ji aqil û ruhê vê re ti qîmet naye dayîn. Mêr xwe di hemû qadan de serwer dike û nahêle jin bikevin wan qadan. Îro di civaka me de, di encama wan pêkanînan de; qetilkirina jinan, şîdeta li ser jinan, di amrê biçûk de zewicandin, pirjinî ji rêzê tê dîtin. Li aliyekî de ruhê civaka kok ku xwe li ser jinên azad û mêrên egîd avakiriye, li aliyê din de jiyana di bin serweriya mêr-dewletê de pêşketiye; mêr dike kujerê jinan, tevazûna nava civakê de xerab dike, kuştin, mirin, întîhar asayî dike û bi vî rengî qetlîamê pêk tîne. Gelek jinên ku di bin wan kiryaran de difetise; an xwe dikûje an jî weke ruhî dimire. Mêr jî di bin vî pergalê de jixwe re derketinekî an jî derfeta jiyanekî aram nabîne. Li gorî daneyên fermî tenê di navbera dû mehên dawî de, 22 keç û xortên Ezîdî dawî li jiyana xwe anîne.

Di fermanan de jî heman zîhniyet, bi destê DAÎŞ’ê di meriyetê de bû. 74 fermanên ku hatine sere civaka Ezîdî de; ew aqil xwestiye ruhê civaka kok tine bike, hebûna civakê hedef girtiye û jinan qetil kiriye. Di Fermana 74’an ya 2014’an de ew rastî pir bi awayekî dijwar derket pêş çavan. Bi hezaran jinên Ezîdî hatin qetilkirin, hatin revandin, di bazaran de weke kole hatin firotin. Li gorî lêkolîna sala 2015’an 7 hezar jinên Ezîdî hatine revandin, lê hîna jî hejmara jinên wenda bi zelalî naye zanîn. Aqlê kujer; bi hedefgirtin, esîr girtin û qetilkirina jinan xwest civaka Ezîdî tine bike. Ji noqtê herî hesas êrîşî civakê kir û xwest civaka Ezîdî teslîm bigire.

Di encam de aqlê desthilatdariyê ku xwe li ser tinebûna çand û nasnameya jinan avakiriye, jinan ji qada ilmê dûr xistiye. Nezanî, cehalet, kor û lal bûn ji bo jinan rewa hatiye dîtin. Ew ilma jinan ku cihanê şên kiriye, îro bi reşkirinê tê lewaz xistin. Di encama wan rastiyan de; hebûn, nasname, tekoşîn, çalakî, îsyan, kişf û lêgerînên jinan, di cîhana îlmê de naye dîtin. Keda jinan hate înkar kirin. Ji ber vê, hebûna jinan weke hebûnekî kêrî ilmê naye hate dîtin.

Li beramberî wan rastiyan xeta şaristaniya demokratîk ku bi aqlê jinan hatiye avakirin, bi hezaran salin rûxmê hemû êrîşan jî li berxwe dide. Ew berxwedan piştî fermana 74’an bi naskirina fikr û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê, zêdetir şikil daye xwe û rêxistinbûnên xwe avakiriye. Jineolojî weke ilma şoreşa jinan; di vê qadê de rolekî girîng dileyize. Li gel destkeftî û serkeftinên jinan, ji bo êrîşên zayendperestiyê vala werin derxistin, ilma jinan ku jiyanê afirandiye careke din derkeve ser rûyê erdê, di asta zihnî de guhertin-veguhertin werin jiyan kirin, li ser çanda kok careke din deriyê azadiya jinan vebibe, xebatên xwe pêş dixîne.

Jineolojî Bi Felsefeya Jin-Jiyan-Azadî Tevna Jiyanê Dihûnê

Ji bo civakekî azad, azadiya jinan şertê bingehîne. Ew şert pêwîste li ser bingehekî ilmî were rûniştandin. Hemû şeran de hêzên desthilatdar bi şîara ‘’Destpêke li jinan bixin!’’ xwe ferz kirin. Di serdemekî wisa de Rêber Apo bi şîara; ‘’Destpêkê jinan rizgar bikin!’’ îdeolojiya azadiya jinan pêşxist. Ji mirinê vejînê ava kir.

Li beramberî hemû îdeolojiyên-zanistên desthilatdariyê ku xwe li ser zayendperestiyê ava dikin, derketinekî şoreşgerî pêwist dike. Rêber Apo dibêje; ‘’Jinbûn rewşa herî zehmet ya mirovbûnê ye.’’ Heqîqeta vê gotinê; li bilî jinên ku her roj tên qetilkirin, rastî êrîşan tên, weke kole di bazaran de tên firotin, dema di kolanan de dimeşin rastî gotinên xerab tên, weke hêza şixulê ya bê dirav tên dîtin, li malê heq û keda wan tê xwarin kî dikare fêm bike û hîs bike? Heqîqeta vê gotinê kî ji jinên Ezîdî baştir bizane û fêm bike? Pergala sermayedar bi xistina jinan, qirkirina civakê pêktîne. Bi jinê civakê, bi civakê jinan qir dike. Bi vê qirkirinê, civakê tîne halê dînbûnê û ber bi tinebûnê ve dibe.

Nirx û wateyên ku nasnameya jinan di xwe de bar dike; dikare ne tenê xwe, cîhanê û mirovahiyê bigihîne rizgariyê. Pêwistiya me heye ku, em dîroka vê rastiyê baş bixwînin, rast tehlîl bikin û qenc pêk bînin. Ne tenê dema em mecbûr man, em vê rastiyê bizivirînin terz û pergala jiyanê. Wate, zanebûn, enerjî û heqîqeta jinan, hêza azadiyê di xwe de dihewîne. Koka hezaran salan ku îro em li ser de careke din şînbûne, xwedî vê qudretê ye.

Îro li her deverê cîhanê têkiliyên jin û mêran bi qrîze, bi pirsgirêke û hilweşiyaye. Lê bingeha jiyana watedar, azad û demokratîk, giredayî zîhniyet, ehlaq û çanda wan têkiliyane. Her jin û mêrekî ku hûrmeta vê li beramberî mirov, jiyan, xweza û hebûna xwe heye, pêwiste di vê mijarê de ronî bibe, xwe zane bike, bi reya perwerdeyê xwe ava bike. Xeletiyên ku di vê mijarê de tên kirin,  mohra xwe li jiyana mirov û civakan dixe, ji ber vê yekê her mirov û civakekî pêwiste vê pirsgirekê pênase bike û reyên cûda ya çareseriyê ava bike. Hevjiyan, hevjiyana azad reya esasî ya civaka azad û xwesere. Weke ku Rêber Apo dibêje xencera pişta civakê encax bi vî awayî tê derxistin û Ronesansa civaka Ezîdî ji azadiya jinan derbas dibe.

Em careke din berê xwe bidin wateyên kûr ku zimanê me derxistiye holê; peywendiya Jin û Jiyanê di Azadî de îfadeya xwe dibîne. Ew damar bi hezaran salin berxwe dide, îro rûxmê hemû êrîşan li ser piyaye û xwe birêxistin dike. Pîvana rewşenbirî, siyasetmedarî, sosyalîstbûna rast ji nêzikatî û rexnedayîna azadiya jinê derbas dibe. Sekna di xeta azadiya jin çiqasî sexlem be, pêşketin û ronakbirî jî ewqasî bi wate dibe.

Bi hezaran sal berê, civaka ehlaqî û polîtîk çawa li derdora jinê xwe birêxistin kiribe, di sedsala 21. de jî, civaka komûnal û demokratîk, li derdora jinên ku xwe zana dike, birêxistin dike û bê eman tekoşîn dike de were birêxistin kirin. Li wan xakên qedîm de têşiya jinan, vê carê ji bo Jineolojî dizivire!

 

Akademiya Jineolojî ya Şengalê

Back to top button