
Xwezaya Jin
Dema ku em hebûna jinê di nava jineolojiya civakî de digirin dest, em dibînin ku pêwîstiya vê qadê bi lêkolîneke pir berfireh û ji dil heye. Derbarê jinê de em ê bigihêjin agahiyên ontolojîk (yanî lêkolînên li ser hebûnê ) ên baştir.
Bi etîmolojî (zanista ziman) dê mijarê ji peyva jinê dest pê bike. Her wiha, bi ontolojîkî ta wateya jinê bi lêkolîneke hûr û kûr destgirtin pêwîst e. Mirov zanibe ku di her zimanî de peyva jinê ji kîjan kokê hatiye dariştin, girîng e. Her wiha, di qonaxên cuda yên dîroka civakî de nav û pênaseyên li jinê hatine kirin çi bûn, têgihiştina wan jî girîng e. Ji ber têgehkirin, nîşaneya derbirîna jiyanê ye. Jiyan çi be, ziman wê nîşan dide.
Di bingehê jiyanê de Wateya rola jinê
Di kurdî û hin zimanên din de koka peyva “jin” û “jiyan”, xweza û azadî heman e. Bi kurdî jîn, jiyan, şên, giyan, cîhan, cih ji heman kokê tên. Her wiha peyvên jîndar, jîndarî, jînde, zindî û peyvên jin û jiyan ji heman kokê tên. Bi sumerî, di wateya azadiyê de Amargî, tê wateya vegera dayîkê jî. Bi erebî, jiyan ‘ayîş’ e. Navê Ayşe ji vê kokê hatiye dariştin. Di wateya jiyanê de peyveke din, heyat jî; her wiha peyveke mê ye û navekî jinê ye. Di erebî de peyva ‘nîsa’ ku di wateya ‘jinan’ de ye û peyva ‘însan’ ango mirov, balkêş e çi qas dişibin hev! Her wiha bi îbranî dijberî zimanên din peyva “îşa” di wateya mêr de ji “îş”ê hatiye dariştin. Bi vê peyvê jî mirov dikare bibîne ku hişmendiya mêr a desthilatdar, di ziman de çi qas bi sazî bûye. Bi îspanî, peyva “la vîta” ango jiyan jî peyveke mê ye.
Bi farisî, peyva jiyan “zendegî” û jin “zen” ji heman kokê ne. Bêguman, girîng e ku mirov di gelek zimanan de vê lêkolînê pêş bixe. Her civak, di pêvajoyên beriya ku zayendperestiya civakî pêş bikeve de ji bo hebûna jinê kîjan têgeh bi kar anîne? Cudahiya di navberê de mirov lêkolîn bike, ji bo gihiştina heqîqeta jinê, wê gavên girîng bin.
NÎQAŞÊN LI SER HEBÛNA JINÊ
Di çavkaniya pirsgirêkên civakî yên giran ên roja me de pênaseyên jinê yên di hişmendiyên ku taybetiyên wan ên mêr zanist, felsefe, ol û hunerê de tên kirin, heye. Jiyana ku li gorî van pênaseyan hatiye pêşxistin e. Ji vî alî ve jineolojî, çavkanî û çareserkirina pirsgirêkên civakî, di pênaseya jinê de û li gorî çarçoveya rista (rol) wê ya di nava jiyanê de lêkolînkirinê bingeh digire. Pênasekirina hebûnê, di têgihiştin û çareseriya pirsgirêkên li dorê tên jiyankirin de, diyarker e. Ger ku pênaseya me baş nebe, her riya ji bo têgihiştina hebûnê û çareserkirina pirsgirêkên wê, ji destpêkê ve wê şaş be. Pênaseya rast a derbarê hebûnê de me digihîne heqîqetê. Bi taybetî jî ev hebûn, hebûneke zanista wê were kirin be, pênaseya saxlem, baş, wê bi wateya bingeheke baş be.
Tiştekî ku pênaseya wê tune be, em nikarin zanista wê ava bikin. Ji bo jineolojiyê jî ev rêzik wisa ye. Heta pênaseya “Jinê” baş neyê kirin, “Jineolojiyeke” rast pêş nakeve. Li cîhanê, di bingeha aloziyên bingehîn de bersivên ji vê pirsê re tên dayîn, nayên dayîn yan jî bi şaşî, bi hizireke xwecih û çelexwarî (berovajî) tên dayîn, bi risteke diyarker radibin. Hebûna jinê çi ye, ne çi ye, jiyan û civak çi ne, ne çi ne diyar dike. Mirov bipirse “Jin çi ye?” ya rastî pirsên “Jiyan çi ye?” “Civak çi ye?” pirskirin e.
Di dîroka mirovahiyê de di jiyana civakî de rista jinê, hema bêje di beşeke ji sedî 98 di asta pêşengtiyê de diyarker bûye. Ev ne demeke wisa ye ku bîra civakî bi hêsanî ji bîr bike û tune bihesibîne. Îro jî têkiliya jin-jiyan-civakê bûyerên herî zêde hevdu bandor dikin û diyar dikin. Asta diyarkirina herdu bûyeran a jinê, bênîqaş e. Dixwaze li ser bingeha rast, dixwaze şaş. Dixwaze bi vîna wê ya cewherî, dixwaze weke amûreke ku pergal bikar tînin. Di encamê de jin, weke hebûnekê, di jiyana civakî de di rista kilîtê de ye.
Pênaseyên derbarê ‘Jinê’ de
Jin; di efsaneyên aqilê mêrê desthilatdar ku ew afirandiye, di ol, huner, felsefe û zanistan de her tim bûye hebûneke hem tirsê, hem jî bi pênaseyên erzan ên bîrdozî ve hatiye nasandin. Pergala bi desthilatiya mêr, efsane, ol, felsefe û zanistê jî bi kar tînin û di jiyana civakî de nasnameya jinê ya diyarker e, berevajî dikin. Jinê, weke ji mêr çêbûye û bedena jinê ji ya mêr kêmtir e nîşan dide. Lê tevahî daneyên zanistî ji zû ve îspat kirine ku nasnameya jinê destpêkê pêş ketiye û mêr ji bedena jinê çêbûye. Tevî vê jî rika aqilê mêrê serdest ê bi pêşderazî di neguherandina mijara jinê û baweriyên bêbingeh de, sekneke bîrdozî ye. Muhafezakariya tirsa windakirina desthilatiya xwe ye.
Derbarê pirsên hebûna jin û cewhera jinê de jin û tevgerên jinan jî, gelek bersivên cuda didin. Ji “xwezayeke jinê ya xwecih nabe” bigire heta “xwezayeke jinê heye” nêrînên pir cuda hene. Hin dibêjin; xwezayeke cuda ya jinê heye. Hin dibêjin; tune ye. Hin bêzayendîtiyê diparêzin. Tevgerên femînîst li hev dikin ku li holê pirsgirêkek heye. Lê derbarê sedema pirsgirêkê de nêzikatiyên cuda nîşan didin. Hin tevgerên femînîst, bingeha pirsgirêkên sermiyandarî, hin jê baviksalarî, hin jî olan dibînin. Teoriyên derbarê bedena jinê de ji efsaneyê dest pê kirine heta zanistê, di dîroka hizirî de bûne cebilxaneya bingehîn a êrîşên li ser hebûna jinê. Pêvajoya em tê de ne, em dikarin dawî li lêdanên aqilê mêrê desthilatdar ên li ser bedena jinê, bînin.
Derxistina enerjiya jin a rast
Enerjiya erênî ya ji xwe di bedena jinê de heye, divê jin karibe di şêwazê hizirandina vê qadê de jî bidin der. Ji bo ku li hemberî enerjiya neyînî ya mêr ku 24 saetên rojê empozeyî jinê dikin, hêzê kom bikin. Tevahî taybetiyên xurt ên xwezaya jinê lêkolîn bikin, wê demê em dikarin di mijara xwe ya naskirinê de xurt bibin. Piraniya nasnameyên jinaniya hatiye avakirin, destpêkê li gorî daxwazên pergalên desthilatperest û dewletperest, piştre jî li gorî daxwazên mêr hatine avakirin.
Xwezaya pergala baviksalarî, bi koletiya jin xurt dibe. Ji bo berdewamiya hebûna xwe, divê pergal bênavber koletiya jinê çêke. Ji bo vê jî, ji çand û hunerê bigire heta hemû qadên medyayê, ji aboriyê heta siyasetê, hemû pergal ji bo ku vê koletiyê xwedî bike, dixebitin. Ji ber ku hemû olên yekxwedayî di ser hilweşandina xwedawendîtiya jinê re pêş ketine. Jixwe, bi hezarê salan bang dikin ku koletiya jinê nasnameyeke xwezayî ye. Ji bo ku civak bi awayekî din nehizire û lêpirsîn neke, baweriya xwezaya hebûna jinê ev e, her tim tê kûrkirin. Dema ku civak qadên bi azadî hizirîn û jiyanê bi dest bixe, jixwe bi ceribandinên xwe dizane ku ev ne wisa ye. Jinên ku di têkoşînên gerîla yên bi taybetî di sedsala 20’emîn de cih digirin, di siyasetê de pêşengiyê dikin, di encama têkoşîneke mezin de di her qada zanistê de dixebitin, hemû pêwîstiyên civakê bi kedeke mezin hildiberînin; vê bawerî û bangaşeyê ji binî ve dihejînin. Lê hîn destpêka kar, rave dike.
jineolojî Beş yekê