FERMANA 3 TABAXA 2014 YA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞINGALÊ
Di nav dîroka civaka Êzidî de bi sedan qirkirin û ferman hatin jiyankirin. Lê herî zêde behsa 73 fermanan tê kirin ji ber ku qetliyamên herî mezin û dijwar bûn ku tucar di nav hafizayê civaka Êzîdî naye jibîrkirin. Cîhan, milletê Êzîdî ji çand û bawerî wê zêdetir bi fermanan û Jenosayîdan nas dikê. Wek milletê Êzîdî ev rastî ji bo me pir bi êşe. Fermana 73’an ya di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê pêk hat. Bê guman di nav civaka Êzîdî de ev Ferman gelek êş, travma û windahiyên mezin da avakirin. Bi deh hezaran hatin qetil kirin, revandin û dîl gitin. Her weha bi sed hezaran ji cîh û warên xwe hatin koçberkirin.
Di nav Fermanê de qirrkirina Jinan.
Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî. Bi rêka asîmilekirin û qetilkirina Jinan armanc ewê ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Ji bo ku çand, ziman û baweriya civakê ya kevnar ji holê bê rakirin êrîş li ser Jin tê kirin. Ev rastî di dîrokê de gelek caran tê dîtin. Fermana 3 Tabaxa 2014 an ya bi deste çeteyên Daişê jî yek ji van mînaka ye. Di fermana 73 an de bi hezaran keç û jin hatin dîl girtin, di bazaran de hatin firotin û bi zorê ji çanda wan hat durxistin. Di nava destê Daişê de rastî tacîz, tecawiz û kuştinê hatin. Her weha bi dehan keçên Êzidî ji bone ku nakevin destê çeteyên Daişê de demarên destê xwe qut kirin, xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn, teslimiyet qebul nekirin.
Na tenê di ferman û qirkirinana de şidet tê meşandin, rasta şidete herî mezin û dijwar ewe lê bele, di serî de şideta pîskolojî di nav mal, civak û kargehan de bi destê zilam tê meşandin. Li seranserê cîhanê, rojana jin rastî, tacîz, tecawiz û kuştinê tê. Sîstema desthiladar ya zilan bê ku ferq û cudahî bixe nav netew, çand û çînan de li ser Jinan şideta herî mezin pêk tîne. Şidet ne tenê fîzîkî tê meşandin ya herî xurt di aliyê piskilojîk de tê meşandin. Ev yek tê wê wateyê ku zihniyeta zilam bi tu awayî Jinan qebûl nake û wek zindiyek ango hebûnek hesab nake. Ev xal me hemû Jinên cîhanê digihînê hevdû. qetliyam di asta fîzîkî de esas girtin şaş e. Li ser vê esasê her qirrkirinek ku tê pêk anîn FEMİSİD e.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ )
Ji bo pêşîgirtina li qirkirinan û bersîvdayîne fermana 3 Tabaxa 2014 an, Piştî Jenosayda sala 2014 an, jinên Êzidî xwe bi rêxstin kirin. Di sala 2015 an de destpêkê weke komeke Jinan tevgeriyan, ji bona jin bi hêz kirin, îrade kirin û perwerda kirin xebatên xwe dane dest pêkirin. Piştî ku jin li hev kom bun jinan rêxistine xwe berfirah kirin. Di sala 2016 an de bi kongireyekê Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) avakirin. Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî rêxistinekê xwedî îdeolojî û felsefê ye. TAJE tolhildana Jinên Êzîdî ye. TAJÊ li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo a paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk û îdeolojiya azadiya Jin dimeşê. Wekheviya herdû cinsan, demokrasiye di nav hemû gelan de û parastina xwezayê esas digire.
Herî zêde TAJÊ giringî didê xebatên rizgarkirina Jinên Êzîdî ku hatine dîlgirtin. Heya niha bi hevkariya QSD, Wezareta Jin a Bakûr Rojhilatê Sûrî, Mala Êzîdiya li Bakûr Rojhilatê Surî û Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî li Şengalê, zedeyî 1000 Jin û keçên Êzîdî ji deste çeteyên Daişê hatine rizgarkirin û radestî malbatên wan hatine kirin.
Tevgera Aazadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) xwe weha di herêma Şingalê de rêxistin dike.
TAJÊ bi şêwazê meclîl, komite û komînan xwe bi rêxistin dike. Meclîs, Li 5 gund 2 navce û bajarê Şingalê bi giştî 7 meclisên jinan hena, girêdayî van meclîsan komîn hena. Komîte, 6 komîteyên TAJÊ hena. Komîteya Perwetdê, Prastine cewharî, Diplomasî, Ragihandin û weşan, Aborî, Çand û hûner. Koîteyên civakî jî weka Tenduristî, Waqif û Komîteya lihevhatina civakê. Bi îradeya TAJÊ jin di nava hemû xebatên giştî de cîh digrin. Di nava sîstema hevserokatiyê ya Meclîsa xweseriya Demokratîk ya Şingalê de jin cîh digrin û rolek esasî dileyîze. Di hemû xebat û saziyên giştî de jin wek rêveber û endam xebat dimeşînin. Jinên ku di nava karên gişrî de cîh digrin di heman demê de endamên TAJÊ ne.
Yekîneyên Jinên Şingalê ( YJŞ )
Keçên Êzidî piştî jenoseyda 73 an ya 3 Tabaxa 2014 an, ji bo tolhildana xuşk û daykên xwe yên ku dîl hatine girtin hêza xwe ya parastinê YJŞ,ê avakirin. Ji bo carekî din ferman dubara nebe YJŞ xwe rêxstin dike û têkşîne xwe di aliyê leşkerî de dide meşandin. Cara yekê ye di dîroke civaka Êzidî de keçên Êzidî hêza xwe ya parastinê avadikin. Ji bo paratine hemû civakê û bi teybet parastine jinan YJŞ hatiye rêxstinkitin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) Yekîneyên Jinên Şingslê ( YJŞ ) hêza xwe ya parastinê dibîne.
Ermancên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ )
Yek ji ermancên serke yên TAJÊ rizgakirina keç û jinên Êzidî yên dîlgirtiya. Ji bo rizgakirina keç, jin, zarok û kesên dîlgirtî yên di destê çetayên Daişê de TAJÊ têkoşîn û xebatek di asta herî jor de dode meşandin. Li hemberî avahî, zihniyet û pêkanînên zilam yên desthilatdar li ser jinê, di bingehê xeta azadiya jinê de TAJÊ têkoşîn kirine esas digre. Her wiha li dijî nêzîkbûnên cinsîyetperest, ne wekhavî, êrîşên dewlet û rêxistinên desthiladar yên li ser jin berxwe dide û hêza xwe ya parastinê ava dike. Şideta di nava malbat, civak û kargehan de pêşdikeve, jinê reş dike, bê nasname dike, etil dike bê raman û vîn dihêle re bi fikrê azad û vîna azad li ber xwe dide û tekoşîn dimeşîne. Ji bo vê yekê jî xwe gihandin hemû jinana, rêxstin û perwerde kirine jinan esas digre. Jin bi rêxistin û zanebuna xwe pêşengtî ji civakê re dike. Tevgera Azadiya jinên Êzidî ( TAJÊ ) bi rexistinên jinan, Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Kildan û hwd re pewandî dike, Tifaq û yekîtiya jinan esas digre. Berxwedane jin û jiyana azad ji bo jinên cîhanê armanç dike. Ji bo ku baweriya Êzidyatî bê parastin û pêşxistin tekoşîn dike. ji bo welatek azad berxwedanê mezin dike. Ji bone ku fermana 3 Tabaxa 2014 an ya ku bi destê çeteyên Daişê pêkhatî, di asta Îraq û cîhanê de Jenosayîd bê qebul kirin. TAJÊ di aliyê qanunî, siyasî û diplîmasî bi dozdarî xebat li asta welat û dervayî welat dide meşadnin.