PERWERDE

AKADEMIYA ŞEHÎD BINEFŞ EGAL CIHÊ ZANISTÎ Û PERWERDEKIRINA JINÊN ÊZIDÎ YE

Di sala 2016’an de, piştî fermana 3 Tebaxa 2014’an bi du salan akademiya Şehîd Binefş Egal li Şingalê ji bo perwerdekirina jinan hat vekirin. Di nava van 6 salan de bi sedan jinên Êzidî di akademiyê de perwerde dîtine. Bi ramana ‘jina perwerdekirî civaka perwerdekirî ye’ û li ser fikir û felsefeya Rêber APO jin tên perwerdekirin.

Di Akademiyê de jin jinan perwerde dikin. Hevseroka desteya rêveber ya meclîsa xweseriya demokratîk a Şingalê ( MXDŞ ) Rîham Hesan ku dersa Jin û Malbat dida behsa perwerdeya jinan di akademiyê de kir: “Akademiya Şehîd Binefş Egal li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber APO  di sala 2016’an de piştî fermanê hat vekirin. Di vê akademiyê de jin di perwerdeyên fikrî re derbas dibin. Niha jî dewreya Şehîd Arîn hatiye destpêkirin de  keçên ciwan û di nav de dayîk tên perwerdekirin. Di akademiyê de ders li ser gelek mijaran tên dayîn; weke; Jin û Malbat, Civaka Xwezayî, Şerê Taybet, Dîroka Jina Azad, Dîroka Êzdatî, Netewa Demokratîk, Rastiya Rêber APO û hwd. Îro dersa me li ser mijara jin û malbat bû. Li ser serdema civaka xwezayî, serdema dewletperêzî û her weha di civaka Êzdatî jin û malbat, nîqaşên berfireh hatin meşandin. Bi taybet hevjiyana azad wê çawa werê avakirin û pêkanîn nirxandin pêş ketin. Tişta girîng; di perwerdê de ne tenê ders tên guhdarkirin, diyalog hene û nêrîn tên ser ziman. Bingeha rêxistinbûna me perwerde ye, ji bona ku civak bê azadkirin divê di serî de jin werin perwerde kirin. Di vê demê de ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me weke civak bi perwerdekirinê heya. Rêber APO dibêje; “Jina azad civaka azad e”, em jî di wê baweriyê de ne ku jina perwerdekirî civaka perwerde kirî ye.”

Jina ciwan Şîlan Şingalî ya ku di perwerdê de ye nêrîna xwe wiha tîne ser ziman: Ez jî di Akademiya Şehîd Binefş Egal de perwerde dibînim. Em deh kes in, bi hev re di  perwerda fikrî re derbas dibin. Li ser gelek mijaran ders hatin dayîn, em jî tevlî nîqaşan bûn û me pirs û nêrînên xwe anîn ser ziman.  Du meh in ez tevlî nava xebatên jin ê TAJÊ bûme. Ev cara yekê ye ku  perwerde dibînim, bi rastî ji bona min perwerde gelekî girîng e, ji ber ku lêgerîna min ya jiyana azad zêdetir bûye.  Jina ku perwerde kirî be wê zanibe çawa xwe biparêze, çawa xwe bi rê ve bibe û bibe îrade. Li ser vî esasî ku jina perwerde dît wê bi xwe re malbat û civakê jî perwerde û zana bike. Ez bi hêvî me ku hemû jin werin di akademiya Şehîd Binfeş de perwerde bibînin.”

Back to top button