Çîrok

SEMBOLA JINA ÊZIDÎ YA KU TESLÎM NEBÛYÎ : DAYÊ GULÊ

Ev raportaja li ser berxwedaniya Dayê Gulê ji aliyê rojnameger Şehîd Nûjiyan Erhan û hevala wê ya xebatê Jînda Asmîn ve hatiye çêkirin. Berê jî hatiye weşandin. Em jî li ser bîranîna Şehîd Nûjiyan Erhan careke din pêşkêşî xwendevanên xwe yên hêja dikin.

Bi zor û zehmetiyên xwe ve tam sê sal di ser fermana Şengalê re derbas bû. Sê sal in çar demsalan xwe li Şengalê pêça. Dayîk di xema mezinkirina zarokên xwe de û zarok mezin dibin. Hinek jê bi bîranîna fermanê, hinek bi temaşekirina rojên fermanê û hinek jê jî ji bo neyê jibîrkirin, bi şîreta roja fermanê ku ji mezinên xwe guhdar dikin mezin dibin. Tên mezinkirin. Zilam, weke her tim, weke dayîkan ji bo malbat tî û birçî nemînin, derdê starbûnê nekşînin, sê sal in dibêjin em divê çareser bikin û li çareseriyan digerin, hewldan nîşan didin. Dem hê jî ji bo gelê Êzdî bi van şertên zehmet pêş dikeve.

Li ser fermana 3 Tebaxa 2014’an a Êzdî ya Şengalê, gelek nivîs, dîmen û agahî derketin di ragihandinê de. Jiyanên cuda, weke çîrokên hatin destgirtin. Roja fermanê di her bihusta axa Şengalê de, qêrînên êş û azar û hewarê bilind bûn. Qîrînên veguherîn berxwedanê çêbûn. Lê gelo her qêrîna ku derket hat ziman?

Yek ji van qêrînan jî; çîroka jinek bi navê Gulê Mişko Nemir e. Di fermanê de li ber xwe daye û radestî DAÎŞ’ê nebûye.

Gulê Mişko Nemir; beriya bi salan bi kurê mamê xwe Reşo re dizewice. Bi Reşo re jiyana xwe berdewam dike. Heşt keçik û du jî kurik, deh zarokên Gulê çêdibin. Gulê û Reşo heman di salên xwe yên pêncî de ne. Her du jî veqetînê herî ji kûr ve dijîn.

Belê, Gulê dema ku DAÎŞ êrîş kiriye û xwestine wê êsîr bigirin, qehremantiyeke çawa nîşan daye. Ziraviyên bûyerê çi ne? Ji bo em bizanin me xwe gihand hevjîn û keçên Gulê. Dema em ketin mala Reşo, li odê wêneyekî tenê li dîwêr e, ew jî wêneyê Gulê ye. Di wêne de bûlizekî bi nexşê reş û kefiyeyek spî li Gulê ye. Di hinda lêvên Gulê de li dêma rastê xalek heye. Em ji nivîsa li ser wêne fêm dikin ku zarokên Gulê, wêneyê Gulê dane çarçovekirin û bi dîwêr ve kirine. Li gor wergerê jî nivîseke bi Erebî  ‘dakê em ê tu car te ji bîr nekin. Heram li şîrê te yê helal nexin. Bê te jiyan gelek zehmet e!’  dane nivîsandin.

Weke hevalên hev ê xebatê em her du (Şehîd Nûjiyan û Jînda) em dibin şahidê kêliyên ku Reşo carcarna li wêneyê Gulê dinhêre û henasa xwe dikşîne. Li ser daxwaza me Reşo ji me re behsa Gulê dike. Destpêkê em dipirsin Gulê miroveke çawan bû, hevoka destpêkê ji me re dibêje; Gulê jineke çeleng û egîd bû. Dema Reşo dest pê dike behsa Gulê dike, li rûyê wî hestiyariyek xuya dibe. Em fêm dikin ku çiqas bêriya Gulê bikin jî ji bo Reşo û keçên wê bûye serbilindî û jineke her tim mînak jê were girtin.

 

Jin bû, Egîd bû, Ez li Hêviyê mam; Kêliyek ji bo me hemûyan ku girî di qirikê de dimîne.  Reşo hewl dide vebêje; “Gulê jineke egîd bû. Bi îrade bû. Ji cîranên xwe re, ji gundiyan re, ji qencî û merîfetê re, ji xêr û egîdiyê re û li beramber min jî miroveke bi rêz û hurmet bû. Ev nêzikahiyên wê dihişt ku yê li beramber jî bi rêz û feraset nêzî wê bibin. Jin bû, egîd bû.” Em jê dipirsin; gelo hûn kîngê zewicîn, dîrok nayê bîra Reşo lê vedibêje; “Bi qasî tê bîra min emrê min 20 an 21, yê Gulê jî 18 an jî 19 bû. Bi salan me bi hev re jiyan kir.” Dema wiha got em ketin nav axaftina wî û me pirsî, hûn bi hezkirin bi hev re zewicîn yan bi rêya malbatê? Reşo dibêje Gulê keça mamê wî bû û got her we pirs kir ez bibêjim û behsa Gulê kir; “Gul keça mamê min bû. Em bi zaroktî jî her bi hev re bûn. Û min got ka ew min dixwaze yan na. Ew jî got ez te bi kulmek ax nadim, li ser ser û çavên min.” Dema Reşo vana dianî ziman xwîn ji birîna wî dihat jî lê çavên wî dikeniyan. “Lê dayîka Gulê bi emir bû û li wê dinhêrt. Birayekî wî hebû. Diviyabû ew jî bizewiciya. Ez jî salek li hêviya Gulê mam. Li gel min qedir û qiymeta gotinên Gulê gelek hebû. Ez salek li hêviyê mam û em zewicîn.”

‘Ez ê werim we bibim; Reşo dibêje ew ji gundê Zorava yê Şengalê ye û bîranînên ji Gulê mayî berdewam tîne ziman. Li Sinûnê dikaneke xwe ya biçûk a çêkirina makînên dirûnê vekiriye û bi salan e vî karî dike; “Heşt jê keçik û du kurik, deh zarokên me çêbûn. Roja fermanê DAÎŞ Gulê kuşt û keça min Şerîha û kurê min Salim jî êsîr girtin.

Keça min hê hişde salî bû.”  Em hema dixwazin ji me re vebêje ka keç û kurê te çawa êsîr girtin, Gulê çawa hat kuştin, roja fermanê çi hatin jiyankirin. Dibêje; “Ez wê demê ne li gel Gulê bûm. Min hin ferdên malbatê bi seyarê derbazî Başûr herêma Barzan dikirin. Me xwest despêkê zarokên biçûk rizgar bikin. Hejmara wan zêde bû; sêzde zarok. Me hemûyan li seyarê siwar kirin û di seyarê de cî nemabû. Ji bo wê her du zarokên me yên mezin û Gul mecbûr man li wê derê. Wê çaxê min ji Gulê re got ‘heta ez vegerim xwe bighînin çiyê, ez ê werim we bigirim’. Ez ê hema çûbûma zarokan daniya û vegeriyama wan bigirta. Lê ez negihîştim. Min xwest vegerim lê DAÎŞ rê girtibû û ketibû Sinûnê.” Em bi meraq dipirsin ka te ji kê bûyerê seh kir. “Keça min a ketî destê DAÎŞ, bi telefonê ji min re got ku çi qewimiye. Wê jî fersetek dîtiye û bi dizîka li me geriyaye. Got berê ew birine Helebê û ji wê derê jî birine Mûsilê. Dema li me geriya li ser rêya Mûsilê bû. Em salek berê axivî bûn. Paşê jî me careke din agahiyek ji keça xwe negirt. Agahî hat ku kurê min jî li Xanesorê hatiye kuştin. Lê em zelal nizanin ka hatiye kuştin an na. DAÎŞ keç û kurên min ji hev veqetandiye.  Heta salek berê jî keça min çawa fersend bidîta di telefonê de digot ew pir zehmetî dikşînin, muamela xerab li wan dikin û rezîliya ew têde ne, kesekî din nedîtiye. Me ji kurê min jî tu agahiyekê negirt. Keça min jî nizane ka çi li kekê wê hatiye û birine ku derê. Got ‘bavo me ji hev qut kirin’. Pênc zarok û hevjîna kurê min jî bi me re dijîn.”

Tam li nava Sinûnê li Gulê dan; Em dibêjin gelo Gulê roja fermanê çawa li ber xwe da û çawa hat kuştin. Reşo dibêje; “Gulê û her du zarokên min, dema ku dixwazin bigihîjin çiyê, li ser rê, hinek dûrî malê, nêzî benzînxana Sinûnê li derekê wan diqefêlin. Li seyarê siwar dikin. Wê çaxê yek jê extiyar, hin cîranên me diqefêlin. Yê extiyar berdidin, yên din hemûyan dibin eynî ciyê nava Sinûnê. Malbateke din jî dema dixwazin birevin ferq dikin û hema diçin wan jî diqefêlin û tînin eynî cihî. Gulê wê çaxê ji DAÎŞ re dibêje malbatan serbest berdin. Dibêje zilaman bigirin lê jinan berdin. DAÎŞ jî dibêje jixwe ji me re malbat, bi taybetî jî jin lazim in û dema dixwazin bibin Gulê bi demançeya pêre ye DAÎŞî yê ku pêre diaxive dikuje. Hevalê din ê DAÎŞî bi lez nêzî Gulê dibe. Gulê nedîtiye ku ew hatiye. Çawa yê DAÎŞî tê bi hêrsa kuştina hevalê xwe, şarjora sîleha di destê xwe de hemû di bedena Gulê de vala dike. Gulê dikuje.”  Ji pirsa cihê ku tam Gulê lê hatiye kuştin ku der e re jî dibêje; “Dewara Sinûnê. Tam li nava Sinûnê li Gulê dan.” Dema Gul hatiye kuştin bi texmînî çend kes li derdora wê hebûne. Yên ji wan kesan ên rizgar bûbin hene? Bi taybetî kesên ku bûne şahidê bûyerê tu ji wan nas dikî? Em bi meraq van pirsan jê dikin. Reşo; “Keça min got gelek kes li derdora wan hebûn. Bi qasî ez dizanim kesek rizgar bûbe nîne. Hemûyan girtine û birine. Em nizanim çi bi wan hatiye.” Çend DAÎŞî hebûn? “Keça min got du kes bûn. Ya rastî alîkariya Gulê kiribûna wê hemû jî rizgar bibûna. Lê tu kesî ji tirsa xwe nelivandiye.” Dema wisa dibêje ji hêrsa birhên wî dibin cot. Çav û birhên xwe dide ser hev. Bi xeyalan ve diçe. Eger li wê derê bûya, belkî Gul nehatiba kuştin. Dibe ku difikire ‘min dikaribû rizgar bikira’ em nizanin.

‘Gulê her tim bi demançeyê re mijûl dibû; Me her duyan bi meraq pirsî; Gulê bikaranîna demançê kîngê û çawa fêr bû? Reşo got ku demeke dirêj e ku Gulê dizane demançê bi kar bîne. “Demançeyeke min hebû û min her tim li malê dihişt. Gulê ew bixwe li ba min fêrî demançê bû. Gulê her tim bi demançê re mijûl dibû. Vedikir, digirt û her tim paqij dikir.” Em hema dipirsin; “Gelo çi bi wê demançê hat?” Reşo; “DAÎŞ piştî ku Gulê kuşt, demançê jî bi xwe re dibe.” û hêviya me ya dîtina wê demançê bi carekê ve dişkê.

 

‘Me ew bir Qebristana Pîrê Ewran; Reşo ji pirsa te kîngê kuştina Gulê bihîst re dibêje; “Roja ewil, dema ku min zarok dibirin Başûr, min di rê de bihîst.” Û em difikirin pirsa cenazê Gulê li ku derê ye û te ew kîngê dît, wê di cî de be û em dipirsin, Reşo dibêje; “Dîroka wê nayê bîra min, lê dema ku despêkê rê hat vekirin, min cenazê wê li Sinûnê dît.” Em jî jê dixwazin ew kêliya ku cenaze dît hinek din bi ziravî ji me re vebêje; “Çawa rê vebû ez ji Başûr hatim Şingalê. Careke din jî neçûm Başûr. Min mandin û şerkirinê rast dît. Ez wê demê li milê Şerfedîn dimam. Çawa hatim, li cenazeyê Gulê geriyam. Cihê ewil min lê nihêrt, cihê ku li Gulê dabûn, nîva Sinûnê bû. Lê min cenaze li wê derê nedît. Piştre min bihîst ku li pişt dikanên Sinûnê, li eraziyekî vala cenazeyê jinekê heye. Hema ez çûm min li wê derê nihêrt. Ez nizanim kî cenaze biriye daniye wê derê. Cenaze yê Gulê bû. Min hema nas kir; Gulê bû. Ji ber ku eşyayên ku li ser bûn, di nav hestiyan de mabûn. Bedena wê bi tevahî heliyabû. Tenê hestiyên wê mabûn. Hestiyên wê di nav kirasê wê da bûn.

Min ew kiras, heftiyek beriya fermanê, ji Gulê re ji Sinûnê kirîbû. Ew roj ew kiras lê bû. Li xwe kiribû. Va hestiyên wê, porên wê, gustîlka zewacê ku min dabûyê, yek jî cizdanek hebû. Di cizdan de wêneyê bavê Gulê û zarokên me hebûn. Hemû li gel hev bûn.” Ji pirsa cenazeyek din hebûn li gel wê, ya cenazê wê tenê bû re jî, bi dengekî ku bi êşa tenêbûnê ji kûr ve dihese, dibêje ‘erê’ Reşo. ‘Tek bû, tenê bû’ Tu cenazeyek din li gel wê nedîtine. Keça min ji min re gotibû ‘daka min kuştin û me girtin birin’.” We Gulê bir kîjan qebristanê? “Du roj piştî ez vegeriyam me cenaze dît û bir qebristana Pîrê Ewran. Li wê derê me veşart.”

‘Fişeka li ser mezelê Gulê daleqandiye; Em bi Reşo û keça wî Dîlman re diçin Pîrê Ewran û gora Gulê ziyaret dikin. Destpêkê em quba Pîrê Ewran ku ji bo Êzdiyan yek ji mekanên pîroz e ziyaret dikin. Li qumaşên jêre dibêjin Perî, sê girêkên cuda lê girê didin û diayan dikin. Paşê derbasî goristana ku Gulê lê ye dibin. Dema em digihîjin ber gorê, keça wê Dîlman xwe nagire û digirî. Reşoyê bavê wê her çiqas zehmetî bikşîne jî dixwaze keça xwe aram bike. Lê ew bixwe jî nikare bi hêsrên çavên xwe. Rexmî her tiştî jî zû xwe komî ser hev dike Reşo. Em çawa digihîjin qebristanê, fişeka li ber serê Gulê daleqendiye bala me dikşîne. Reşo ji pirsa çima li ser serê Gulê fişekek daleqendiye re dibêje; “Ev fişeka li ser mezelê Gulê daleqandiye şer û berxwedana Gulê îfade dike. Me ji ber vê avêt vê derê.” Li kêlek gora Gulê mezelên din jî hene. Em dixwazin ji Reşo fêr bibin ka ew gor aydî kê ne? Reşo dibêje; “Ya hema li ba Gulê keça mamê min ê din e û ya li ba wê jî aydî xuşka Gulê ye. Her sê jî gel hev in. Xuşka Gulê ji êşa Gulê, li ber xwe nade û du meh piştre dimire.”

 

‘Dema hinek direviyan, Gerîla û YPG hatin em rizgar kirin; Reşo ji pirsa ku sedema van hemû tiştan çi bû, ferman çima rabû re bersiva despêkê wiha dide: “Roja fermanê tu kesî em neparastin. Yên gotin em ê we biparêzin em hiştin û reviyan. Hem jî beriya gel, beriya me reviyan. Gel terkî mirinê kirin. Yê gel rewşa kesî tunebû ku alîkarî bide kesekî din. Her kes ketibû derdê rizgarkirina xwe û malbata xwe. Gelek xirab bû. Her kes bi aliyek ve direviyan.”  Reşo ev jî lê zêde kirin; “Eynî rojê dema hinek direviyan, gerîla û YPG hatin em rizgar kirin. Canê xwe feda kirin û em parastin. Ji gel jî yên li ber xwe dan hebûn. Yên hatin em parastin, terka Çiyayê Şengalê nedan. Jixwe wekî din kesekî me biparêze nebû. Eger ew nebûna Êzdiyek jî nedima. Sîlehên me yên bi hêz nebûn. Lê DAÎŞ bi sîlehên mezin, bi Hemiran êrîşî me dikirin. me û hevalan, bi îradeya xwe, bi derfetên kêm ê di destê xwe de me şer kir û li ber xwe da. Ji bo vê DAÎŞ bi temamî negihîşt armanca xwe. Nekarî derkeve Çiyayê Şengalê. Herî dawiyê bi xêra hevalan me serkeftin anî. Me bi hev re qezenc kir.”

‘Gulê bi îradeya xwe li ber xwe da; Reşo dema ber bi dawiya vegotinên xwe, bi xirûreke mezin behsa Gulê dikir, dengê wî di guhê me de dimîne. “Wê her kes rojekê bimire. Şikur ji Xwedê re ku Gulê ji bo şerefa xwe mir. Mirina wê ya bi berxwedan, ji bo min xirûrek e. Gulê ji bo min şerefeke pîroz e. Ne bi îradeya tu kesî, bi îradeya xwe li ber xwe da. Ev rûmeteke mezin e.”

Ş. NÛJIYAN ERHAN/ JÎNDA ASMEN

 

Back to top button