CIWAN

XWE ZANÎN, BINGEHÊ HEMÛ ZANÎNA YE; YJCÊ

Yekîtiya Jinên Ciwan Ê Êzidî; Dema nasnameyek were pênasekirin bêguman tenê bi roja ku em têde ne were pênasekirin wê ne pênaseyeke rast û terkêr be. Tenê bi roja îro pênasêkirin heman demê rastiyê jî perçekirin û hebûna xwe ji dîrokê qutkirinê tîne. Ev jî dibe sedem ku ne em xwe tam nas bikin ne jî xwedî li rastiya xwe derbikevin. Bêguman ji bo ku em bikaribin xwedî li hebûna xwe derbikevin pêwîst e destpekê em rastiya xwe bizanibin. Di roja me ya îro de dewlet, civak û malbata ku em têde jiyan dikin bûyê sedem ku em xwe nas nekin. Xwe nenasîna me dihêle ku ji bo me çi bê gotin em jî li gorî vê jiyan bikin û heman demê xwe têxin nav qilifên ku ji bo me hatine eyarkirin. Lê belê weke ku Serokatî û gelek feylesof dane xuyakirin “xwe zanîn” bingeha hemû zanînan e. Yekî ku xwe nas nekiriye nikare yekî din jî nas bike û nikare bibe ya xwe. Yê ku nebe ya xwe wê bibe ya yekî din, an jî yê ku xwe bi nasnameya xwe nede nasîn wê xwe bi yekî din bide nasîn. Mînak em Êzidî ne mecbûr em xwe bi Êzdatî bidin nasîn. Em nikarin wekî Erebek an jî Tirkek xwe bidin nasîn. Lê belê sîstema kapîtalîst a ku di civak, jinê de yekrengiyê derdixîne, dibe sedem ku di nasname de jî yek fikrandin, yek feraset derbikeve. Bêguman ev zîhniyeta ku bi fikra zilam xwe tanzîm dike û xwe li ser jinan ferz dike, di nasnameya jin de jî parçebûyînê heman demê di jinên ciwan de jî vê pirsgirêkê kûrtir dike.

  

Di her merheleyekê de bi pênaseyekê jin pênase dikin. Di dema koletiyê de wekî koleyekê di bazaran de difirotin. Di dema derketina ol de digotin “porê wê dirêj e, aqlê wê kêm e, bi hevîrê destê xwe nekeve nav karê zilaman” û hwd. Di dema feodaltiyê de jinê re wekî cihê jiyanê tenê 4 dîwarên mala wê rewa didîtin û heman demê bedena jinê namûsa xwe didîtin. Di dema niha de jî di milekî de ev hemû tên jiyankirin, di milekî de jî kapîtalîzm beden, fikir û ruhê jinê kiriye amûra firotinê, bi navekî din wê parçe parçe kiriye, wê ji cewhera wê dûr xistiye. Bi navê xweşikbûyînê dibe sedem ku ew jin ji xwe nefret bike xwe bişibîne modeleke din. Bi navê pêşketinê dihêle ku ew însan ji civaka xwe dûr bikeve, biçûk bibîne û ji çanda xwe dûr bikeve.

Ev destgirtin û mêzekirin di jin de her çiqas derheqê xwe de fikrekî ne yê wê û jiyaneke ne aydî wê dabe avakirin jî lê belê li kêleka vê yekê li beramberî fikra zilamperest a ku jinê kêm dibîne di nava îsyaneke de bû. Her çiqas ev îsyan nebûbe malê hemû jinan jî bi derketina Serok APO îro bi milyonan jin ji bo ku bibin “xwebûn” di nav têkoşîneke pir xurt de ne. Ev têkoşîn hem wekî jin hem jî weke jinên ciwan lêgerîna azadiyê û xweşikbûyînê da avakirin. Taybet weke jinên ciwan ji bo valaderxistina pênaseyên zilam ên li ser jin careke din zivirandina cewhera xwe da çêkirin. Jina ku her kêmî zilam dihat dîtin û nedibû ku li pêşiya zilam bimeşe an jî li kêleka wî bimeşe îro pêşengtî ji guhertin û veguhertina zilam re dike. Taybet weke jinên ciwanên Êzdî pêwîst e ev kirasê ku zilam dixwaze li me bike em ji xwe bavêjin. Nêrîna ku jin tenê aydî zilam dibîne û wê ji bo zilam amade dike re bersiva ku wekî jinên ciwan ên Êzdî em bidin; ‘Em ne ya tu kesî ne, em ne ji bo bibin milkê zilam, malbatê em hene. Berî her tiştî ez pêwîst e bibim ya xwe.’

JINÊN CIWAN YÊN ÊZIDΠ

 

 

 

Back to top button