ZIMAN HEBÛN Û NASNAMEYA MIROV E
Ziman destpêka afirandina civakbûnê û mirovahiyê ye. Hebûna mirovahiyê di nava çend stûnên sereke de xwe şîn dike; yek ji wan sitûnên sereke jî ziman e. Ziman hebûna mirov e, zimanê mirov nasnama mirov e, hebûn û çanda mirov e. Ziman pergala ragihandina dengan e, ev pergal bi devkî, û niviskî di herikîna dem, dîrok û pêvajoya mirovbûnê de ji aliyê mirovan ve bi rêkûpêk nîşanekirina tişt, heyîn, çalekî û hestan pêk tê. Ziman xwe nûjen dike, bi rê û rêbazên nû bi pêş dikeve. Mirov bi zimanê xwe tête naskirin.
Ziman çavkaniya jiyanê ye, lewma jî divê mirovahî ji zimanê xwe hez bike da ku karibe zimanê xwe biparêze. Dema mirov ji zimanê xwe hez bike, xwedî hebûn û îrade ye. Ziman ahengiya di nava însanan de ye. Ziman civakbûnê bi hev ve dide girêdan, lewma jî ger zarokek û civakek bi zimanê xwe nepeyive, nenivîse û zimanê dayîkê bi kar neyne ew zarok û civak seqet dimîne. Ji bo wê jî pêwîst e mirov ji zimanê xwe şerm neke; bi zimanê xwe biaxive û binivîse, ji ber ku zimanê mirov cewhera mirov e. Civakek ger bi zimanê xwe nepeyive reng û dengê wê civakê nîn e.
Dema dayîk zarokê xwe mezin dike, bi zimanê xwe çand û exlaqê xwe dide zaroka xwe. Loma jî zimanê dayîkê weke şîrê dayîkê şîrîn e û helal e. Dema ku mirov ji zimanê dayîkê qut bû, di heman demê de ji dayîka xwe jî qut dibe. Ji çanda dayîkê, ji civakîbûna dayîkê dûr dikeve. Ger zarokek zimanê xwe yê dayîkê nepeyivî seqetbûna wê zarokê çêdibe. Êdî kîjan zimanî biaxive dibe aydî çanda wî zimanî.
Ger mirov wate û girîngiya zimanê xwe nezane û bi lêv neke, nikare bêje ez xwedî çand û dîrokekê me. Ji ber ku ziman nasname û hebûna însan e. Ziman xwebûna însan e, têgeha ziman di navbera însan de heqîqeta fikir rave dike. Ziman, çand e, ziman nasname ye û ziman ahenga nava mirovahiyê ye. Serok APO dibêje; “Ziman beden e çand beden e, li zimanê xwe xwedî derkevin!”