JIN Û ZIMANÊ KURDÎ
Di mirovbûna mirov de ziman xwedî cihekî girîng e. Mirov dema ji zimanê îşaretan hêdî hêdî derbasî zimanê bi deng dibe, pêvajoya mirovbûnê jî bi lez dibe. Bi pêşketina ziman re jî derfetên fikra berfirehtir di mêjî de zêdetir dibe. Mirov bi zimanê rêk û pêk dibe, dikarin baştir li hev bikin. Her wiha gelek zehmetiyên jiyanê tên derbaskirin. Bi vî awayî di nav xwezayê de jî tecrûbeyên hatine komkirin ji bo hemû mirovan tê ragihandin. Her kes dikare feyde jê bigire. Li gorî lêkolînan û daneyên ji wê demê mane hatine şîrovekirin; ev pêvajo vedigere 50 an 60 hezar sal beriya mîladê. Di vê serdema teknolojiyê de, ev dem ji mirov re weke demeke dûr û dirêj tê.
Bêguman pêşenga vê pêvajoyê jî jin e, jina dayîk e. Pêşeng dema gotî; ya ku di avakirinê de li pêş e, zêdetir ked dide, diafirîne û yekser têde cî digire tê bîra mirov. Ango ne ku mêr di van pêvajoyan de tune ne. Ji zaroktiya me ve di bîra me de ye; dayîk çawa peyv bi peyv me fêrî axaftinê dike. Qey tenê axaftin! Hemû jiyanê bi me dide fêrkirin. Her ku em mezin dibin, vêca hemû civak tevlî pêvajoya mirovbûna me dibe. Lê dayîk her dimîne ferhenga me ya sereke ya jiyanê. Ji ber vê ye ku ji zimanê em diaxivin re Zimanê Dayîkê tê gotin. Ango zimanê dayîka te çi be yê te jî ew e. Tu bi wî zimanî difikirî, hîs dikî, dipeyivî, kêfxweş dibî…
Di nava hezarê salan de hemû nirxên ku mirovahî bi ked û tecrûbe bi dest dixe, dibe çanda mirovahiyê. Her milet, her qewm, xwedî çandeke cuda ne. Lê çandeke bingehîn a aydî hemû mirovahiyê jî heye. Ew jî exlaq e. Hemû milet zarok, pîr û kalên xwe diparêzin, zirarê nadin zindiyan, derew, dizî, fesadî, kuştin û hwd baş nayê dîtin. Li beramber jinan hurmetek tê dayîn. Jin, di veguheztina vê çandê de pêşeng e. Ya ji dayîka xwe girtî, digihîne zarok û civaka xwe. Kombûna hezarê salan radestî pêşerojê dike. Avabûna jiyanê di şexsê xwe de berdewam dike.
Bêguman ziman; weke parçeyeke esasîn a çandê, di nava demê de diguhere jî. Lê jixwe jî bi tevahî naguhere. Zimanê Kurdî jî yek ji van zimanan e ku ji demên qedîm ve xwe gihandiye roja me. Her wiha çanda li dora xwe kom kiriye jî bi xwe re bi awayekî zindî aniye. Civakên bi Kurdî, bi zaravayên Kurdî diaxivin, hema bêje di her dema dîrokê de zêdetir bi çandinî û heywankariyê re mijûl bûne. Ol û baweriyên ku pê jiyan dikin jî, weke jiyana madî, li derdora vê çandê hatine honandin. Çanda çandinî û heywankariyê çandeke bingehîn, sereke ya mirovahiyê ye ku mirov bi vê çandê jiyana xwe berdewam dikin. Lewma zimanê vê çandê jî zimanekî bingehîn û bi kok e. Bêguman Kurdî yek ji van zimanan e.
Alema zanistê eger bi mêjiyekî azad vê mijarê lêbikole, wê bibîne ku bi hezaran peyvên Kurdî, ji demên despêkirina Neolotîkê ve heta îro hatine. Dîsa sosyolojiyeke azad wê bibîne ku gelên cuda ku cîrantiya hevdu kirine, ji hev peyv girtine jî û dane jî. Di zimanên weke malbat li gel hev hatine rêzkirin de, bi hezaran peyvên ji bo vê rastiyê mînak in hene. Ev hemû mijarên zanista Lîngûîstik (zanista ziman) in.
Dîsa mêtî û nêrtiya zimanan jî, mijareke girîng a Lîngûîstîkê ye. Lê belê zêdetir eger ji aliyê civaknasî ve were destgirtin wê şîroveyên hîn nêzî rastiyê derxe holê. Ji ber ku mijara jin û ziman, mijareke tenê bi Lîngûîstîkê safî bibe nîne. Dema di ronahiya daneyên arkeolojî, felsefeya ziman û civaknasiyê de were şîrovekirin, wê zêdetir xizmeta heqîqeta mirovahiyê bike.
Rastiyeke xwezayî heye ku; tu çi biafirînî, çêbikî, tu yê nav jî lê bikî. Di Kurdî de gelek qertafên, pêvekên peyvan mê ne. Ji vê jî tê fêmkirin ku jinê afirandiye, nav lê kiriye û ji dîrokê ve gihandiye îro. Ango cewher de pêşengtiya jinan heye. Ev cewherê ku pênc hezar sal in tê xwestin di bin deshilatiyê de were hiştin, çewisandin, îro êdî di her derî de xwe dide xuyakirin. Sazî û dezgehên Tevgera Azadiyê, cewherê jinê yê azad rêxistin dikin û vedigerînin serkeftinê. Li ser vî esasî Cejna Zimanê Kurdî, di heman demê de cejna jinê ye jî. Jina Kurd ku di pêşengtiya wê de Zimanê Kurdî di bin ew qas zilm û zoran de heta îro hatiye, xwediya vê cejnê ye.
Azadiya jinê û azadiya ziman, du rastiyên sosyolojîk in ku di nav hev de ne, bi hev ve girêdayî ne. Jineke ne azad be nikare bi demdirêjî û bi xurtî, xwedî li zimanê xwe derkeve. Dema jin azad be civak û jiyan jî azad in. Di jiyana azad de her kes dikare bi zimanê xwe yê dayîkê tevlî civakîbûna xwe bibe.
Di merhaleya îro de her kêlî êrîşên kapîtalîzmê li ser jiyana azad hene. Ev jî asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê pêş xistiye. Jiyana bi teknîkê ditevizînin, di bin metirsiyeke cidî de ye. Ya ku ji her demê zêdetir divê li dijî vê qirkirinê derkeve, dîsa jin e. Îro xwedî gelek derfetên sazîbûnan e ku dikare xwedî li zimanê xwe derkeve. Û weke encameke pîroz a pêvajoya têkoşîna Azadiyê; Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Cejna Zimanê Kurdî; di serî de li têkoşerên jiyana azad; li hemû jin, dayîk û gelan pîroz be.
Binevş Merwan