ROJEV

XWE PARASTIN JI NAN Û AVÊ GIRÎNGTIR E

Dema mirov li dîroka mirovahiyê dinêre mirov dibîne ka çawa civakan bi hezarê salan xwe parastine. Dîrok ji bo me dibe ezmûneke mezin û zimanê heqîqetê ku pêşeroja me jî ronî dike. Gerdûn û her zindiyek li ser rûyê erdê xwedî pergalek ya xwe parastinê ye.

Parastin çiya?. Li hemberî hemû êrîşên li ser tunekirina hebûn û nasnameyê helwestên tên  mîşandan in. Parastina çand, ziman, ol, bawerî, ax û tevahî nirxên manewî parastina hebûn û nasnameya xwe ye. Ev hemû li ser felsefeyeke jiyana azad pêkan e. Ger xwe naskirin û perwerdeyeke berfireh nebe, ne mumkune ku parastina cewherî jî pêş bikeve. Her wiha civak li hemberî kes, kes jî li hemberî civakê berpirsiyar e. Wiha hêza fikrî û hevbeşbûna ruhê komînal pêş dikeve, civakeke exlaqî û polîtîk ava dibe.

Mirov dikare bibêje ku parastin ji bo mirov, ji nan û av giringtir e. Ji ber ku parastin dibe henaseya jiyanê. Zindiyên xwedî sîstemeke parastinê nebin, mirî ne. Ji bo wê bûyîna xwedî vîn, armanc û ruhê welatparêzî, watedayîna hebûna xwe û heskirina jiyanê girîng e. Bêguman parastin tenê di milê çekdarî girtina dest wê bibe nêzîkahiyeke teng û lawaz. Bi qasî ev mil xwedî girîngiyeke jiyanî ye, ew qas jî milên din pêwîst in û hevdû temam dikin. Bi siyaseteke demokratîk, têkiliyên hundir û derve, aliyê hiquqî, dawa mafê xwe ango civaka xwe kirin, xebat û têkoşîneke watedar e. Her wıha patastina çand û zimanê xwe li hemberî bombebarana şerê teybet yê sîstema kapîtalîzmê nebe nabe. Her mirovek di parastina xwe û civaka xwe de, dikare bibe xwedî rol. Bi pênûsa xwe, bi kamera xwe, bi tembûra xwe û hwd.

Li hemberî çi xwe parastin?. Dema li ser ger û welatê te dagirkerî, êrîş, kuştin, heqaret hebe, dijminê te mafê jiyanê ji tere nehêle, wê demê parastin dibe mafekî te yê rewa. Bi xwe parastinê tu li hemberî sîstema baviksalarî ya deshiladar serî hildidî, Ji zilmê û koletiyê re dibêjî na. Ji ber sîstema desthiladar bi hemû rêbazên kirêt hewil dide civakê dîl bigre û biçewisîne. Bê îrade, bê hêvî, bê moral bike. Herî zêda hewil didin di kesayeta jin û ciwanan de pêk bînin. Ji bo valaderxistina  hemû lîstokên dijmirovahiyê rola pêşeng û sereke, Weke ku Rêber APO di analîzên xwe nirxandiya, rola jin ciwanan e. Gava civak bibe xwedî hêz û îrade tu astengiyan nas nake û ji bo rûmeta xwe têkoşînek bê hempa dimeşîne.

Herî zêde em civaka Êzidî pêwîstiya me bi xwe parastinê heye. 74 fermanên ku li ber çavên cîhanê çêbûne di civaka Êzidî de texrîbatên gelek mezin çêkirine. Di encamê de me berdêlên pir giranbuha weke Şehîd Bêrîvan, Nûjiyan, Feraşînan, heta Şehîd Zerdeşt, Merwan Bedel û Şervan Êzidxan.  Bi sed hezaran fedayên Tawisî Melek û parazvanên Êzidxana pîroz in ku xwîna xwe dara jiyanê av dan, bûn findên hêviyê di dilên mirocên  7 salî heya 70 salî. Ewin Şehîdên me, her yek ji wan bûne sitêrkên ku ezmanê welatê me ronî dikin.

Piştî fermana 3 Tabaxa 2014 an, civaka Êzidî xwe bi rêxstin kir. Rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Hemû sazyên pêwîst, meclîsên gel û komîte hatin avakirin. Ji milê aborî, çandî, perwerda bigre heya siyasî, şaradarî diplomasî, tenduristî, tevgera jin û ciwanan di hemû aliyan de civaka Êzidî li Şingalê rêxstina xwe avakirin. Bi rêveberî û parastinê, xort û keçên me cara yekê  di dîroka Êzidiyan de bi destê xwe hêza xwe ya parastinê avakirin. Yekineyên Berxwedan Şengalê YBŞ’ e û Yekineyên Jinên Şengalê û asayişa Êzdîxanê ji bo parastina civaka xwe de 24 seatan xwedî kedekî giranbuhane ku piştî fermanê û heya niha parastina civak û baweriya xwe dikin parastina ax û warê xwe dikin.

Dayîkên me bi keviran li hemberî tangan disekinin û dema pêwîst kir dest davêjin çeka xwe. Ev helwest bi nirx û dîrokî ye. Êdî civaka Êzidî dikare xwedî li xwe derkeve. Wê bi vê zanebunê berxwedana xwe bilind bikin, yekîtî û tifaqa xwe pêş bixin. Hêzeka ji pola hatiya avakirin ku tu kes nikare vê hêzê parçe û tune bike. Weke Şehîd Zerdeşt Şingalî got “ Êzidî na tirsin”, şehîd Merwan Bedel got “ Doza me mezine, em dev jê bernadin” bi vê bîr û baweriyê xweseriya Şingalê misogerkirin.

Ji bo xwedîderketina li Şehîdên xwe, li ax û rûmeta xwe bi pêşengtiya jin û dayîkên Êzidxanê, dem dema parastin û xweseriya Şingalê ye.

Lava Şingalî

 

Back to top button