JINA ÊZIDÎ Û ZIMANÊ JIYANÊ
Jinên Êzidî di jiyanîkirina çanda Êzidî de bi roleke girîng radibin. Jixwe di hemû çandan de jin, pêşenga avakirina jiyanê ye, her wiha çandê civaka xwe ye jî. Çanda Êzdî di şexsê jina Êzdî de şênber dibe. Di 40-50 salên dawî de civaka Êzidî, zêdetir bi derdorên xwe re ketin nav dan û stendinan. Beriya van salan zêdetir di nav xwe de girtî bûn. Çi bi rêya ticaretê, çi bi rêya xwendin, dibistanan, amûrên teknolojiyê, çi jî têkiliyên fermî yên weke leşgertî û hwd. têkilî berfirehtir bûn. Ev têkilî zêdetir di asta mêran de dima. Ji ber ku ticaret jî, leşgertî jî û heta astekê xwendin jî, tenê ji bo mêran heq dihat dîtin. Ji bo jinê jî zarok xwedîkirin, karên malê, weke erkeke civakî dihat ferzkirin. Heywan xwedîkirin û çandinî, tek karên aborî bûn ku jin jî têde cihê xwe digirtin. Li kêlek karên malê yên giran, barê karên aborî jî digirtin ser milên xwe.
Ev tevlîbûna jiyanê, bi xwe re têkiliyên civakî jî didan avakirin. Jina ku di nav malê de sînordar dima, derfet didît ku zêdetir çanda xwe ya qedîm jî bide jiyanîkirin. Bi zarokên xwe bide fêrkirin û berdewamkirin. Her wiha mirov dikare bibêje ku di berdewamîkirina çanda Êzidatiyê de jin pêşengtiyê dike. Ji ber ku neketiye nav têkiliyên ji derveyî civaka xwe, hîn sade û resen maye. Ne tenê çanda Êzidatî berdewam dike, di şexsê xwe de diparêze jî, fêrî zarokên xwe dike û pêşve dibe.
Zimanê Kurmancî, weke parçeyê herî girîng ê çanda Êzidatiyê ye , bi ol û baweriya Êzidatî re yek tê destgirtin. Çawa ku di baweriyê de nabe ku guhertin were çêkirin, di ziman de jî heman rêgez esas tê girtin. Guhertina ziman weke xerabûna di baweriyê de tê destgirtin. Lewma mijareke gelek hesas e. Heta mijareke ji nîqaşê re jî nevekirî ye.
Hemû qewlên Êzidiyan bi Kurmanciyeke resen tên vegotin. Zêdetirî xwe kesên jêre Qewlbêj tên gotin qewlan dibêjin. Qewl bi edebiyateke sade û herikbar tên vegotin. Her endama/ê civaka Êzidî bi rêz û hurmeteke girîng li qewlan guhdar dikin. Ji ber ku qewl tekane çavkaniya çand û baweriya Êzidayetî ne. Têde hemû adet, dîrok, mîtolojî, baweriyên Êzidîyetî hene. Şîret hene, exlaq heye, têkiliyên mirov bi mirov re, mirov bi xwezayê re, bi hemû ziraviyên xwe tên vegotin.
Dema mirov ji aliyê ziman ve bi çavekî akademîk li qewlan dinhêre û lêkolîn dike, têde dibîne ku Kurmanciyeke sade hatiye parastin. Ev mijareke lêkolînên Akademîk ên dûdirêj û nivîseke din in. Lewma em ê di vê derê de negirin dest.
Di van rojên ku Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin de, yên ku herî zêde pîrozkirinê heq kirine jî jinên Êzidî ne. Ji ber ku weke me da diyarkirin, jinên Êzidî çi bi jiyana xwe, çi bi sekna xwe, di parastina zimanê xwe de cihekî girîng girtine. Di çand û zimanê xwe de israr kirine. Tevî hemû fermanên bi serê Êzidiyan de hatine, derfetên perwerdeyên dibistanan nehatibin dayîn jî dest ji çand û zimanê xwe bernedane û bernadin jî. Bi diayan, bi gotinên pêşiyan, pend û şîretan, bi çîrok û çîrvanokan, bi metelokan, bi stranan, bi xerîbiyan zimanê xwe her parastine. Çanda xwe ya qedîm a kombûna hezar salan gihandine roja îro.
Her çiqas îro hin peyvên gelên cîran ketibin nav Kurmancî jî, jin zêdetir bi zimanekî resen jiyanê ava dikin. Rastiyeke sosyolojîk e ku gelên dost û cîran dema di nav hev de, di kêlek hev de dijîn, têkiliyên dostane jî ava dibin, dan û stendin jî çêdibin. Bi van dan û stendinan jî peyv jî ji hev digirin û didin hev. Di Êzidayetî de her çiqas hin peyv guherîbin jî cewherê Êzidayetî her li ser koka xwe şîn dibe.
Bi misogerkirina Rêveberiyeke Xweser a Şingalê û rêxistinkirina jinên Êizdî, wê derfeta pêşveçûna Kurmancî jî zêdetir bibe. Dema ku di dibistanan de bi Kurmancî perwerde were dayîn wê xeteriya asîmîlasyon-bişaftinê jî ji holê rabe. Di vê pêvajoyê de jî wê jinên Êizdî, bi rêxistinkirina xwe, bi kar û xebatên xwe, weke paşeroja xwe ya bi heybet cihê xwe têde bigirin. Di şexsê bi hezaran jinên ku di fermanê de serê xwe dan lê dest ji çand û baweriya xwe bernedan de Cejna Zimanê Kurdî li hemû jinên Êzidî û civaka Êzidî pîroz be!
Selwa Hecî