LI ŞENGALÊ PERWERDA BI ZIMANÊ DAYIKÊ
Bi zimanê dayikê xwe perwerde kirin çanda xwe avakirinê ye, nasname, îrade û civaka xwe naskirin e. Dema zarokek çavên xwe li dinyayê diveke û jiyanê pêşwazî dike bi zimanê dayîka xwe xwebûna xwe nas dike. Fêrbûna zimanê dayîkê şert e ji bo her zindiyekê ku çavê xwe li dinyayê vedike. Berî her tiştî di her civakê de pêwîstî heye ku mirov bi zimanê dayîka xwe, xwe nas bike.
Li Şengalê xebatên perwerdehiya bi zimanê dayikê, piştî fermana 14.08.2014’an dest pê kirin. Di 3.8.2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşên qirkirinê anîn ser Şengalê, bi sedhezaran kes neçar man û koç kirin. Lê bi deh-hezaran kes jî xwe spartin Çiyayê Şengalê û hebûna Êzdiyatiyê li wê derê parastin. Xebatên me jî di demeke wiha dîrokî de, di bin dorpêç û êrîşên fermanê de li Serdeşta Çiyayê Şengalê dest pê kirin. Êzidiyên ku xwe spartibûn Çiyayê Şengalê, bi giranî li Serdeştê kom bûbûn û di nav de bi hezaran zarok jî hebûn. Li gel berxwedan û parastinê, pêdivî bi xebatên civakî jî hebû. Li ser vê esasê, di 2015’an de bi pêşengiya komeke mamosteyên xwebexş xebatên me yên yekem di bin navê Saziya Ziman û Perwerdehiya Şengalê de dest pê kirin. Di Şengalê de perwerdeyek bi zimanê dayîkê nehatibû dayîn. Zarokên Şengalê, her tim li ser çand û nasnameya Êzidatiyê bi qirkirin û çewisandinê re rû bi rû mane, ji bo wê jî yê ku herî zêde ji vê qirkirinê bondor bûyî zarok bûn. Lê piştî fermana 73’an fêrkirina zimanê dayîkê hate despêkirin. Li Şengalê perwerdeya bi zimanê dayîkê destpêkê li 2 cihan hate destpêkirin.
Ji ber ku hemû Şengal dagirkirîbû, di destpêkê de tenê li Serdeştê û her wiha li Kampa Newrozê ya li Rojavayê Kurdistanê ku bi dehezaran Êzidî koçî wê derê kiribûn, xebat hatin destpêkirin. Piştî şikandina DAIŞ’ê û rizgarbûna Şengalê, me jî pêngaveke nû pêş xist û xebatên xwe yên perwerdehiyê li seranserê Şengalê belav kirin. Bi taybet bi vegera gel re, me li navenda Şengal, Xanesor û gelek gundan dibistanên nû avakirin. Bi sedan zarokên Êzidî tevlî van perwerdehiyan bûn.
Ji wê demê heya niha, ev 8 sal in xebatên me li ser esasên dildariyê û bi piştgiriya Rêveberiya Xweser a Şengalê berdewam dikin. Di roja me de, li navenda Şengalê 3, li Kersê yek, li Serdeştê yek, li Xanesorê yek, li Barê jî yek, bi giştî; 7 dibistanên me hene. Li van dibistanan bi sedan zarokên Êzidî têne perwerdekirin. Derdora 40 mamoste jî berpirsyariya vê xebata pîroz girtine ser milê xwe. Di nav 8 salan de di pergala perwerdehiyê de me gelek gavên girîng pêşxistin. Di milê bername, çavkanî û rêbazên perwerdehiyê de me xwe gihand ezmûneke baş jî.
Yek ji xalên herî girîng a xebatên me jî ew e ku, li Şengalê bi zimanê dayikê û bi elfabeya latînî tekane saziya ku perwerdehiyê dide saziya me ye. Wekî tê zanîn li Şengalê dibistanên girêdayî hikûmeta Başûrê Kurdistanê û girêdayî hikûmeta navendî ya Îraqê hene. Lê di bernameya perwerdehiyê ya van dibistanan de derbarê rastiya civaka Êzidî, dîrok, erdnîgarî, bîr û baweriya wan de ti tişt nîne. Di pirtûkên wan ên perwerdehiyê de behsa rastiya Êzdiyatiyê nayê kirin.
Yek ji ferqên esasî ya hebûna dibistanên me jî ev e û ji ber vê rastiyê jî heya niha dibistanên me di asta fermî de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine naskirin. Ruxmê ku di van salên dawî de çend hevdîtin û serlêdanên me çêbûbin jî, heya niha hikûmeta Îraqê bersiveke erênî nedaye me. Bêguman ev siyaseteke zirav e li ser civaka Êzidî tê meşandin. Ruxmê ku ji ber bîr û baweriya xwe rastî ew çend fermanan hatiye jî, hebûna civaka Êzidî hê jî ji aliyê saziyên fermî yên Îraqê ve nayê naskirin. Piştgirî û hevkariya xebatên me li milekî, ji bo şagirtan ji dibistanên me qut bikin gelek rê û rêbazên cuda li hemberî me têne pêşxistin.
Beriya her tiştî em dixwazin kar û xebatên ku di van 8 salan de hatine meşandin û hedefên xwe yên ji bo dema pêş zêdetir bidin naskirin, bixin rojeva raya giştî. Li Şengalê, ji bo avakirina jiyaneke xweser û azad, di her milî de pêdivî bi piştgirî û hevkariyê heye. Bi taybet ji bo xebatên perwerdehiyê ev piştgirî û alikarî zêdetir lazim e. Her zarokek bi xwezayî bi zimanê dayîka xwe cihana xwe nas dike, ji ber ku zimanê dayîkê nasnameya civakê ye. Werin em, her kes bi zimanê dayîka xwe xwe nas bikin, êş û azara civaka xwe bi zimanê xwe bidin nivîsin.
SAZIYA PERWERDA CIVAKA DEMOKRATÎK A ÊZIDIYAN: SPCD Ê