ANALÎZ

DI SEDSALA 21’AN DE CÎNOSAYDA LI SER CIVAKA ÊZIDÎ

 

Civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar e ku li ser xaka zêrîn a Mezopotamya bi hezarên salan jiyan kiriye. Civaka Êzidî ku xwedî dîrok, çand û bawerî  kevnar e di dirokê de 74 caran rû bi rûyî fermanan hatiye. Bi dehên caran Êzidî ji cîh û warên xwe koçber bûne û welatê wan hatiye dagirkirin. Mînakê vê yekê jî welatê Xalta yê Bakurê Kurdistanê ye. Fermanên ku di dîrokê de hatine jiyankirin bi destê Osmaniyan, Farsan û eşîrên Ereban hatine çêkirin. Di van fermanan de çand, bawerî û erdingariya civakê hatiye hedefgirtin. Dîlgirtina keç û jinan wek xenîmet, talankirin, wêrankirin û qetilkirin bi dehên caran hatiye jiyankirin. Desthilatdar û dagirkeran timî çav berdane welatê me yê bi berhem û xaka bi bereket. Ji bona ku xwe li ser xaka me bi cih bikin bênavber ferman, komkujî, talan û wêrankirin pêk anîne. Ew qas ku demê behsa civaka Êzidî tê kirin ferman tên bîra mirov. Herî zêde jî fermana dawî ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Êzidiyên Şingalê.

Şingal qezayeke ser bi parêzgeha Mûsilê ve ye. Di aliyê erdingariyê de Şingal 125 km dikeve rojavayê Mûsilê. Herêmeke çiyayî ye ku di nava deşta Nînova de cîh digre. Çiyayê Şingalê bi temamî 1463 metre bilind e û 72 km jî dirêj e. Her wiha erdingariya herêma Şingal bi giştî 2,928 km koşe mezin e.

Şingal herêmeke çiyayî ye ku bi xwezaya xwe tê naskirin. Hemû nebat û dar bi xwezayî lê şîn dibin. Bi hezarên salan e ku civaka Êzidî bi çand û baweriya xwe li ser vê xakê jiyan dike. Civakê jiyana xwe ya aborî bi awayekî xwezayî, wek cotkarî û pez xwedîkirinê domandiye. Şingal di aliyê civakî û xwezayî de dewlemediyeke xwe ya mezin heye. Taybetmendiyê vê erdingariyê ew e ku civak û baweriyên cuda jî dikarin lê jiyan bikin. Lê Şingal ji dîrokê û heya roja îro herêmeke Êzidiyan e ku piranî civaka Êzidî li herêma Şingale jiyan dike. Lê belê Şingal di her demê de ji ber çanda xwe ya mirovhez hembêza xwe ji bawerî û miletên cuda re vekiriye. Di dîrokê de gelek mirovên ji bawerî û olên cuda wek Mesîhî, Kakayî, Xiristiyan, Misilman û hwd. ji ber şer û sedemên cuda koçberî Şingalê bûne û xwe li ser vê axê parastine. Civaka Êzidî ew bi nan û xoya xwe xwedî kirine û di nava xwe de hewandine.

Şingal di pêvajoya berî fermana 74’an de

Piştî rûxandina sîstema Sedam Hisên ji aliyê Emerîka ve, di sala 2003’an de, siyaset û rewşa Îraqê ket merheleyeke nû. Wê demê Kerkûk, Şingal, Sihêla û gelek herêmên din wek herêmên bi nakok dihatin dîtin. Li ser rewşa van herêman hikûmeta Îraqê bi Emerîka re di nava nîqaşan de bû. Ji bona peydakirina çareseriya van herêman, di sala 2005’an de madeya 140 fermî ket destûra Îraqê. Ev herêm wek herêmên bi nakok di navbera Hikûmeta Îraqê û herêma Kurdistanê de hatin destnîşankirin. Ji ber vê yekê îdare û parastina Şingalê ya beriya fermanê demkî bû. Ne hikûmeta Îraq ne jî ya herêma Kurdistan, xwe li bermberî Şingal û civaka Êzidî berpirsiyar nedidîtin. Ev yek bû sedem ku di 14.08.2007’an  de Teqîna Til-Izêr û Sîba Şêx Xidir rû bide. Ji wê demê ve diyar bû ku Şingal bê parastin e. Beriya 2014’an, DAÎŞ’ê bi salan xwe li Îraqê, li deverên weke Enbar, Felûce û Geyara bi rêxistin dikir û gelek caran êrîş pêk tanîn. Di pêvajoyeke wisa hesas de Şingal herêmeke bi nakok û bê parastin bû. Civaka Êzidî di wê demê de derbarê parastina xwe de ne şiyar bû, ji ber ku ji siyasetê hatibû dûrxistin. Metirsî pir zêde hebû û li ber çavan bû, lê civak bê pêşeng û çareserî bû. Di heman demê de  civak dihat xapandin.

Bi ketina Mûsilê re DAÎŞ’ê hêza xwe dît ku êrîşî her deverê bike

Li 10. 06. 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi êrîşeke berfireh bajarê Mûsilê bi temamî girtin. Piştî wê bi du rojan ketin bajarê Tilaferê. Şingal 125 km dikeve rojavayê Mûsilê. Her weha 54 km di navbera Bajarê Tilafer û Şingalê de ye. Beriya 3. 08. 2014’an gelek caran DAÎŞ’ê xwest êrîş bîne ser Şingalê. Herêm ji her alî ve xistibû dorpêçê. Di wê wextê de gaz, xaz û ceyran bi temamî li ser herêma Şingalê hat qutkirin. Herêm di nava metirsiyeke mezin de bû. Dîsa di wê demê de pêşmergeyên PDK’ê li nava civakê digeriyan û silehên gel jê distandin, ji bona ku nikaribin parastina xwe bikin. Vê yekê diyar dikir ku PDK bi DAÎŞ’ê re li ser qirkirina civaka Êzidî li hev kiriye. Beriya ku ferman rû bide, bi dehên caran pêşmergên PDK’ê ji civakê re gotin ku; Êzidî koka Kurdîniyê ye, em ê Şingalê biparêzin netirsin! Beriya fermanê bi çend rojan DAÎŞ’ê xwest ku ji navçe (nahiya) Rebîa ku 86 km dûrî bajarê Şingalê ye êrîş bikin. Di wê demê de PDK bi DAÎŞ’ê re cardin li hev kir ku ji aliyê Rabîa ve êrîş nekin, ji bona ku pêşmerge bikaribin di rêka Rebîa re birevin. Ger ku êrîş ji aliyê Rebîa ve hatibe çêkirin, rêyekî ku pêşmerga tê re birevin nedima.

Xortên Êzidî  li gund û bajarên xwe di satiran de nobeta xwe digirtin

Li 3 Tabaxa 2014’an, di seat 3’ê şevê de DAÎŞ ji bajarê Beac ku 33 km dûrî Şingalê ya dest bi êrîşê kir. Şerekî mezin li gundê Girzerik, Til Ezêr û Sîba Şêx Xidir rû da. Ji seat 3 şevê heya 7’ê seharê bê navber şer di navbera xortên Êzidî yên di satiran û DAÎŞ’ê de dewam kir. Xortên Êzidî bi çekên sivik ên ferdî li beramberî top û silahên giran ê DAÎŞ’ê berxwedaniyeke mezin dan meşandin. Roja 3’ê Tebaxê, fermana 73’yan dest pê kir. Di roja fermanê de 12.000 pêşmergên PDK’ê di seat 9’ê seharê de hemû hêza xwe li bajarê Şingal û nahiya Sinûnê kom kirin. Bêyî ku yek fîşekê biteqînin, Şingal teslîmî DAÎŞ’ê kirin. Bi tang û topên xwe beriya gel reviyan û çûn. Gel bê parastin ma, bi sedhezaran gel ji bona ku parastina xwe bikin, berê xwe dane çiyayê Şingalê. Gelek jin, zarok, pîr û kal ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan keçên ciwan xwe ji zinaran avêtin, demarê destê xwe birîn da ku dîl nekevin destê DAÎŞ’ê.

12 siwariyan destana qehremanî nivîsandin

Di roja fermanê  de 12 siwariyên HPG Û YJA-STAR’ê li Şingalê bûn. Her 12 siwariyan şer kirin û hewil dan ku gel biparêzin. Gel ji berxwedana Siwariyan hêz û moraleke mezin girt. Demê ku gel dît hêzek heye ku şer dike, wê demê tirsa mirinê ya nemanê li ser çavên wan rabû. 4’ê Tabaxê gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê, şervanên YPG û YPJ’ê ji çiyayên azad û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Şingalê û mudaxaleya fermanê, qirkirinê kirin. Şervanên azadiyê bi hezaran gel ji komkujiyê rizgar kirin û rê li ber qirkirina li ser civaka Êzidî girtin.

Dîlgirtina keç û jinên Êzidî birîneke ku nayê dermankirin e

Di encamê fermanê de bi hezaran keç, jin, zarok, xort pîr û kal ketin destê DAÎŞ’ê. Bi sed hezaran gel ji axa xwe koçber bûn. Keç û jinên ciwan di bazaran de hatin firotin, zarok ji xwe re birin û ji dayîkên wan qut kirin, xort û mêr jî kuştin. Her wiha bi sedan pîr, kal û zarok li ser rêyan, li çiyê ji tîn û nêzan jiyana xwe ji dest dan. DAÎŞ’ê li herêma Şingalê bi dehan komkujî pêk anîn. Keç û jinên ku dîl ketin nava lepên hovên DAÎŞ’ê rastî tecawiz, şîdet û qetilkirinê hatin. Di fermanê de herî zêde jin bûn qurbanî. Ji ber ku di şexsê jin de xwestin çand, bawerî û ola civaka Êzidî qir bikin û ji holê rakin. DAÎŞ’ê êrîş bir ser bawerî û çanda civaka Êzidî, ji ber wê keç û jin girtin, mezargeh û cihên pîroz teqandin û xira kirin. Heya niha jî çarenûsa bi hezaran keç, jin, zarok û xortên Êzidî ne diyar e!

Ferman 73’an bû derseke dîrokî ji bona civaka Êzidî. Bi sedan Êzidiyên ku xwe li çiyê sipartin û dev ji ax û ava xwe bernedan. Bi îradeyeke mezin berxwedan û hêza xwe ava kirin. Ji bona pêşîgirtina li fermanan, bi fikir û ramanên Rêber APO civaka Êzidî xwe di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de rêxistin kirin. Ev yek jî encamê berxwedanî û mudaxaleya Şervanên Azadiyê yên Rêber APO bû. Ji bona parastina Şingal û civaka Êzidî, gerîlayên HPG û YJA-STAR, şervanên YPG û YPJ’ê bi sedan şehîd dan. Bi saya van şehîdan îro Şingala azad xweseriya xwe dixwaze. Civaka Êzidî ji fermanê dersa xwe parastin û xwe bi rêvebirinê girt û li ser vî esasî xwe bi rêxistin dike. Civaka Êzidî xwedî mafekî rewa ye ku xweseriya xwe ava bike. Ji xwe civaka Êzidî di çand û baweriya xwe de xweser e, ne weke tu civakên din e. Ji ber vê yekê jî xweserî û jiyaneke azad mafê me ye. Êzidî nikarin ku careke din çarenûsa xwe bixin destê hinekî din ku  kengê bixwazibin me qir bikin.

Ferman bi dawî nabûye, hîna dewam dike

Êrîşên li ser rêxistin, hebûn û îradeya civaka Êzidî, bi taybet hedef girtina pêşengên civaka Êzidî berdewamiya fermanê ye. Hedef ji hevpeymana 9 cotmehê, êrîşên balafirên dewleta Tirk û herî dawî jî êrîşa artêşa Îraqê li ser civaka Êzidî ye li Şingalê, tunekirina îrade û rêxistina civaka Êzidî ye. Ev jî berdewamiya fermanê bixwe ye.

Di vê mehê de civaka Êzidî li Şingalê rastî du êrîşan hat, dewleta Tirk ji hewayî êrîş kir. Artêşa Îraqê jî ji bejahî êrîş kir. Ev herdu êrîş di pêvajoya salvegera 7’mîn a fermana 74’an de pêk hatin. Ev diyar dike ku hîna ferman ji her alî ve dewam dike, ji destê wan werê tişta ku DAÎŞ’ê bi serê civaka Êzidî de nekiriye ew ê bikin. Jixwe ji gelek belge û delîlan jî diyar dibe ku dewleta Tirk hevkar û alîkarê DAÎŞ’ê ye. Ji ber ku bi hemû hêza xwe tên ser nirx û destkeftiyên civaka Êzidî. Lê xelkê Êzidî êdî şiyar e û dikarê parastina xwe bike. Li beramberî hemû cureyên fermanê xwe bi rêxistin dike.

Êzidiyên koçber di fermana sipî û helandina çandî re derbas dibin

Li ser Êzidiyên koçber bûne şerê taybet tê meşandin. Êzidiyên ku li kampên Başûr in, bi rezaletî jiyan dikin, nikarin vegerin warê xwe û li ser axa xwe jiyan bikin. Civaka ku bi keda destê xwe jiyana xwe bi salan domandiye îro destê xwe vedike. Civak ji çanda xwe ya kedkarî tê dûrxistin. Ji çand, bawerî, orf û adetên xwe têne dûrxistin. Bi taybet Êzidiyên ku koçberî diyaspora bûne, di asîmîlasyonê re derbas dibin.

Ji bona ku destkeftî, çand, dîrok û baweriya qedîm a Êzdatiyê were parastin, divê civaka Êzidî li warê xwe vegere û Şingala pîroz ava bike û biparêze.

Suham Şingalî

 

 

 

 

 

 

Back to top button