DAYÎKEKE BÊKES
Her mirinek êşek dide însan. Her mirinek dawiya jiyanekê ye. Lê hin mirin hene ku hem dilê mirov dêşîne, hem kezeba mirov dişewitîne. Hem bi êş hem bi şewat e. Me do bihîst ku li gundê Dugurê yê Şengalê dayê Xifşo di mala xwe de mirî hatiye dîtin. Hem jî wexta ku cenazeyê dayîkê di malê de dibînin, ji rewşa cenaze diyar dibe ku herî kêm ev sê roj in ku jiyana xwe ji dest daye. Sê roj in kes bi ser dayîkê ve neçûye, kes li halê wê nepirsiye, tasek av nedayê. Neketiye bîra tu kesî jî. Kî dizane dayîk çiqas êşiyaye, ka êdî nikaribûye rabe ser xwe û kes li dora wê tune ye ku tasek ava sar bide destê wê. Kes nizane ka mirineke çawa ye. Lê weke jinek dema mirov xwe dike şûna dayê Xifşo, dikare hestên wê yên beriya jiyana xwe ji dest bide hîs bike.
Bi taybetî piştî fermana 74’an, polîtîkayên taybet li ser Şengalê, Êzdiyan hatin meşandin. Êzdî bi qirkirina fizîkî tune nebûbûn. Şervanên azadiyê bi wan ve hatibûn û ji qirkirineke mezintir rizgar kiribûn. Li gor planê navnetewî; gereke Êzdî bihatina tunekirin. Vê carê dest pê kirin ku bi rêya koçberiyê Êzdiyan ji Êzîdxanê dûr bixin. Xwestin bi taybetî Êzîdxanê vala bikin. Êzdiyên ji axa xwe dûr bikevin jixwe wê nikaribin nirxên çand û baweriya xwe biparêzin. Bi demê re wê bihelin û herin.
Mirina bi êş û şewat a dayê Xifşo jî encama vê polîtîkaya qirêj bû. Zarokên wê terka welatê xwe dabûn û çûbûn welatên biyanî, li Ewrûpayê bi cî bûbûn. Dijmin û xêrnexwazên Êzdiyan welatê Êzdî, çand û baweriya Êzdî, nirx û pîroziyên Êzdî li ber çavên wan reş kirin, Êzdatiyê biçûk dîtin û bi wan jî biçûk dan dîtin. Lewma jî bazdan û çûn. Pekiyan û çûn, li pey xwe jî nenihêrtin. Ew qas ji nirxên xwe dûr ketin ku dayîka xwe jî li dû xwe bi tenê, bê kes hiştin û çûn. Hezkirina dayîkê ew qas mezin bû ku di dilê wan de bi cî nebû, giran bû ku bi xwe re bibin, ji ber ku dilê wan biçûk bûbû. Bê hezkirin, bê manewiyata dayîkê, bê ruh bazdan çûn. Gelo qet kêliyek jî fikirîn ku wê careke din dayîka xwe nebînin? Wê hembêz nekin, serê xwe nedin ser çoka wê û peyvên wê yên şêrîn bibihîzin.
Ji welatê xwe reviyan, Dayê Xifşo di welatê xwe de, di mala xwe de mabû bi tenê. Ew dayîka ku jiyanê dabû wan tenê hiştibûn, terkî mirinê kiribûn û çûbûn. Dayê Xifşo Mabû li malê bi tenê, bi hêviya ku zarokek xwe bibîne, dengê yekî bibihîze, wan hembêz bike.
Cîranên dayê gotin ev çend roj bûn diêşiya. Wê dayê biribûna ser doxtor. Xwedê dizane çiqas tî bûye û ji êşa canê xwe nikaribûye aveke sar vexwe. Çiqas xwestiye di kêliyên dawiya jiyana wê de zarokek wê li ba wê bûya.
Trajediya Êzdî ev e! Kîngê tu terka welatê xwe didî, tu terka dayîka xwe didî, tu terka baweriya xwe, pîroziyên xwe, qub û zehmanên xwe didî. Çavên dayîka te li hêviya te dimîne. Erê tu bi bedena xwe heyî lê bi manewiyat birçî yî. Têrê ber derê xelqê, birçiyê welatê xwe yî.
Welatê xwe bernedin, dayîka xwe tenê nehêlin. Welat jiyan e, dayîk jiyan e; terka jiyanê nedin û neçin.
Selwa Hecî