Jinên Efgan, ji bo TAJÊ ku bi wan re dinav piştvaniyê de ne, nameyek şandin di nameye de gotin; “Bi îlham û hêza ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtiye em serbilindin ku mil bi mil têdikoşin.”
Di salvegera dûyemîn ya ji aliyê Talîbanê ve desteserkirina rêveberiya Efganistanê de, jinên ku li dijî Talîban û welatên ku piştgiriya Talîban dikin têdikoşin, ji bo jinên Kurdên Êzidî ku bi wan re di nava piştevaniyê de ne li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) nameyek şand. Jinên Efganî di nameya xwe de bal kişandin ser giringiya têkoşîna bi hev re û gotin: Em bi têkoşîna bi hev re serbilind in.
Li ser navê jinên Efgan jina têkoşer a bi navê Ferîba name nivîsand û di nameya ku bi gotina; Silavên şoreşgerî ji bo hevalên şer dikin re destpê kir, wiha berdewam kir:
Di destpêkê de di salvegera dûyem ya dijminê jinan celat Talîban desthilata Efganistî xistî destê xwe de, em spasiya xwe pêşkêşî xwişkên xwe dikin ku bi jinên Efgan re di nav piştevaniyê de ne. Mixabin ew atmosfera ku di nava welat de hakim, her roja ku diçe xirabtir dibe. Qada xebatên şoreşgerî û çalakiya jinan teng dibe. Di roja me ya îro de mafê herî bingehîn yê jiyanê weke mafê kar û perwerdê û mafê cil û berg li xwe kirinê tê tunekirin, ew wehşeta ku tê jiyankirin, qada bê ewle û xizanî jiyana gel tarî kiriye, hêviya jinan û têkoşîan wan berdewam dike. Em weke jin dengê xwe di her pencereyê de li dijî faşîzma olî ya Talîbana xulamê emperyalizma Amerîka bilind dikin û têkoşînê dikin. Bi îlhama ku me ji bilindbûna qehremantiya jinên Îranê û tevgera Kurdistanê girtî, em serbilindin ku mil bi mil têdikoşin.
Ji bo we xwişkên me yên giranbûha bi hezkirina bê dawî.