PENÊLA YEKEM A KONFERANSA JINÊN JI PÊKHATA Û BAWERIYÊN CUDA
PDK’Ê BI DAÎŞ’Ê RE LI HEV KIR Û ŞENGAL FIROT
Berpirsa Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Suham Şengalî.
“Em hemû beşdaran bi rêzdarî silav dikin. Di ser fermanê re 9 sal derbas bûn. Di vê mehê de li dijî gelê Êzidî gelek êrîş û komkujî hatin kirin. Seîd û malbata wî, Mam Zekî di meha Tebaxê de bûn hedef û şehîd bûn. Komkujiya Sîba Xêr û Til Izer jî di vê mehê de pêk hat.
Yek ji gelên herî qedîm ê vê xakê Êzidî ne. Gelek pêkhate bi hezar salan li van axan dijîn. Bawerî û çanda gelê Êzidî sedema bingehîn a komkujiyên li dijî wan e. Ji ber ku ev çand çanda jiyana xwezayî ye. Tevî ku gelê Êzidî 74 caran bi qirkirinê re rû bi rû ma û xwest ji dîrokê were paqijkirin jî, Êzidiyan carekê jî êrîşî civakekê nekir û dijminatiya civakekê nekir. Jin di civaka Êzidî de xwedî roleke pêşeng e. Tevî 74 fermanan jî jinan hişt ku civaka Êzidî çanda xwe biparêze. Ji bo sedema fermanan were fêmkirin, divê çand, bawerî û zimanê wê civakê were naskirin. Di parastina van hemûyan de rola sereke ya jinên Êzidî heye, baweriya Êzidiyatiyê civakeke xwezayî ye. Yek ji civakên herî nêzî xwezayê ye. Jin ji ber têkiliya xwe ya bi xwezayê re pîroz tê dîtin.
Tevî ku 74 caran hatiye qeydkirin jî, civaka Êzidî zêdetirî 150 komkujî û fermanan dîtine. Kî hişt ku di dîrokê de Êzidî rastî ewqas ferman û qetlîaman bên? Di belgeyên veşartî yên Osmaniyan de tê dîtin ku bi dehan komkujî pêk hatine. Nifûsa Êzidiyan ji 40 milyonî daketiye 1 milyonî. Ev hemû ferman eşkere dikin ku qirkirinek heye.
Êzidiyan di sedsaleke wisa de ku hemû cîhan di saniyeyekê de ji her bûyerekê haydar dibe, qirkirinek jiya. Ev qirkirin li ber çavên cîhanê pêk hat. Mirov ji birçîbûn û tîbûnê mirin. Mixabin hemû cîhanê temaşe kir.
Li Şengalê 12 hezar pêşmerge hebûn, lê bêyî ku guleyek jî biteqînin reviyan. Em dibêjin pêşmergeyên PDK’ê reviyane, lê ya rast ev e ku PDK’ê bi DAÎŞ’ê re peyman çêkir û Şengalê firot. Ji ber vê yekê em di darizandina berpirsyaran de bi israr in.”
LI SER FEYLIYAN JÎ GELEK KOMKUJÎ HATE KIRIN
Endama Rêxistina Kurdên Feylî ji bo mafê mirovan Esra Mihemed. “Li Iraq û Îranê Feylî ji hev hatine cudakirin û hewl hatiye dayîn ku asîmile bikin. Ji ber ku em li Iraqê ne, ez dixwazim li vir behsa serpêhatiya Feylî bikim.
Her çendî tê gotin ku Feylî piranî li Bexdayê dijîn jî, Feylî li gelek bajaran dijîn û bi piranî bazirganiyê dikin. Her çiqas tê zanîn Feylî di sala 1980’î de li Iraqê hat qetilkirin jî di salên 1960-1970’an de û heta salên 1950’î jî komkujî pêk hatin. Helbet komkujiya herî mezin di sala 1980’an de ji aliyê rejîma Baas ve hat kirin. Dikare bê gotin ku bazirganiya Bexdayê wê demê di destê Feylîyan de bû.
Di sala 1980’an de hemû Feylî tevî zarokan ji Bexdayê ber bi Îranê ve hatin sirgûnkirin. Destûr nedan ku tiştek bi xwe re bibin. Hemû mal, erebe, nasnameyên wan hatin desteserkirin. Vê gavê li ser nasnameya me notek taybet tê avêtin. Ji ber vê yekê em biçin kur jî, dema ku nasnameya me tê kontrolkirin, tê zanîn ku em Feylî ne.
Di sala 1980’an de hemû jin avêtin ser sînorê Îranê, lê hemû mêr di zindanan de hatin girtin. Rejîma Baas hinek ji wan îdam kirin.
Dîsa hin kes bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Gelek kes hatin tecawizkirin. Ne tenê leşkerên Ereb, hevkaran jî sûcê destavêtinê kirine. Min nizanîbû ji ber ku ez wê demê ciwan bûm, lê dema ez mezin bûm hîn bû ku bi dehan jin rastî destavêtinê hatine.”
ÊŞÊN ME HEVPAR IN
Çalakvana Kakayî Dr Nazdar Qûdret. “Em jî li gelek welatan belav bûne û bi gelek komkujiyan re rû bi rû mane. Sedema ku em van komkujiyan dijîn bawerî û çanda me ye.
Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Mûsilê kirin cihên pîroz ên Kakaiyan hatin şewitandin û hilweşandin. Li hemberî jinên Kakeyî êrîşên zayendî û psîkolojîk hatin kirin. Di serdema rejîma Baasê de Kakayî rastî gelek zext û êrîşan hatin.
Em êşên Feylî û Êzidiyan parve dikin. Ji ber ku me heman êşê jiyaye.”