Pêkhate û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komkujiya Parîs’ê ya li dijî her sê şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî pêk hat bi meşeke girseyî şermezar kirin.
‘Komkujî bi destê dewleta Tirk û hevkarên wan pêk hat’
Rîham Hico Berdevka TAJÊ : “Em di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Di sala 2013’an de 3 Pêşeng û siyasetmedarên jin li paytexa qaşo dibêjin, paytexta aşitî û aramiyê hatin qetilkirin. Armanca kujeran zelal bû, tunekirina hêza jin bû. Dewleta Tirk bi hevkariya hinek hêzên Fransayê vê komkujiyê pêkanî. Li welatek ku li herderê hêzên wê yên ewlekariyê heye 3 jin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji ber wê em dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin. Şermekî mezine ji bo Firensa ku 3 jinên şoreşger û pêşengên mirovahiyê lê hatin qetilkirin. 3 jinên ku ji bo azadiya jin û civakê, ji bo azadiya pêkhateyan û ji bo ku zilm û zorî nemîne tekoşîna salan kirin û xwe feda kirine.”
‘Li ser Xeta Sara jinên Êzidî xwe birêxistin dikin’
“Hevala Sakîne Cansiz Elewî bû. Elewî jî weke civaka me ya Êzidî rastî gelek komkujiyan hatine. Êşa me û ya wan yek bû. Êrîşên li ser me û yên li ser wan jî heman bû. Yên êrîşê hevala Sakîne û rêhevalên wê kirin û yên êrîşê Şengalê kirin heman hêz bûn. Heman zêhniyeta destdirêjî li jinên Êzidî kirin, heman zêhniyet bû êrîşê jinên Elewî jî kirin. Hemû jinên li Şengalê xwe rêxistinkirine li Şengalê li pey mîrateya şehîd Sara, Rojbîn û Ronahîn e.”
‘Pêşengê hemû jinan bûn’
“Ev hevalane ji bo hemû jinan têkoşiyan. Li dijî zilma li ser pêkhateyan û civakê têkoşiyan û pêşengî kirin. Me jî weke jinên Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde û rêxistin kir. Ji ber êrîşên li ser me tên kirin yeke, lewma em li vir kombûne û êrîş şermezar dikin. Ew ji bo azadiyê têdikoşiyan û riya wê riya azadiyê ye. Şehîdxistina her pêşengek me li ser vê axê, dê kîna me mezin bike. Emê li beramber van êrîşan tu gavek paş de navêjin. Em dibêjin riya heval Sakîne xeta me ye, tovên ku heval Sakîne avêtiye, li Şengalê şîn bûye. Wê tekoşîna heval Sakîne, Evîn, Rojbîn û Ronahî têkoşîna me be.”
Daxuyanî bi dirûşmên, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.