Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê li Kerkukê qetilkirina pêşenga têkoşîna jinê Feryal Silêman Xalid şermezar kir.
Daxuyanî ji aliyê endama kordînasyona tevgera azadiya jinên Êzidî Neam bedel ve hate dayîn.
Neam bedel : “Di şexsê şehîd Zelal ku li Kerkukê hate Şehîd xistin em hemû Şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Pêşengên jin li her derê têne hedef girtin. Li Kerkuk, Silêmaniyê û hwd hatin hedef girtin. Lê ji ber van sûcan tu kes nehate darizandin û hesab ji kesî nehat xwestin. Çawa ku ev 6 salin Efrîn hatiye dagir kirin, lê tu kesî dengê xwe nekiriye. Em hemû Êrîşên li ser pêşengên Jin şermezar dikin. dixwazin tevgera jin têk bibin ji bo wê jî jinên pêşeng dikin hedef. Her kesekê ku ji bo gel û miletê xwe pêşengtiyê dikin, wan dikin hedefa xwe û şehîd dixin. Em weke jinên Êzidî piştevanên jinên pêşengin û emê tola wan rakin û em nahêlin xayin û xwe firoş li ser axa me jiyan bikin. dijmin dixwazin me tune û belav bikin. Lê emê rêxistina xwe bihêztir bikin û pêş de bibin.”
‘Ferqa miletê Rojava û Şengalê tune ye’
“Weke îroj êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê destpê kir. em hemû Şehîdên Efrînê bi bîr tînin û hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Tu ferq di navbera miletê Rojava û Şengal de tune ye, çi ji destê me were emê ji bo rojava bikin. Şengal Rojava ye û Rojava jî Şengale. Ji bo wê jî çi ji destê me were emê ji bo rojava bikin. îroj jî rojava di bin êrîşan de ye, em wan êrîşan şermezar dikin. Pêwîste kesên bi navê mafê mirovan diaxivin, li dijî kuştina jin û zarokan dengê xwe bikin. Pêwîste her kes rabe û êrîşan qebûl neke. Em di dawiyê de dibêjin bijî berxwedana Efrîn û Rojava.”