Li Komelgeha Digûrê a navçeya Sînunê ya girêdayî Şengalê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê semînerek hate dayîn. Her wiha filma mûzîkal “Stranên Keziya Sor” û şano hate pêşandan.
li komelgeha Digûrê ya girêdayî navçeya Sînunê ya Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê û Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo wate û girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinên cîhanê, semînerek lidarxist. Piştî semînerê fîlma muzîkal “Stranên Keziya Sor” ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve hatî çêkirin, hate temaşekirin û şano hate pêşandan.
Semîner ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Şemê Helîqî û Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo ve hate dayîn.
Cîhan Celo dîroka 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê vegot û heman demê de behsa jinên cîhanê û bi taybet jinên Êzidî çawa mafên xwe bi dest bixin kir. Cîhan Celo da diyar kirin ku ew weke jin ji herdemê bêtir nêzî azadiyê ne û got weke jin ew azadiya xwe bi azadiya fizikî ya Abdulah Ocalan ve girêdayî dibînin.
Şano hat pêşandin
Piştî nirxandinan Fîlmê muzîkal ya “Stranên Keziya Sor” ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn ve hatî çêkirin, hate temaşekirin. Her wiha ji Navenda Çand û hunera Stiya Nexşa jî Koma Şehîd Bîşeng ya Şanoyê derket ser dikê û şanoyek li ser rewşa jin ya di pergalê de û rêyên çareseriyên wan yên ji bo azadiyê nîşandan.