Însiyatîfa Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan piştgirî da pêngava TAJÊ
Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê ragihand ku beşdarî pêngava TAJÊ ya di 8’ê Adarê de ragihand û wê heta 3’yê Tebaxa 2024’an berdewam bike dibin.
Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinana ji bo aştî û ewlehiyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand beşdarî pêngava ‘Li dijî qirkirina ser jinan, bibe dengê xweparastinê’ ya ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve di 8’ê Adarê de ragihandibû û wê heta 3’yê Tebaxa 2024’an berdewam bike bibin.
Daxuyanî wihaye:
“Em weke Însiyatîfa Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jin a ji bo ewlehî û aşitîyê didin diyarkirin ku tevlî pêngava ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ku di 8’ê Adarê de ragihand û wê heta 3.08.2024’an ku di wê roja reş de li Şengalê komkojî pêk hatî bidome, dibin. Çeteyên ku di bin navê DAIŞ’ê de ew komkojî û sûcên kirin li dijî mirovahî bû, komkujiya li dijî jinê û li dijî civaka Êzidî bû. Zihniyeta ku rêxistina çeteyên DAÎŞ’ê temsîl dikir ne tiştekî nûbû bi demê re tenê nav hate guhertin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi rêbazên herî hovane komkojî li dijî gelê Kurd û bi taybetî li dijî ola Êzidayetiyê pêk anî ev bû fermana 74’an. Di bin navê ol de zarok kuştin, serê mirovan jê kirin û jin revandin. Em di sedala 21’yemîn de şahidî ji tekoşîna jinan re dikin. Jin ji bo azadiya xwe dengê xwe bilind dikin.
‘Êdî rejîma navendî û diktator îflas kiriye’
Di heman demê de operasyonên sîstematîk ên paşverû, tundrew, radîkal, rejîmên faşîst û nijadperest ên ku civakan bi taybet jinan wêran dikin, zêde dibin. Tişta ku îro li Filîstîn, Sûriye, Tirkiye, Sûdan, Yemen, Lîbya, Afganîstan, Îran û… li ser qirkirina jinan tê kirin, ji derveyî siyasetekî bi pergalî ya bi destê modernîteya kapîtalîst ku ji bo avakirina civakên bi parçeyî û di navbera gelên herêmê de nakokiyan derbixîne, Li ser fikrê ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ perçebûna ji bo hêsankirina kontrol û kontrolkirinê ye.
Li ser wê esasê em wek Însiyatîfa Tekoşîna li dijî dagirkerî û komkujiya jin û ji bo ewlehî û aşitiyê dibêjin pergala navendî ya dîktetoriyê hilweşiya ye. Em dikarin bêjin êdî rêjîmên navendî û dîktetor îflas kirine û divê guherîna demokratîk û avakirina pergalên ne navendî ku her civak têde bibe qadên azad. Lê ayîn, çand û ola bijîn bêyî ku xwe bispêre tunekirina çand û zimanên ku mîna avakirinên dewlet netewe. Ji ber vê yekê em li ba gelê Êzidî ne û pêwîstiya wan bi destxistina mafê rewa yê birêvebirina herêmên xwe û parastina xwe ya ji komkujiyan heye.
‘Divê em xebatên xwe hê xurtir bikin’
Her wiha divê 3’ê Tebaxê roja qirkirina jinan a ji ber komkujiyên li dijî jinan û firotina wan li bazarên koleyan pêk hatiye. Hîna jî gelek ji wan jinan aqûbeta wan ne diyar e. Dîsa em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û yê navnetewî dikin pêwîste ji berpirsên ku ferman pêk anîne hesap werê xwestin û bêne darizandin.
Em careke din diyar dikin ku em ê piştgiriya jinên Êzidî û tekoşîna wan dikin. Em weke jin li beramberî her cûre tûndî, çewisandin, zext û qirkirina li ser jinan divê bibin xwedî tîfaq, hevgirtin û têkoşîna hevpar. Ji bo avakirina civakek azad û pergalekî adilane û demokratîk em xebatên xwe hê xurtir bikin.”