Xebatên TAJÊ ya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ didome. Li navçeya Sinûnê ya Şengalê serdana malan hat kirin û wêneyên Serokatî diyarî malbatan hat kirin
Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ de, xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi dirûşma ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dabû destpêkirin, didome. Bi vê çalakiyê re TAJÊ yek bi yek serdana malan dike, wêne û broşûra ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de tê vegotin, belav dike.
Îro jî bi heman armancê endam û rêveberên Meclisa Xweser a Sinûnê serdana malan kirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî malbatan kirin.
‘Bi fikir û felsefeya Serok Şengal bi ruh bû’
Endama meclisa xweser a Sinûnê Edûl Şemo: “Fikrên Serokatî bikeve ku derê ew der ava dibe, xwediparêze, her kes bi fikrên Serokatî pêş dikeve. Xwe ji fermanan xilas dikin, xwe ji zilm û zora dijmin xilas dikin. Kesên îxanetkar mileta êzidî bi fermanê re rû bi rû hişt lê bi fikr û felsefeya Serok Şengal bi ruh bû, ava bû, xwe pêş dixe. Fikrê Serokatî bikev ku derê li ber xwe dide, xwe ava dike, zane dike û pêşve dibe. Ez serkeftin ji civaka êzidî û her çar parçeyên Kurdistanê re dixwazim.”
Edûl Şemo “Tecrîda li ser Serokatî tecrîda li ser her çar parçeyên Kurdistanê ye, tecrîda li ser jinên êzidî û kurd e, li ser hemû jinan e. Lazim e îro em xwedî li keda Serokatî derkevin. Dê fikr û felsefeya Serokatî her bi ser bikeve.”
‘Ez xêrhatina Serokê xwe dikim’
Berfê Elyas yek ji malbatên ku serdana wan hat kirin jî ji civatê re axivî û ev tişt anî ziman: “Di serî de ez xêrhatina Serokê xwe dikim. Serokatî ne îro ji sala 2014’an ve mêvanê her mala êzidiyan e. Fikrên Serokatî bi şargirtên xwe bi hawara çiyayê Şengalê ve hat û ji wê rojê heta niha mêvanê mala me ye. Fikrên wî azad e û em hêvî dikin bi awayeke fîzîkî jî azad bibe. Divê her însanên ku însaniyetiyê dixwazin tev li hemleya azadiya Serokatî bibin.”