Nûçe

Şandeya Endamên Parlamentoya Ewropayê serdana TAJÊ kir

Şandeya ku ji endamên Parlamantoya Ewropayê (PE) û Nûnerê DEM Partî yê Ewropayê pêk dihat serdana Şengalê kirin. Şandeyê bi gelek sazî û rêxistinan re hevdîtin pêk anin. Şandeyê her wiha serdana Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kir. Şande ji aliyê endam û rêveberên TAJÊ ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de şande bi kurtasî sedema hatina xwe ya Şengalê kirin û piştre jî TAJÊ derbarê rewşa Şengal, jin û civaka êzidî, kar û xebatên TAJÊ û Rêveberiya Xweser de bi kurtahî agahî da şandeyê.

TAJÊ bi kurtasî ev agahî da şandeyê: “Destpêkê em wek TAJÊ bi hatina we, gelek kêfxweş bûn. Tevgera jinên Êzidî piştî fermanê bi hedef û armanca birêxistinkirina jinan girtina tola 74 fermanan hat avakirn. Me wek civakê xwe ji xweliya xwe ava kir. Em di nav qirkirin û fermanê de xwe ava kir. Em wek TAJÊ hewl didin pirsgirêkên jin û civakê çareser bikin. Piştî fermanê me hêza xwe ya leşkerî ava kir. Ji hêla din ve TAJÊ û Rêveberiya Xweser bi hev re valatiya ku piştî fermanê li Şengalê çêbû tijî dikin. Bi rastî kesên derve Şengalê baş nas nakin û tiştên ku li derve ji bo reşkirina Şengalê tê gotin dûrî rastiyê ne.

Endamên tevgera jin ên ku şande pêşwazî kirin di dema hevdîtinê de kêfxweşiya xwe parve kirin.

Back to top button