
Jinên Parêzvanên Êzidatyê (1)
“Dîroka kolekirina jinê nehatiye nivisandin lê diroka azadiya jinê li benda nivisandinê ye.” RÊBER APO
Di kûraniya dirokê de heyanî roja me ya îro her demê jin ji civakê re pêşengtî kirine. Her wiha jinan bi bîr û baweriya xwe bûne hêza pêşeng a civakê. Jin hêza bingehîn a civakî ne. Taybet di warê zanist, felsefe hûnerî de rola esasî ya civakê hilgirtiye ser milê xwe. Jin her demê bi zanyartiya xwe li hemberî desthilatiyê,dagırkerî bûye hêza berxwedanê. Di dîrokê de bi hezaran jin mohra xwe li dîrokê dane û bûne sembol ji dîrokê re. Lê di nava civaka me de gelek jinê bi berxwedaniya xwe û şerkeriya xwe cîhê xwe di dilê civakê de dane avakirin. Yek ji wan civakan ji civaka me ya Êzidî jin ji bo civakê her demê bûye çavkaniya berxwedanê û serî rakirinê. Jinên mîna Meyan Xatû,Zerîfa Osê û sedan jinên navên wan nehatine nivîsandin ji civakê ra pêşengtî kirine. Jinên pêşeng yên di nava civaka mede.
Xatûna Ferxan:
Xatun ferxan di Êzdiyatî de milyaketekî jine. Xatûna Ferxan di sedsala 11’an de jiyan kiriye. Ji bo na wê çend qûb hatine çêkirin yek ji wan quba 3 jî başurin. Çend cihan jî weke ziyareta Xatuna Ferxan hene. Di dema Şêx Hadî de Xatûna Ferxan cihê xwe weke jin di meclîsa ruhanî de girtiye. Xatûna Ferxan li Şengalê mîrtî kiriye; bi sekin û zanabûna xwe ji civakê re bûye pêşeng. Taybetî dema jin û zarok nexweş diketin; wexta ku dayik zarokên xwe tînin dinyayê, jin bi gotina “ya Xatûna Ferxan xwe bighînê” qîr dikin alîkarî dixwezin. Xatûna Ferxan weke parêzvanê jin û zarokan dihat dîtin.
Di navbera Bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de Gula Xatûna heye; navê xwe ji Xatûna Fexran digire. Her wiha li çiyayê Şingalê “quba”Xatûna Ferxan heye. Li ber qubê peyker û wêneyê Xezalê heye; ji ber ku navê Xatûna Ferxan yê rast Xezal e. Û her wiha li Bakurê Kurdistanê de herîma Wêranşerê de li gundê Kermê qûbayê Xatûna Ferxan heye û Êzidyên Bakurê Kurditanê di rojên xwe yên pîroz vê qubayê ziyaret dikin. Eşîreta helîqî û zendanî Xatuna Ferxan weke xwedanê xwe dibînin. Û ew eşîret miriyê xwe dibin li gel qubayê Xatuna Ferxan dispêrin axê. Şahî û cejna xwe de yekem quba Xatuna Ferxan ziyaret dikin. Û qubayê Xatuna Ferxan li gundê helîqî yê di nav çiyayên Şengalê de hatiye çêkirin.
Dayê Zero:
Dayê Zero di qirnê sedsala 19 an de jiyan kiriye, yanî di salên 1800’de. Dayê Zero bi xwe ji Eşîra musnaî eşîreka qaîdiya ne. Li milê Başûrê Kurdistanê li Welat şêx eşîreka Êzidiyane Dayê Zero dayîka çar zarokan e. Dibêjin Zerwa keramdar; kerameta wê heye. Dayê Zero ji hevjînê xwe re dibêje keramet bi min re çêbûye. Hevjînê wê dikeve şik û gumana, jê bawer nake. Di pişt şerfedîn de çiyayek heye, dibêjin geliyê dayê Zero. Di wi gelî de ew û hevjînê xwe diçin dara. Li wêderê dayê Zero werîsê xwe yê dara tavêje.
Destur ji xweda dixweze û dibêj xwedê vî werisî bike marakî û tavêja pêşiya hevjînê xwe. Ew werîs li pêşiya çavên hevjînê wê dibe marakî. Wê demê Eliyas ji dayê Zero bawer dike, jêra dibêja êdî tiştê tû bêjî min qebûle. Êdî keremak dighê dayî Zero. Di gelek fermana de mêrxas û meznên çiyayê şengalê tên çem dayê Zero. Destura şerkirinê jê dixwazin. Dîsa jî di nava civakê de tiştên ku wê destûr nedida nedihat kirin. Dayê Zero weke Zeroya koçek yan jî ya bi keramat tê naskirin. Eşîra wê jî bi navê wê Eşîra mala dayê Zero tê gotin.
Wê berdewam bike…