CIVAK Û JIYAN

Jinên Parêzvanên Êzidatyê (4)

Şêrîna Dayika Memo

Şêrîna dayika Memo cardin Ferman ji aliyê Osmaniyan ve çêdibê û Êzidî xwe dikşînin çiyayan. Şêrîna dayika Memo jî di vê fermanê de sîlahê radike û zarokên xwe digihîne çiyê û pêşengtî dike. Leşkerên Osmanî kurê wê Memo dikujin. Daku Şêrîn dev ji ola xwe berde û hêza wê bişkînin cenazê kurê wê yê Memo tînin ba we. Rûxmî ku Şêrîn bi dîtin û kuştina kurê xwe diêşê jî cardin teslîm naba. Şêrîn ji leşkeran re dibêje ne kurê min e. Bi vî awayî di hişê civakê de weke jineke qeherman û berxwedêr tê naskirin. Tu caran dev ji berxwedana xwe berneda, ji bo dilê dijmin xweş nebe.

Meyan Xatun

Meyan Xatûn:

Meyan Xatûn di sedsala nozdemîn de jiyan kiriye û keça Mîrekî Êzîdî ye. Malbata Meyan Xatûn êş û azarên ku Êzîdiyan ji ber baweriya xwe her dem rastî komkojiyna tên, didît û hîs dikir. Ji ber vê Meyan Xatûn bi çîrokên wan êş û azaran mezin dibe. Ev çîrok dehêlin ku Meyan Xatûn bi çand û baweriya Êzîdiyatê ve pir girêdayî be. Meyan Xatûn hê di sedsala nozdemîn de Êzdayetiyê wekî bawerî û zanyariya azadiyê dinirxîne. Di warê ramanî û polîtîk de jineke pir bihêze. Ji ber wan teybetmendiyên xwe ola xwe, zimanê xwe û çanda xwe hertim parastiye. Dema ku hewserê wê Mîr Alî Beg dimire Meyan Xatûn dibe rêvebera eşîrên Êzîdiyan. Di demekî kin de Meyan Xatûn dibe rêveberiya hemû eşîrên Êzîdiyan û heremê bi rê ve dibe. Yekemîn jineke Êzîdiye ku dibe Mîr û rêveberiya heremekê.

Bêrîvana Cizîrî

Bêrîvana Cizîrî:

Bêrîvana Cizîrî (Binevş Egal) keça Êzîdî ya berxwedêr e. Bêrîvan Cizîrî di sala 1980’an de li ber zilma dewleta Tirk bi temenekî biçûk de koçberî Almanyayê dibin. Vê carê Bêrîvana Cizîrî wekî jineke têkoşer berê xwe dide Cizîra Botan. Di serhildana Cizîrê de pêşengtî ji gelê Botanê re dike. Ji bo ku gel ji êrîşan biparêze Bêrîvan xebatên xurt da meşandin û gel şiyar kir. Di sala 1989’an de li herêma Cizîra Botan Bêrîvan ji aliyê dewlate tirk ve hate şehîdxistin. Gelê Cizîrê bi raperîneke mezin xwedî li cenazê jina têkoşer derketin. Gel û jinên herêma Botanê Bêrîvan pîroz dibînin. Heya niha jî zarokên keç ên ku tên dinê navê Bêrîvan li wan tê kirin. Êdî Bêrîvan dibû navê jiyana têkoşînê, ji bo tevahî jinan bû sembola bexwedanê û serî rakirina li hember zilmê.

(Dawî)

Back to top button