Çîrok

‘Di Her Êrîşî De Me Xwe Dispartin Çiyayan’

CÎLAN ROJ

Wek ragihandin em her roj li Kurdistanê şahidî ji bûyerên pir balkêş re dikin, her roj şahidî ji êş, azar, kêfxweşî, coş û hwd. yê civakê re dikin. Her roj em dibin şahidê dîrokê, her roj di kêliyê de em dibin rêwiyên paşerojê û dîrokê. Ev rewş bixwaze nexwaza rojnamegeran dike hafizaya dîrokê. Bifikirin însanek her roj kêfxweşî û êşa kesek an jî civakek guhdar dike, ev rewş erênî yan neyînî bandor li ser fikir û meyzandinê jî dike, kabîliyeta empatiyê xurt dike.

Yek ji van cihan ku her roj mirov şahidî ji êşek re yan jî ji kêfxweşiyê re dike êzidiyên Şengalê ne. Civaka êzidî û Şengal ji bo ragihandinê qadeke gelek dewlemend e. Li vir her roj mijarek li benda keşfkirinê ye.

Ev kişfkirin carana bi tesadufî pêk tê carna jî bihîstinek û encama lêkolînê pêk tê. Ez wek rojnameger li Şengalê bi zindî nebe jî bi hîskirin û empatiyê bûm şahida gelek kêfxweşî û êşan.

Ez dixwazim behsa bûyerek bikim ku ka çawa tesadufî rastî mijareke bi êş û ewqas jî bûye parçek, dîroka vê civakê, bikim.

Demek berê ji bo çêkirina bernameyeke civakê ku bername bernameyeke gerok e, me berê xwe da gundê Borikê ya Şengalê. Naveroka bernameyê ji 7 salî heta 70 salî pirsîna jiyana civakê ye û gelemperî mêvanên bernameyê jî kesên temen mezin in. Ji ber kesên temenciwan pir naxwazin biaxivin lê kesên temenmezin diaxivin û piranî behsa rojên berê, zehmetî û xweşiyên wê vedibêjin. Piranî kesên temenmezin dema bersiv didin pirsên pêşkêşvana bernemeyê, pirî caran di axaftina xwe de bersiva hemû pirsan didin û di wan axaftinan de ne kes dîrok diaxive.

Dayê Baran Xwedêda Simoqî yek jê mêvana bernemeyê bû ku li ber deriyê mala wê me pêre bernema çêkir. Dayê Baran ku bi dilgermî me pêşwazî kir bêyî pirsên me dest bi vegotina jiyana xwe kir. Dayik ewqas jixwe bawer, bi hevokên xurt, herikbar û sade diaxivî bêyî hemdê xwe mirov xwe di nav rêwîtiya jiyana wê de didît. Hemû jiyana dayikê li ber çavê min zindî bû û wekî ku min wê jiyanê jiyayî hîs kir.

Dayikê bi eslê xwe ji Kolkaya Serdeştê ye lê piştî fermanê bi malbata xwe re li gundê Borikê bi cih bûye.

Dayikê di destpêka axaftina xwe de behsa malên berê yên ji heriyê dihatin çêkirin kir, xwedîkirina sewalan, çandina bostanan, kêfxweşiyên berê û hwd. kir. Lê carek ve hevokên dayikê vegeriya dîrokê dîroka fermanê. Dayikê şahida fermanên beriya sala 2014’an re jî kiriye ka çawa di dema Seddam de xwe spartin çiyayan.

Dayikê bi gotina ‘Ez xwe dizanim nizanim em her ji ber bombebaran û qetlîmana direvin’ dest bi axaftina xwe kir: “Teyare her tim dihatin gundên me didan ber bombeyan. Şev hebû ji ber bombebaranan heft caran me berê xwe dida çiyayan û me xwe li şikeftan vedişart. Lê vê carê em ji avê dûr diketin ji ber vê em ji neçariyê di nav tirs û xofan de dîsa vedigeriyan malên xwe.”

Li ser pirsa me ya ‘Dayikê kî û çima gundê ve bombebaran dikir’ wiha bersiv da: “Rejîma Seddam bi hinceta qeçaxçî têne gund, gundên êzidiyan dida ber bombeyan û qetlîaman pêk dianî.”

Lê tevî vê evqas dîtina jiyana bi êş jî dayikê her digot ‘Tevî her tiştî jî rojên berê ji ya niha xweştir û geştir bû’.

Me meraq kir tevî jiyana ku ewqas bi qetlîm, bombebaran, tirs û xofan derbas bûyî, çawa dibe jiyana berê ji ya nihatir xweştir dibîne. Tabî me tişta ku meraq dikir jê pirsî û dayikê fermana herî dawî bi bîr xist û wiha got: “ma ev ferman çi kir, tu tiştek nehişt. Ji zindiyan heta bêcana her tiştî wêran kir, hinek mal hene kes têde nema. Dema fermanê ez çûm Koço gel xaltîka xwe lê 6 laş di malê de bûn û hê jî 6-7 bedenên bêcan mabûn. Gelek zehmet bû. Di fermanê de em çend rojan li malê asê man û piştre bi şev me berê xwe da çiya. Di dema derketina çiyê de ez ketim û tilîkên lingên min şikestin û hê jî şikestî ne.”

Her çiqas negotibe jî ji gotinên dayikê dihat hîskirin ku biqasî ji fermana 3’yê Tebaxa 2014’an êş dîtiye di fermanê beriya wê nedîtiye. Ji ber fermana herî dawî li ber çavê cîhanê bi destê hêzên navneteweyî û herêmî pêk hat û bi hezaran jinên êzidî li ber çav û bêdengiya cîhanê li sûkan hatin firotin.

Her çiqas min nepirsî be jî lê wekî ku dayikê tiştên di mejiyê min de derbas dibû hîskiribe, tişta herî mezin a dibe sedama fermanan çi ye, bi kurtasî bi van hevokan anî ziman: “Ger em tifaq bûna hemû civak dest bide dest hevdu fermanên bi vî rengî pêk nedihatin lê mixabin bê tifaqî dibû sedema fermanan. Niha em mal û milk çi dikin lê dêvla van tiştan me tiştên ku bikaribin xwe ji ferman û bombebaran biparêzin çêkirina nedibû. Ger her yek ji me di dema êrîşan de kevirek ji çiyayan gindir bikira dê wisa hêsanî dijmin nedikarî bihata ser me de. Lê mixabin ne yekdest bûna me bû sedema van tiştan.”

A rast dayikê ku nivî zêdetir temenê wî bi dîtin û jiyîna fermanan derbas bûye, bi hevokên pir kurt dîroka fermanan û sedemên wan anî ziman û her wiha çareseriya careke din ferman pêk neyên jî anî ziman.

Piştî kurt vegotina jiyana xwe ku bi fermanan derbas bûye vê carê dayikê derbasî mijarek din bû lê ez hê jî di rêwîtiya jiyana dayikê de bûm ku bi ferman û ji fermanan revan derbas bûye.

Lê tevî hemû dîtina ewqas êş û azaran jî dayikê dia ji hemû însanên qenc re dikir daku tu xirabî xwe nêzî wan neke.

Di dawiya bernameyê de me bi xatir ji dayikê xwestin û bi bîranên biêş ên dayikê ji gel wê veqetiyan.

Nişe: Ev nivîs ji ajansa nûjinha hatiye girtin

Back to top button