ÇALAKî

Civaka Êzidî Di Pêşengiya Jin De Ji Bo Şaredariya Xwe Meşiyan

 

Lê beriya demekê hêzên polîsên Îraqê bêyî ku belgeyek an hincetek nîşan bidin û dema karkerên şeredariyê di betlanê de bûn, Şaredariya Girzêrik desteser kirin. Tevî hewldanên dîplomatîk ên Rêveberiya Xweser jî, hêzên Îraqê şaredariya gel radestî gel nekirin.

Ji bo şermezarkirina vê nêzîkatiya provakatîf a hêzên Îraqê, gelê Girzêrikê îro meşek li dar xist. Gelê Girzêrikê sibehê xwest heta ber şaredariyê bimeşe, lê meşa rewa ya gel ji hêla hêzên Îraqê ve hat astengkirin. Gel guh neda astengkirinê, heta Şaredariya Girzêrikê meşiya û li wir daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de gel hêrsa xwe ya desteserkirina şaredariya wan anî ziman û xwest hêzên Îraqê demildest şaredariya gel radestî gel bike.

‘Em dest ji şaredariya xwe bernadin’

Hevşaredara Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf diyar kir ku Şaredariya Gel a Girzêrik beriya 3 mehan hatiye vekirin lê îro hêzên Îraqê dest danîne ser û wiha got: “Îro em hatine heqê xwe bixwazin, ji ber ku em dizanin bi şarederiyê miletê Girzêrik vegeriya gundên xwe. Em îro li ber şarederiyê hazir bûne da ku hêzên Iraqê şaredariya me radestî me bike û em jî xizmetê gelê xwe bikin. Ev 11 sal derbas bûn Iraq  ji bo êzidiyen tiştek nekiriye. Em ê bi xwe şarederiya xwe ava bikin û xizmeta miletê xwe bikin. Me şaredariya xwe bi keda xwe di nav zor û zehmetiyan de ava kir. Em ê wek navê şarederiyê xizmet û kar bikin û em dest ji şarederiya xwe bernadin.”

‘Divê Îraq Şaredariya Gel radestî gel bike’

Endama şaredariyê Nesrîn Hisên jî da zanîn ku piştî fermanê bi salan di nav zor û zehmetiyan de Şaredariya Gel a Girzêrik hatiye avakirin û ev nirxandin kir: “Piştê miletê Girzêrik vegeriya gundê xwe, artêşa Îraqê îro dest daniye ser şaredariya gel. Miletê Girzêrik dixwest ku piştî zehmetiyên fermanê,  şarederiya xwe veke û di xizmeta gelê xwe de be, lê artêşa Îraqê dest danî ser. Îro em wek miletê Êzidî wek sazî û dazgehên xwe dixwazin şaredariya me radestî me bikin. Lazim bû Îraq destek dabûya şaredariya me û xizmetê gel kiriba, lê Îraq vî tiştî naxwaze. Îraq dixwaze şaredariya me bigre û miletê Êzidî venegerin gundên xwe.”

 

Back to top button