
Di Modernîteya Demokratîk De Sîstema Perwerdeyê
“Perwerde dikare weke hewldana civak, ezmûnên xwe, zanistên xwe yên teorî û kardarî bidin hemwelatiyên xwe, bi taybet ciwanên xwe di vî alî de têbigehînin were danasandin. Civakbûna zarokan bi pêşbaziya perwerdeyê tê birêvebirin. Perwerdeya zarokan ne karê dewlet û îktîdarê ye, karê herî girîng ê civakê ye. Ji ber ku zarok û ciwan ên wê bi xwe ne. Hem weke maf hem jî weke erk, zarokên xwe û ciwanên xwe li gorî kevneşopiyên xwe û li gorî taybetmendiyên xwezaya civakbûna xwe mezinkirin, zivirandina xwe mijarek jiyanî ye; pirsgirêka domandina hebûna xwe ye.
Tu civakek mafê xwe yê heyînê û ji bo vê jî erkê perwerdekirina ciwanên xwe nikare bi hêzeke din re parve bike, vî erkê dewrê hêzek din nake. Hêza mijara gotinê dewlet an jî cûrên din ên beşên îktîdarê jî be, vê maf û erkê xwe dewr nake. Di rewşek dijber de wê bi destê xwe, xwe radestî yekdestên desthilatdar bike. Pîrozbûna mafê perwerde, çavkaniya xwe ji xuliqînê ye. Di serî de bav û dayîk tu hêzek qasî civaka wê ne dikare nêzî zarok û ciwanên wê bibe, ne jî pêdivî weke wan nêzbûnê dibîne. Di demboriya dîrokê de yek ji şaristaniyên dijberê civakê ya herî mezin, çalakiya civakê bê zarok û ciwan hêliştin e.
Sîstema şaristaniya dewletî vê çalakiya xwe bi du rêyan pêk tîne: Yan mezinên wan tune dike, zarok û ciwanên wan dixe kole yan jî ji bo di qata îktîdarê de binirxîne di gotin de binavê perwerdekirinê digire gel xwe. Yek ji armancên herî girîng ên şeran, weke malê herî bi nirx zarokan, keçan û xortên ciwan bi van herdu rêyan, bi şêweyek ku di nav de veguherêne beşên helandinê pêk tîne û dide pêkanîn.
Ji hêlekê ve bi vê rêbazê hem civakê lawaz kirin hem jî çalakiya hêzên pergalên (aygıt) îktîdarê pêkanîn bû: li hemberê civakê xuliqandina civakê, li hemberê civaka xwezayî pêkanîna civaka dewlet û îktîdarê. Di vê pêkhatinê de dîrok, çand û zimanek pir cûda fêrî zarok û ciwanên ji civaka cewher hatin paqijkirin, tê kirin. D ivê perwerdeyê de biyanîkirina li cewhera xwe armanca bingehîn e. Hem îdeolojîk hem jî aborî, ji bo wan nasnameya her dewletê tê dayîn qezenc kirin. Dewlet û îktîdar ji bo wan tê, anîna rewşa pêkhatina rêya yekane rast. Ev beşên hatin vegûherandin hem xwe dewlet û îktîdar dibînin, hem jî bi vî awayî bi civaka xwezayî re tên dijberkirin.
Hin caran civaka dewletê û civaka xweza tên hemankirin. Ev şaş e, bi nakok e. Dîroka şaristaniyê li ser vê nakokiyê hatiye sazkirin. Di bin destxistina perwerdeyê ji hêla îktîdarê ve,ev rastiyên dîrokê heye. Yan jî beramberê civakê erkê perwerdekirinê ne li xema wan e. Maldarek karkerên xwe çiqas perwerde dike, îktîdar jî hikûmetên xwe bi wê mejiyê weke evd-karkerên xwe perwerde dikin. Navê xwe burokrasî jî be, endamên wê ji asta herî jêr heya herî jor weke evd tên mezinkirin.
Bi taybet îktîdarên netew-dewletan, yekdestiyên li ser tevayî zarok û ciwanên xwe di serî de bi rêya perwerdeyê dihonin. Kesên bi têgînên wan ên dîrok û huner, zihniyetên wan ên olî û felsefî hatin kûrkirin, êdî ne weke yên malbatên xwe yên kevin, weke mal û zarokên cewher ên xwediyê îktîdarê ne. Biyanîbûna mezin bi vî awayî tê sazîkirin. Ji hêla perwerdeyê ve li ser tevayî civakan yekdestiya herî kûr saz kiriye.
Bi neçarîkirina perwedeya destpêk û navîn, dema yên dixwazin ji bo xwe karek jî bibînin, dîplomeya zanîngehê li bîra wan tînin.Tê wateya zor, hêza aborî û perwerde, hatine rewşa çekên hêzê yên ku dagirkerî pala xwe didiyê. Her wiha di boriya dîroka şaristanî de, şerê ku dewlet û îktîdar bi amûra perwedeyê li hemberê civakê dayî meşandin, em dikarîn bi rihetî diyar bikin ku civak derba herî mezin bi wê xweriye.
Mafê perwerde yê civakan mafên pêkanîna wan herî zor e. Li beramberê hêza mezin a yekdestên aborî û netew-dewletê, civaka ku pêwist dikir bi rêya perwerdeyê hebûna xwe bi awayekî mîsoger bixe bin ewlehiyê, derbasî pêvajoya herî zor a dîroka xwe bûye. Hegemonyaya îdeolojîk bi şoreşa ragihandinê ya dawî, bi şerê çapemenî yê li ser tevayî civakê meşandî (dagirkeriyê ji ber ku biqasî aliyê wê yê leşkerî û aborî, belkî jî ji wê hîn kurtir û bêkû pê bihese dimeşîne) dagirkeriyek çandî ya ji nû ve û hîn bi serkeftîtir dide meşandin.
Li hemberê ev dagirkerî û bidestxistina çandî, berxwedan û têkoşîna civakî ji bo hebûna xwe bi amarên herî bingehîn ku polîtîk û exlaqê cewherî dayî meşandin, rêya yekane ya azadî û rizgariyê ye. Ku ciwanên xwe winda kirî yan ji ciwanên ku civaka xwe winda kirî ji windakirinê wêdetir, tê wateya mafê heyîna xwe winda kirine û îxanet li wê kirine.
Ya şûnde dimîne rizîn, belavbûn û ji holê rabûn e. Li beramberê vê erkê bingehîn ê civakê, weke amarên bingehîn yên hebûna wê, pêşxistina saziyên perwerdeyên xwe ne. Weke naverok şîroveyên zanistî, hunerî, felsefî û zimanî bi ji çêkera zanist-îktîdar ê cûdakirinê, şoreşa wateyê biserxistine. Di rewşek dijber de tevnên polîtîk û exlaqî yên hebûna civakî zindî (işlevsel) hêlan negengaze. Bi vî awayî pirsgirêka perwerdeyê di cewherê xwe de çawa ku saziyên (tevnên) exlaqî û polîtîk ên civakê tîne rewşa neçarî, erkê bingehîn ê exlaq û polîtîkayê jî pêkanîna perwerdeya civakî ye. Civaka xwe perwerde neke, wê derfetê pêşxistin û li ser piyan girtina saziyên xwe yên exlaqê cewher û polîtîkaya xwe ji holê rake; civakek bi vî rengî, herdem ji bin xeteriyên jiyankirinê, rizînê û belavbûnê nikare xwe rizgar bike.”
Ji Perspektîfên Rêber Apo