
Jinên êzidî: Em bi dîtin û bihîstina dengê Rêber Apo kêfxweş bûn
Jinên êzidî piştî 26 salan bi dîmen dîtin û bihîstina dengê Rêber Apo de hestên xwe ji malpera me re anîn ziman. Jinan diyar kirin ku banga Rêber Apo ji bo hemû civakan e û xwesti di demeke nêz de bi fîzîkî jî Rêber Apo di nav xwe de bibînin.
Henan Şengalî: Navê min Henan e û ji Xanesorê me. Di serî de em gelekî civaka êzidî û jinên êzidî bi ditîna dîmenê Rêber Apo û bihîstina dengê wî kêfxweş bûn.
Rêber Apo ji bo pêşanîna aştî û civaka demokratîk banga çekdanînê kir daku êdî şer bi dawî bibe. Ji hêla din ve em nêzî fermana 3’yê Tebaxê dibin. Em ji wê rojê ji bîr nakin, em dizanin roja fermanê kê terka me da û kê destê me girt. Roja fermanê dayik û keçên me ketin destê DAIŞ’ê, zarokên me û ciwanên me hati kuştin û em ê wê rojê tu carî ji bîr nekin. Her wiha roja fermanê şargirtên Rêbertî bi me ve hatin, bi hezaran însanên me ji destê çeteyan xilas kirin, bi hezar însanên me jî di van çiyayan de tî û birçî man. Wê rojê tenê heval bi me ve hatin. Em tu caran qenciyê ji bîr nakin. Ji bo şer û mirin bên rawestandin Rêber Apo ev pêngav avêt. Danîna sîlehan a gerîlayan ji ber tirsê ji ber pêkanîna çareseriyê ye. Ji aliyê din ve em dixwazin Rêber Apo di nav xwe de bibînin. Em dibînin ka çiqasî qîmetê hemû miletan dizane, qîmetê jinan dizane. Roja ku dinya ava bûye heta niha yekî qandî wî qedir û qîmet nedaye jinê. Bi rastî em dizxwazin rojekê zûtirîn di nava xwe de wî bibînin.
‘Em dixwazin êdî Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin’
Şirîn Silêman: Roja 9’ê mehê me dîmena Rêber Apo dît gelekî kêfa me hat. Rêber Apo ne ji bo şexsê xwe ji gerîlayan re got sîlahê deynin, ji ber azadiyê got sîlah deynin. Ev 50 sal in daîmî şer bû, zêdetirîn 35 hezar gerîla şehîd ketin. Rêber Apo ne ji bo xwe ev 26 sal in di nav çar dîwaran de ye. Ev 11 sal in em jî xwe li ser fikir û felsefaya Rêber Apo xwe perwerde dikin. Em wek jin jî bi giştî jî gelekî kêfxweşbûn ku me dîmenê wî dîtin. Ev 26 sal in tu dengê wî nebûn, ev çend hevdîtin çêbûn lê 9’ê mehê dema me dîmenê wî dît û peyîvî em kêfxweş bûn. Em dixwazin êdî Rêbertî fizîkî bê azadkirin û em wî bibînin. Di fermanê de gelek tişt bi serê me de hat, tenê şagirtên Rêber Apo bi me ve hatin. Ez bawer im gelek ji wan dilopek ava Şengalê jî venexwarin û şehîd bûn. Heta em sax in em wan şehîdan ji bîr nakin û her li ser şopa wan bin. Her wiha heta em hebin em ê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin. Û em dixwazin ne dereng zûtirîn Serok ji zindanê derkeve û em wî di nav xwe de bibînin.