
Li Serdeşta Şengalê semînera Akademiya Jineolojiyê
Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de ku ji hêla Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve hatibû destpêkirin, Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek ji hemû jinan re da. Semîner li Şaredariya Gel a Serdeştê pêk hat. Di semînerê de nameya Rêber Apo ku ji Akademiya Jineolojiyê re şandibû hat xwendin û li ser niqaş hat meşandin.
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Rîham Hesen û endama Meclisa Jin a Serdeştê Besê Avesta derheqê semînera jineolojiyê de ji malpera me re axivin.
Nirxandina Rîham Hesen û Besê Avesta bi vî rengî ye:
Rîham Hesen: Akedemiya Jinolojiyê li ser nameya Rêber Apo ya ji bo jineolojî rê kiribû semînerek li Serdeşta çiyayê Şen
galê da. Destpêkê em silav û hezkirinên xwe yên mezin ji mîmarê azadiyê Rêber Apo re dişinin. Pêwîst e her jinek vê nameya ku Rêber Apo ji jineolojiyê re şandiye, bixwîne û tehlîl bike. Bi taybet di şexsê her jineke Êzidî, her jinek bi fikir û felsefa ya Rêbertî xwe perwerde bike û nameya ku Rêbertî şandî jî ji bo jin xwe azad bike nameyeke gelekî girîng e. Rêber Apo jî tîne ser ziman ku sîlaha her mezin fikrên jineolojiyê ye. Em tarîha jin mêzekin bi destê serdestan hatiye nivîsandin lê yê ku jin dikarin bi zanista jineolojiyê re tarîxa xwe bi xwe binivÎsînin û xwedî derkevin. Rêber Apo dibêje ‘heya jin azad nebe civak jî azad nabe’, jin dikarin bi fikirên azad, azad bibin. Erk û berpirsyariya her jineke ku xwedî li dîroka xwe derkeve û civakeke azad biafirÎne. Ji hela din ve em nêzî salvegera fermanê dibin. Em dizanin di dema fermanê de herî zêde şîdet li ser jinê hate meşandin. Dijmin dixwest di şexsê jinê de nasnameya Êzdiyatî ji kokê rabike. Lê bi merheleya Ronesansê re dê jin pêşengtî ji pêşerojê re bikin û êşên di fermanê de jiyane dikarin veguherînin hêzê.
‘Rêber Apo her azadiya jin difikire’
Besê Avesta: Ji ber nameya Rêber Apo semînerek li Serdeştê hat dayîn. Em ji vir heya Îmraliyê silavê xwe ji Rêbertî re dişînin. Rêber Apo ji bo jin bikaribin xwe birêxistin bikin û rêxistinbûna xwe hîn berfirehtir bikin nameyeke bi vî rengî ji jineolojiyê re şand. Dema Rêber Apo hate girtin ji bo azadiya jin gotibû ‘projeya min a nîvço mayî’. Lê tevî 26 sal in din av çar dîwaran de ye jî her azadiya jin difikire û her silavên xwe ji jinan re dişîne. Herî dawî jî bi nameya jineolojiyê re jî silavên xwe şand û got ‘projeva min a nîvço mayî bi jineolojiyê re temam bibe.’ Jin bi fikirên Rêbertî xwe perwerde kiriye, xwe zana kiriye û gav avêtiye. Lê divê jin hîn zêdetit xwe bi rêxistin bikin û pêşengtî ji civaka demokratîk re bikin.