
TAJÊ Ji Bo Ferman wek Jenosîd bê Qebûlkirin Ji 19 Welatan Re Name Şandi
Komîtaya Dîplomasiya Tevgera Azadiya jinên Êzidî (TAJE) bi buneya salvegera 11 min a fermana 3’ Tebaxa 2014’dan ya li ser civaka Êzidî li Şengalê bi destê ceteyên DAÎŞ’ê hate pêkanîn. Ji bo naskirina jenosîd li ser civaka Êzidî bê qebîlkirin ji 19’ welatan ra name hatin rêkirin da ku jenosîda li ser civaka Êzidî bê qebûl kirin û sûcdar bên bêndarazandin.
11 sal li ser fermana 3.8.2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şingalê pêk anî derbas dibe. Civaka Êzidî fermana 742an li pêş çavên cîhanê jiya. Di vê fermanê de bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, dîlgirtin û ji cih û warên xwe koçber bûn. Qûrbaniyên herî zêde yê fermana 74’an jin û zarok bûn. Jinên Êzidî hatin dîlgirtin, firotin, tecawizkirin, îşkencekirin û kuştin. Bi sedan zarok, pîr û kal ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
11 sal li ser fermana 74’an re derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin û trajediya fermanê derbas nebûye. Heya niha 2900 mirovên Êzidî ku piraniya wan jin û zarok in di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Bi sedan jî çarenûsa wan bi tu awayî nayê zanîn. Hîn bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin û hîn jî gorîn nû têne dîtin.
Di nava 11 salan de 14 welatan bi fermî fermana 3.8.2014’an û kiryarên çeteyên DAIŞ ê li dijî civaka Êzidî wek jenosîd pejirandin.
Me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dosyek berfireh li ser fermana 3.8.2014’an amade kiriye. Em vê dosyaya ku bi belge û agahiyên girîng îspat dike ku fermana 3.8.2014’an a li ser civaka Êzidî li Şingal hat jiyan kirin jenosîd e, pêşkêşî we dikin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn jî bi erk û berpirsyartiyên xwe ya mirovî rabin û fermanê bi fermî wek jenosîdê nas bikin.
Me weke jinên Êzidî ji bo pêşî li qirkirina jin û civaka xwe bigirin, piştî jenosîda sala 2014’an di sala 2015’an de, destpêkê weke komeke jinan bi navê Meclîsa Jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir. Weke bersiva jenosîdê li dijî jin û civaka Êzidî me rêxistina xwe ava kir. Ji bo jin bibe xwedî hêz û karibe parastina xwe ji ferman û êrîşan bike, me xebatên xwe mezin û berfireh kir. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat ava kirin. Heya niha em wekî jinên Êzidî li Şingalê xebatên xwe berdewam dikin.
Navên welatên ku name ji wanre hatiye şandin wihane
Serokatiya Afrîkaya Başûr
Protokola Merasîma Dewletê ya Îtalyayê
Ofîsa Serokkomar û Têkiliyên Dîplomatîk ên Giştî yên Bulgaristanê
Ofîsa Serokkomarê Komara Slovakyayê
Serokkomarê Slovenyayê
wezareta derve ya fransa
Serokkomarê Komara Fînlandiyayê
Serokkomarê Qibrisê
Serokkomarê Komara Hirvatistanê
Wezareta Karên Derve ya Maltayê
Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê
Serokkomarê Avusturya
Serokkomarê Komara Lîtvanyayê
Ji bo Serokkomarê Yewnanistanê
Serokê Hikûmeta Spanyayê
Wezareta Karên Derve ya Çînê
Ofîsa Serokatiya Hindistanê
Serokatiya Komara Erebî ya Misrê
Birêz António Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî