
11’emîn salvegera Fermanê: Bê helwestbûyîn jî hevkariya fermanê ye
Bi nêzhatina 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li gund û navçeyên Şengalê semîner û civînan li dar dixe. Bi heman armancî li Meclisa Gel a Xanesorê jî semînerek hat lidarxistin.
Têkildarî salvegera fermanê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî ji malpera me re axivî û diyar kir ku ew wekî jin wekî civak ji bo careke din ferman bi serê wan de neyê xwe birêxistin û bihêz dikin.
Şemê Helîqî destnîşan kir ku fermananê wek fermana 3’yê Tebaxê kêm tên serê civakan û bi bîr xist ku roja fermanê dinya li beramberî fermana li ser civaka êzidî çav û guhê xwe girtiye û wiha got: “Lê di kêliyên her zor û zehmet de yê xwedî li civaka Êzidî derket fikir û felsefaya Rêber Apo bû ku em ji fermanê rizgar kir.
Bêguman dema Rêber Apo xwedî li me civaka Êzidî derket, zext û êrîşên dewletan hem li ser Rêber Apo hem jî li ser me zêde dibû.”
‘Bê Helwestbûyîn jî Hevkarî ye’
Di axaftina xwe de Şemê Helîqî bal kişand ser xemsariya Iraqê ya li hember Şengal û civaka êzidî û wiha domand: “Heta niha dewleta Iraqê tu tiştek ji bo me Êzidiyan nekiriye. Fermana ku bi sere me de hat di bin serweriya wê de bû. Ev 11 sal bi ser fermanê re derbas bûn heya niha Iraq tiştekî ji bo me nekiriye. Hêj jenosîda li ser civaka êzidî qebûl nekiriye, ev nêzîkatiya Iraqê cihê şermazariyê ye. Lê bê helwestbûyîn jî hevakarbûyîna fermanê ye. Kesên ku di fermanê de li pişt me baz dan bila tu hêviyan nekin careke din wê vegerin Şengalê.”
‘Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo li ser piyan in’
Di axaftina xwe de Şemê Helîqî da zanîn ku ew îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hem dikarin xwe biparêzin hem dikarin axa xwe biparêzin û wiha pêde çû: “Îro roj em xwedî hêz in ku ji zarokên me pêk tê. YBŞ, YJŞ, Asayîş û saziyên me hatine avakirin, em dikarin li ber xwe bidin û xwedî li xwe dekevin. Ev sala 11 sal in em xwe li ser fikrên Rêber Apo perwerde û birêxistin dikin.”
Peyama Rêber Apo ya ji bo civaka êzidî
Di dawiya axaftina xwe de Şemê Helîqî bal kişand ser nameya ku Rêber Apo ji bo jin û civaka êzidî şandibû û wiha got: “Dema peyama Rêber Apo ji me civaka êzidî re hat em gelek kêfxweş bûn. Em ê li ser peyama Rêber Apo ku ji me re şandî xwe hîn zêdetir bi rêxistin bikin û bi mezinkirina hêza xwe ya paratin em ê xwedî li axa xwe derkevin.”