
Jina Êzidî Rîham Hecî Piştî 11 Salan Hat Rizgarkirin
Piştî 11 salan û nêzhatina salvegera fermanê keça êzidî Rîham Hecî Heme ji hêla şervanên YPJ û QSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Keça êzidî ku ji hêla hêzên Rojava ve hatibû rizgarkirin, îro ji aliyê YJŞ û YBŞ’ê ve radestê malbata wê hat kirin.
Riham ku ji Xanesorê ye, ji hêla malbat û jinan ve bi tilîlî û dîlanan hat pêşwazîkirin.
‘Min hêviya xwe qut kiribû lê niha di nav malbata xwe de me’
Riham Hecî ku dema dîl dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê 11 salî bû û niha 22 salî ye, hestê xwe bi kurtasî wiha anî ziman: “Ez destpêkê spasiya YPJ û YJŞ’ê dikim ku min ji destê çeteyan xilas kirin. Ez bi biçûkatî ketim destê çeteyan û piştî 11 salan min teslîmê malbata min kirin. Careke din ji bo dîtina malbata xwe min hêviya xwe qut kiribû. Niha piştî 11 salan hemû malbata min kom bûye û ez di nav wan de me. Ez ê fermanê û tiştên ku jiya me tu carî ji bîr nakim û hêvî dikim ku hemû jinên dîl bêne rizgarkirin.”
‘Min keça xwe wek şehîd îlan kiribû’
Dayika Riham Hecî jî kêfxweşiya vegera keça xwe bi van hevokan anî ziman: “Bi dîtin û hatina keça min hemû dinya ya min bû. Min keça xwe wek şehîd xistibû lîsteya miriyan lê hezar caran şikir piştî 11 salan keça min li min vegeriya. Ez spasiya hemû şervanan dikim ku keça min xilas kirin. Bi taybetî ez spasiya xwe li YPJ’ê dikim.”
‘Soza me rizgarkirina hemû jinên êzidî ne’
Di dema radestkirina Riham a malbatê de li ser navê YJŞ’ê Sozdar Şingalî axivî û ev nirxandin kir: “Jineke êzidî ji hêla YPJ’ê ve ji destê çeteyan hat rizgarkirin û em jî wek YJŞ û YBŞ’ê çûn jina êzidî anî Şengalê û radestî malbatê kir. Em li ser navê YJŞ û YBŞ’ê spasî hevalên xwe yên YPJ, YPG û QSD’ê dikin. Têkoşîn û berxwedana me ji bo rizgarkirina hemû jinên êzidî yên dîl in û wek YJŞ û YBŞ’ê soza me jî ev e. Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye em jina êzidî Riham ku piştî 11 salan vegeriya Şengalê, radestî malbata wê dikin. Heta yek jineke êzidî jî di destê çeteyan de bimîne em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Riham piştî radestî malbatê hat kirin, malbat ew bir mala xwe ya li Xanesorê. Riham li mala xwe ya Xanesorê bi tilîlî û govendan hat pêşwazîkirin.