
Bi Hêviya hatin û dîtina zarokên xwe
Her dayik bi hatin û dîtina zarokên xwe yên ku di fermanê de ji hêla DAIŞ’ê ve hatine dîlgirtin. Yek ji wan dayikan jî dayê Qemer Lifa Xidir:a ji gundê Digurê ye ku keça wê û çar neviyên wê ketine destê DAIŞ’ê. Dayê Qemer qala wan rojên fermanê ji malpera me re kir.
Dayê Qemer bi van hevokan dest qala beriya fermanê, roja fermanê û tiştên ku dîtiye kir:
“Berî fermanê jî heval dihatin mala me, kurê min Îlyas wê demê jî têkiliyê wî li gel hevalan hebû. Me berê jî hevalan nas dikir dihatin mala me. Sibehekê du hevalên xort hatin mala me, gotin Îlyas mal e me got rast e û hatin malê. Ez çûm mala cîranê me, ji min re gotin bila Îlyas ji malê derkeve telefon kirine hikûmetê werin wî bigirin. Ji ber hinekan giliya wî kiribûn.Ez çûm min jê re got derkeve hikûmet te bigire, got ez ji mal naçim bila bên. Carek jî hikumetê hatin mala me, gotin du PKK’î hatine mala we kanî. Me got hatine çayek vexwarine û çûne. Ji ber hinekan îxbar kiribû.
Kêliyên fermanê yên nayên jibîrkirin
Me bi xwe tiştek nedî. Lê keça min mala wê li gundê Ezêr a girêdayî Tilqesebê bû. Me jê re telefon kir me got xwe xilas bikin gihîştin lûfa Şengalê. Keça min bi 4 kurên xwe ve ketin destê DAIŞ’ê. Biraziyê min eskerî bû ew sê keçên xwe û hevjina xwe ve ketin destê DAIŞ’ê. Me biraziyê xwe û her sê keç û eyala wî bi sê defteran ji DAIŞ’ê kirî.
Birayê min Hisên di Şengal de ji ber dawa dîn DAIŞ’ê wî kuştin û em nizanin çi jê kirin. Dema ji min re gotin mala Hisên hatiye girtin min got hatine kuştin, gotin tu çawa dizanî hatiye kuştin, min got ji ber dawa dîn hatiye kuştin. Keça me her sê kurên wê mezin bûn dema ketin destê DAIŞ’ê. Kurê wê yê herî biçûk dema Operasyona Bahozê de hat rizgarkirin. Em derbarê yê din de tiştekî din nizanin.
Cara dawî bû dîtina wan
Biraziyê min ê din jî ew û keça xwe ketin destê DAIŞ’ê, wan heta birin Tilefer jî saxbûn lê piştî wê em nizanin çi ji wan jî hat. Ji dayika xwe re telefon kiriye gotiye dê wan bibin Sûriyeyê. Heya em çûn gihîştin ber avê me got kes xilas nabe, em çûn Derebûnê em şevekê li wir man em çûn Xankê. Mala PKK’ê ava be, bi me ve hatin û em xilas kirin. Em dayimî dibêjin heval nebûna yek ji me xilas nedibûn.
Birayê min Reşo bê seyare bûn 5 zarokên wî hebûn hemû biçûk bûn. Reşo got li jêr gund em hatin girtin. Seyara Xelef qêranî wan girtin. Hemirek di navbera me û wan de bû. Dema me xwe berda nava gund min ji sayiq ra got tu seyarê ji malekê bide bila em tê de bimirin ji bo em nekevin destê DAIŞ’ê. Keça me ya biçûk digiriya me devê wê girt, me di nava xaniyan de xwe veşart. DAIŞ şevê li ser van rêyan bûn, me şevê her carê xwe diguhest malekê. Piştî 5 rojan heval ketin gund, ger PKK nehata gund kesek di gund de xilas nedibû.
DAIŞ şiayan jî wekî Êzidiyan qetil kirin, ew jî gelek ketin destê DAIŞ’ê, Tilefer jî talan kirin. Zawayê me li gel me bûn, şev her dengê telqeyan dihat heta bû sibeh xew neket çavên min, çiqasî banî zarokan kir ranebûn min got bila binivin. Saet bû 9 min banî Îlyas kir, min got rabin xelk hemû direvin.
Çînarê me Xidir li ser rêkê bû min got çi heye got birevin xwe xilas bikin jin, zarok wan tevan dikujin xwe xilas bikin, keçeke me ya seqet jî hebû. Hin malan yek ji wan xilas bûn. Li Şengalê 73 jin pêkve hatin kuştin, hemû jin jî temenê wan mezinbûn ji wan re dibêjin werin em ê we bibin ji we re siplêtan pêxin jinek ji bûka xwe re dibêje ger wê me bibin cihekî xweş tu jî were. Wan hemûyan dibin Solaxê pêkve dikujin, hemû jî ji Koço bûn. Ji ber vê fermanê gelek jin xwe kuştin, damarê destên xwe birîn. Herî zêde jî destdirêjî li jinan hat kirin, keçên Êzidiyan li Tilefer, Mûsil Û Becê hatin firotin.
Bi hêviya hatina wan
Heya niha ji malbata me 5 kes di destê DAIŞ’ê de mane. Keça me ya di destê DAIŞ’ê de bû li Tilefer ji me re telefon kir got zarokên temenê wan biçûk hemûn dibin dersa dîn didin wan. Dema ji me re got me nedikarî tiştekî bikira. Kurê keça me yê biçûk dema hat girtin emrê wî 6 salî bûn, dema operasyona Bahozê de hat rizgarkirin. Kurik got birayê min Nûrî, Hesen li meskerê Kobanê bûn. Got birayê min Elyas jî li kampa Hol bi erebê destan ji wan re erzaq vedighuzîne. Keça me piştî ji Tilefer çûne me dengê keç xwe nebihîstiye dibêjin li kampa Holê ye. Lê em tam tiştekî nizanin.
Daxwaza min ew e Êzidî hemû bibin yek, bibin tifaq. Ez bang lî miletê me dikim bila ji wan kampan vegerin ser warên xwe.”