
‘Tişta Herî Zehmet Qêrîn Û Hawara Keçên Ciwan Bûn’
Di sedsala 21’ê de bi destê hêzên navnetewî êrîşên DAÎŞ çarek din Rojhilata Navîn kirin gola xûnê. Bi êrîşên çeteyên DAÎŞ yên li ser Sûryê re vê carê berê xwe dan axa Îraqê, hêzên Îraqî bêy ku telqeyekê biteqînin Mûsil bi temamî radestî çeteyan DAÎŞ’ê kirin. Bi hevkariya PDK’çeteyên DAÎŞ di 3’Tebaxa 2014’de berê xwe dan Şengalê. Pêşmergeyn bêy ku li berxwebidin ji Şengal reviyan û civaka me radestî DAÎŞ kirin. Civaka Êzidî bi qetiliyameke mezin ra rûb rû helan û bi hezaran jin,zarok, kal û pîr hatin qetilkirin û revandinî
Yek ji wan jinan ku dîlketî destê DAIŞ’ê û piştî 8 mehan hat rizgarkirin dayê Xonav Îno Xûndo ye. dayê Xunav bi dil êşeke mezin behsa roja fermanê kir:
“Dema DAIŞ hat em çûn lofan lê bes hevjinê min li gel dayika xwe ma û got ez ê dayika xwe nedim wan. Em û zarok bi lofan ketin, me sê lof derbas kiribû erebeyên çeteyan hatin pêşiya me birîn û telefonên zarokan ji wan girtin. Piştre ji me re gotin herin malên xwe kî ji we re got bazdin û biçin, herin malên xwe. Me jî got pepûko rast e û ji wan bawer kir. Me xistin erebê û anîn Şengalê.
Me ji wan bawer kir lê bes êdî em ketibûn destê wan û cihê ku em biçin nîn bû. Sê şevan em li Şengalê ragirtin û piştre me birin Tilefer. Pênc-şeş rojan em li Tileferê man, halê me ne tu hal bû. Av nîn bû, nan nîn bû. Piştî Tilefer me derbasî Rojava kirin û sê mehan em li vir man. Piştî sê mehan hatin gotin em ê we bibin Musilê. Vê carê em hatin Musilê û nêzî mehekê li Mûsilê man. Piştre dîsa ji Musilê anîn Tilefer. Nêzî 8 mehan em di destê wan de man. Di 8’ê nîsana 2015’an de em gihiştin kampê gel zarokên xwe. Çeteyan min û hevjinê min li beramberî fîdyeyê berdan. Me ji zarokan re got em naçin lê bes zarokên me gotin herin hûn xwe xilas bikin. Piştî berdanê em hatin Kerkûkê û kurd hatin pêşiya me.
Dema em ketin destê DAIŞ’ê me digot dê me bikujin, me nedizanî kengî me bikujin. Ez, hevjînê xwe, sê kurê min, pîra me, kurê tiyê min û biraziyek min, em 8 kes ketin destê DAIŞ’ê. DAIŞ tenê min û hevjinê min berda, me got zarokên me jî bidin gotin na em wan nadin. Sê zarokên min di destê DAIŞ’ê de ne. Piştî berdanê em salek li başûr man û piştre em vegeriyan Şengalê. Ev zêdertirîn 8 sal in em hatine Şengalê. Tu kesî belengazan nîn e. Em êzidî tu carî tune nabin.
Jinên ciwan li ber çavên me dibirin. Tişta herî zehmet û min ji bîr nekirî ev e; du çete hatin dest û lingê keça ciwan girtin û birin, qirîn û hawara keça ciwan bû. Me li gel hev nedihiştin. Destpêkê jinên zewicandî û zarok nedibirin lê bes piştre dihatin wan jî dibirin. Mêran jî dikuştin. Min bi çavên xwe dît ku çawa ciwanek li kolanê Şengalê kuştibûn û xwina wî li kolanê herikibû. Nedihiştin em ji malê derkevin û bi jinan re bên gel hev.
Di fermanê de tu tiştekê me nema, bi mirovên me re her tiştê me jî çûn. Piştî fermanê em bi dilekî şikestî vegeriyan Şengalê. Qence Êzidî xwe biparêzin, ger em xwe neparêzin kes me naparêze. Dema me navê YBŞ bihîst, Asayîşa xwe bihîst em gelekî kêfxweş bûn. Ger hêza me hebûya em ê neketa destê DAIŞ’ê. Gelek jinên di temenê min de hebûn. Bi hêviya xwedê dê hemû jinên Êzidî bên rizgarkirin.
Heta em nekevin bin axê birînê me nayê pêçandin wê bi me re were gorê, her di dilê me de be. Dema fermanê de dinyayê çavên xwe girt, hawara me nebihistin.
Ev ferman ne dawî bû ne jî destpêk bû. Dinya hemû ji Êzidiyan diqehire, xêrxwaza wan nîn e. Fermanên berê jî mezinên me qet qal nedikirin. Fermana herî dawî jî bi saya televîzyonê hat dîtin û bihîstin.”