Çîrok

Em ê bi bîr û baweriya xwe parastina xwe mezin bikin

Ferman yek ji wan qirkinan e ku di hafizaya mirovan de tu caran nayê jibîrkirin. Ferman qirkirina herî piralî û berfireh a îrade şikandina mirovan e. Bêguman di sedsala 21’an de li ber çavên mirovahiyê civaka me ya êzidî di sala 3’yê Tebaxa 2014’ê de rastî qirkirineke hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hat. Bi hezaran jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok bê seroşûn kirin. Yek ji wan dayikan şahîda fermanê Şirîn Sedo e.

Şirîn Sedo ku ji gundê Digurê ye roja fermanê û tiştên ku jiya û ditiye, ji malpera me re parve kir.

“Ez ji Gundê Digurê me, di fermanê de xelk hemû direviyan, me got em narevin kurê me gotin em ê li ber xwe bidin. Pêşmergan terka me dan û reviyan. Xelk hemû direviyan ji bo xwe xilas bikin. Em neçûn çiyayan, em çûn Başûr, milet baz dida. Keça me got kî destê xwe dirêj bike ez ê avê bidim ji ber ku ferman bû her kesî baz dida. Li jorê gund gelek kes hatin kuştin. Dema em çûn ber avê hindek ereb hatin pêşiya me û gotin werin derbas bibin. Ger em derbas nebûna em ê hemû hatibana kuştin.

Em bêparastin hatin hiştin

Lê pêşmergan pêşiya me baz didan, me û Şengal neparastin. Ger pêşmergeyan Şengal parastibana ewqas însan nedihatin kuştin. Mal û milken me hemû çûn me guh neda, me got mal û milk vedigerin lê însam dema çû cardin venagere. Cîranê me wiha got; Em ji çiyê hatine, di dema hatinê de jinekê nan çê dikir, min got du zarokên min ji birçîne dimirin ka nanek bide lê got bixwedê nadim. Dema em rêyan derbas bûn min bi çavê xwe çend zarokên ku ji tîna mirî bûn, dîtin.

Gelek kes di çiyê de mirin, di gundê me de çend keçik ji bo nekevin destê DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin. Kalemêr û pîremêr di malan de mirin. Birayê min wê demê di çiyê de mabû, li gel hevalan bû. Birayê min got ew li çiyê bûne, carek dîte jinek tiştek daniye bin darekê. Ew yek ser berpirsê hevalan re gotiye, ew jî bi sê kesan re çûne cihê jin tiştek danîne û dema çûne zarokek di bin darê de dîtine. Dema nêrîne zarok ji tîna bê ruh maye li ber mirinê ye, yekser zarok hilgirtine birine ser hewzê avê, av li ser de kirine û zarok bi ser xwe ve hatiye. Dema di rê de derbasî Sûriyeyê dibin dibêjin ev kurê kî ye, jinek dibêje kurê min e. Jin ji wan re gotiye ji ber av û nan nînbûye bide zarok, ew jî zaroka 3 salî li dû xwe hiştî ye.

Ji gundê me ji Helîçermane mirovên me du keçên Îbrahîm Elîko malên wan li jorî me ne, niha hinek li Başûr in hinek jî çûn Xaric. Dema DAIŞ hat dikevin destê, yek ji wan keçan xwe di hemamê de bi qutkirina rehên xwe dawî li jiyana xwe dide, keça din jî dema çete wê dibin Sûriyeyê xwe ji seyarê diavê û can dide.

Roja yekê em çûn gihîştin Başûr, gotin heval hatine em gelekî kêfxweş bûn. Mala PKK’ê ava be gelek xilas kirin wan hemû derxistin Sûriyeyê. Gotin heval hatine şer dikin, ji milet gelek kes hatin ji bo şer bikin. Wê demê dayik û bavê min li vir bûn birayê min Berces vegeriya li gel hevalan li çiyê şer kir.Piştre em derbasî Şarya bûn piştî hefteyekê em ji wir derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Em du rojan li çiyayan li ber ava Xabûr man û piştî wê em derbasî Amedê bûn. Em 6 mehan di çadiran de man.

Li wir keça min a emrê wê 18 salî bû, xwe kuşt. Li wir jê re gotine keç û jinan derman didine wan ew jî tirsiyaye û xwe kuşt. Sê hevalên jin bi hawara me ve hatin, gotin çi bûye min got keça min xwe kuştiye. Me bêdeng wê pêça û me nedikarî tiştekî jî bikin. Hevalan du seyare ji bo me girtin û me cenazeya keça xwe cardin ji Derîyê Îbrahîm Xelîl derbas kir û em vegeriyan Şarya. Em li Şarya di heykelekî de man û dema rê vebû em yekser vegeriyan Şengalê.

Careke Din Vegera Li Ser Axa Şengalê

Ev 6 sal in em hatine Şengalê, em dibêjin xwezî em hin zûtir hatibana ser warên xwe. Warê xelkê ji mirovan re nabe war. Em dibînin her roj di kampan de çadir dişewitin û tiştekî wan namîne. Bi rastî Şengal cihê emanê ye. Ger mirov tiştekî neke, tiştek nîne. Ji ber propaganda li ser PKK’ê dihat kirin, digotin wê PKK zarokên we bibe. Lê me got ev tişt ne rast in û ev reşkirin e. Li Şengalê asayiş heye, YBŞ û YJŞ hene, hemû çiya di bin kontrola wan de ye, em bi rehetî di malên xwe de dinivin.

Ez her dem dibêjim tişta her mezin hevalan ji me re kiri, di Şengalê de ewlekarî dan avakirin, ger ku ew nebûna me nikarî li Şengalê bimînin. Daxwaza me ji bo miletê me, yên ku li kampên Başûrê Kurdîstanê ne hemû vegerin ser warên xwe.”

 

Back to top button