Nûçe

Hêvî û baweriya me ew e ku rojekê zarokê me vegerin

Piştî 11 salên berxwedanê xwedî derketina civaka Êzidî ya şehîdên fermana 74’an bi girseyî tê kirin. Ji her salê cûdatir xwedî derketina şehîdên fermana 2014’an îsal bi awayekî girseyî pêk tê.  Gel ji her dera Şengalê bi girseyî berê xwe dide Sûka Kevin ku ev hefteyeke kon lê hatiye vekirin. Civaka Êzidî ji bo şehîdên xwe bibîrbîne yek ji wan  beşdarvana Dayê Gewê Rewî ji malpera me re wiha axivî.

‘Li ser me Êzidiyan her roj ferman e!’

“Navê min Gewrê Rewî ji Tilbinat a kevnim. Di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hemû malbata min,  9 zarokên min û hevjînê min ketin destê DAIŞ ê. Ev 11 sal li ser fermanê re derbas bûye lê her roj li ser me ferman e. Birayê min û 7 zarokên xwe ketin destê DAIŞê. Hêviya me ew e ku heke zarokên me sax mabe rojekê li me vegerin û yên şehîd ketine jî hestiyên wan ji me re bişînîn. Ev 11 sal e tu tiştek ji me re nehatiye kirin.

‘Du zarok û birayekî min ji ber îşkenceyan piştî hatin rizgarkirin şehîd bûn’

Em dixwazin aqûbeta zarokên xwe bizanibin. 5 zarokên min ji destê DAIŞ’ê  hatin rizgarkirin. Keçek û kurekî min ji ber îşkenceyên giran ên DAÎŞ’ê piştî hatin rizgar kirin jiyana xwe ji dest dan. Dema fermanê de ez ne li mal bûm, zarokên min û yên tî û birayên min hemû li gel bavê xwe li Gundê Ziliyê ketin destê DAIŞ’ê. Birayêkî min li Gundê Koço de şehîd bû, yek jî piştî xwe xilas kir şehîd bû. Em dixwazin berî em bimirin em zarokên xwe bibînin. Her roj li ser me Êzidiya ferman e. Tişta em dixwazin bila esîrên me ji me re bînin, em hew tehamûl dikin. Di dema fermanê de ez 9 rojan di çiyayan de mam, min tiştekî ji zarokên xwe nedizanî, hemû ketibûn destê DAIŞ’ê. Mala DAÎŞ’ê xirab bibe û Xweda zû heqê me ji wan bistîne.

‘Em tucarî fermanê jibîr ve nakin’

Ev ê hemû hatine girtin gelê me ye. Dayik û bavê me ne, xuşk û birayên me ne, Xweda heqê van şehîdan erdê nehêle. Ez tucarî êşa zarokên xwe û hemû zarokan jibîr ve nakim. Mala hemûyan ava bibe, çi ên vî konî vekeriye, çi ên tên li vir xêra belav dikin û ên xizmetê li bin kona dikin.”

 

Dayê Gewrê axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Biraziya min a 8 salî Sara jî îro bi min re hatiye li vir û dixwaze xuşk û birayê wêyî di destê DAÎŞ’ê bê rizgar kirin û wan bibîne. Em jî heman tiştî dixwazin. Êdî  em dixwazin bi dilekî rehet jiyan bikin, em naxwazin dilê me her tim bi kul be.”

 

Back to top button