Nûçe

Em ê xwe bi rêxistinkirinê fermanan vala derxinin

Îro 3’yê Tebaxê ye û 11’emîn salvegera fermanê ye. Îro em ê ji her demê zêdetir xwedî li ked û têkoşîna ku ev 11 sal in li ber Şengalê tê dayîn, derkevin. Her kêliyên fermanê di dil û ramanê me de zindî dibe, em şehîdên 74 fermanan tu caran ji bîr nekin.

Derbarê 11’emîn salvegera fermanê de Neam Omer û Evîn Xêro hest û ramanên xwe ji malpera me re parve kirin.

Zarok û mezin ji tîhnan can dan

Neam Omer diyar kir ku roja fermanê zarok û mezin ji ber tîhnan can dane û bi van hevokan hestê xwe anî ziman: “Navê min Neam Omer e, ez ji Sîba Şêx Xidir im. Ez destpêkê hemû şehîdên fermanê bi bîr tînim. Ev 11 sal in ferman bi serê me Êzidiyan de hatiye lê tu kesek tiştek ji me re nekir. Derveyî hevalan tu kes bi hawara me ve nehat û tiştek bo me nekir. Hevalan em ji fermanê xilas kirin, kal û pîrên me xilaskitin.

Lê fermana bi sere me Êzidiyan de hatî di tu dînî de nayê qebûlkirin. Zarok hatin qetilkirin, jin hatin kolekirin û li sûkan hatin firotin, kal û pîrên me bi saxî hatin şewitandin. Me tu tedeyek li mirovan nekiribû ferman bi serê me de anîn. Tu kes tiştek nekir. Berxwedaniya  ku li Şengal hatiye kirin jî hevalan kiriye, tu kesekî din tiştek nekir dervayi hevalan.

Di vê fermana DAIŞ’ê de zarokên me di wan çolan de bê avî têhna becîn, zarokên li ber şîr bi dayikên xwe re hatin serjêkirin. Lê heta em sax bin em serê xwe li hember fermanan û tu kesê danaynin, em ê her hebin û bi ser bikevin.”

Ax şeref û namûsa herî mezin e

Evîn Xêro Qasim jî bi kurtasî wiha hest û ramanên xwe anî ziman: “Tişta ji dewleta Iraqê tenê maf û hiqûq dixwazin. Em xwîna şehîdên xwe dixwazin, em dibêjin milet vegerin ma wê çawa vegerin, Şengal wêran e. Lê Êzidî hemû bûne parçe her yek belavî dewletekê bûne,heya niha di kampan de ne.

Fermana herî mezin bi serê me de hatî, bi hezaran mirov winda bûn. Em kuştina van xortan ne poşman in ger bi hezaran jî Şehîd bikevin em ne poşman in. Ax ji bo me şeref û namûs e, dema fermanê çete êrîşî axa me yanî şeref û namûsa me kir. Çûyîn û talankirina ax gelek zehmet e. Hêviya me ew e ku heyfa keçên me  bê rakirin, jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne vegerin ser axa xwe û windahiyên me jî bêne dîtin, ger ne sax bin jî hestiyên wan were dîtin.”

Back to top button