Çîrok

Tişta herî zehmet ew e ku weke berê nikarin vegerin gund

Nedîma Mîrzo ku piştî fermanê koçî Amerîkayê bû û niha hatiya serdana mirovên xwe yên li Şengalê, rojên fermanê û tiştên dîtine ji malpera me re axivî.

“Navê min Nedîma Mîrzo ye. Em niha li Amerîkayê dimînim û ji bo demekê hatime serdana mirovên xwe yên li Digurê. Dema fermanê em li Sîbayê li ser baxçayan bûn, ber êvarê bû li qibletê şer çêbû, seet derdora 12’yê şevê bû em bi denge teliqayan li xwe hesiyan, em mal hemû li hevdu kombûn û em nedikarî binivin. Yên qibletê ji me re telefon kirin gotin xwe xilas bikin, li ser me şer e hûn xwe xilas bikin, lê yên me gotin tiştek nîn e.

Bû nava rojê, du xwişkên min baz dan hat û gotin tirimbêlên gund hemû direvin ber bi Sîbayê diçin. Gotin çawa dibe em birevin, gotin em narevin em ê bacanên xwe kom bikin, em ê avdanê bikin. Em gelekî tirsan, me zarokan girt, ez û jintiya xwe em hatin gund ba jinmamê xwe. Me got em ê vê êvarê li gund bimînin. Gotin me tiştek nîne dîsa em ê vegerin ser bostanê xwe, em vegeriyan me dît kesek nîne hemû reviyane çûne. Em careke din vegeriyan gund me got em ê herin ber Şêx Mend. Kurmamê min ji me re telefon kir û got em ketine kemîna DAIŞ’ê, hûn vegerin, em ketin destê DAIŞ’ê.

Li ser vê rêkê di nava gund de me denge sîlahan bihîst, zarokê min hemû biçûk bûn, ji tirsan ziravên wan qetiye, zilamê min di se wan de acizbû û got qîr nekin. Em vegeriyan em hatin mala xwe, me derê mala xwe vekir me çend destik av malê kiri êdî roj diçû ava. Êdî em çûn hatin bû êvarê me got em ê li mala xwe bimînin tiştek nîne.

Jinmama min û kurmamê min li gel doxtorê pişta mala me dihatin. Gotin malmîratê hûn di vî xanî de çi dikin, telefon ji me re ji qibletê hatiye gotin xwe xilas bikin. Me zarokên xwe kir fezokê em çûn Hadîkan em wê şevê li Hadîkan man. Wê şevê bê av bê nan em li erdê razan.

Ez wê demê ducanî bûm min nedikarî bimeşim, em Hadîkan man. Ber bi sibê em di gelîyekî ku jora Hadîkanê bû meşiyan, gelî tijî însan bûn dengê giriyê jin û zarokan dihat ku ji tî û birçîna di wî gelî de ketibûn. Yekî sîlah hilgirtibû got mala we mirato bila 5-10 ji me bên kuştin em jin û zarokan ji vî gelî xilas bikin, ger em ji vî gelî dernekevin yek jî ji me xilas nabe.

Dema wisa got wekî hinava min da, mamê min û jin mamê min di gundê xwe de xwe dabûn erdê gotin em ji gund dernakevin. Mamê min got rêka Başûr vekiriye belkî em xwe xilas bikin. Em vegeriyan bi zorê wan li seryarê siwar kir û me bir. Ji ber ez ducanî bûm taqeta min û qedemê min nebû ez bimeşim. Keça min hemû diricifî xwe li ser dÎwarê avêt hewşê pehînek li derî da kete hûndir nasnameyên me anî, em derketin. Me hîn ev rêkê derbas nekirî cîranê me ketin destê DAIŞ’ê, keç û bûkên wan birin, heya niha zilamê mala wan windane. Zilamên malê hatin kuştin, em hîn negihîştibûn Sîbayê jêra gund, seyarê DAIŞ’ê hatin derbas bûn. Derdê me tenê ew bû em xilas bibin.

Dema em ketin erde Sûriyeyê heval hatin pêşiya me, heya em li dinê bin em qenciya hevalan ji bîr nakin. Dema em derbasî Rojava bû em çûn Girkêlegê hevalan ji bo me tiştek nema nekirin, ji avê ji nan bigire hemû tişt ji bo me anîn. Miletê Rojava malên xwe, dikanên xwe ji me re vekirin.

Ji me re gotin li ba me bin, li wir jÎ şer hebû em newêrîn li wir bimînin. Ji ber vê em derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Dema em hatin Başûr çadireke mezin vegirtibûn malbatên me hemû jî li bûn. ji me re gotin werin dest û rûyên xwe bişon. Dema em reviyan tenê di mala me de 4 hezar dînar hebûn. Ên me di wê êvarê di wan çadiran nivîstin, ez di nava xizmekî de rûniştim û min got ez nayêm û zarokên me jî hatin li dora min hemû kom bûn hemû tî, birçî, min ew 4 hezar dînarê ji zarokên xwe re dam na. Lê min dil nedida nan bixwim, min got bila zarok bixin daku nemirin. Em li ber wê germa havînê ber bi êvarê, erebeya tiştan hat kampê, kurê min û birayê min herdu çûn gotin em ê biçin tiştinên zarokan bînin. Lê ji ber ku milet birçî bûn xwe diavêtin xiradan, dema kurê min çû wisa lêdan heyanî ez sax bim ji bîr nakim. Min dît ku li kêleka min jinek wir ba wê doşek hene, min got yekê bide min ji bo zarokên min, piştre ji bo me çadirek anîn. Piştî wê em ji çiyê derbasî bakur bûn, hevalan hatin pêşiya me ez li hêstirê siwar kirim, dema min li pey xwe li zarokên xwe mêze dikir dimeşin dilê min diêşiya. Em ji çiyayan derberî Bakur bûn. Zilamê min got em ê vegerin, em nikarin wisa li vir biqedînin. Ewqas zor, zehmetî, rezîlî me dît em cardin vegeriyan em li 7 rojan li Sêgirkê di medresekê da man û em vegeriyan Başûr Kurdistanê. Zilamê min 3 mehan li çiyê li gel hevalan bûn, min nizanî wê were neyê.

Tişta herî zehmet weke berê em xizmên xwe, malbatên xwe nabînin, her yek li dewletekê ye. Em 3 xwişk her yek ji me dewletekê ne, em hevalên xwe, cîranên xwe nabînin.

Şengal gorî berê pir baş e niha cihê amintiyê têde heye.”

 

 

Back to top button