Nûçe

‘Azadiya Rêber Apo ji her tiştî muhîmtir e’

Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de roja Aştiyê ya Cîhanê civaka êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek pêk anîn û azadiya wî xwestin.

Derbarê pêngavê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Tewrê Hisên ji malpera me re axivî û ev nirxandin kir: “Meşa me ji azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ev 26 sal in Rêber Apo di zindanê de ye û em jî dixwzin rojek ji rojan wî azad bibînin. Dema Rêber Apo azad bibe em jî azad dibin, heta Rêber Apo azad nebe em jî tu carî xwe azad nabîn, azadiya me girêdayî azadiya wî ye. Heta fikir û felsefeya Rêber Apo di nav me de be em ê careke din nehêlin tu qetlîam li ser me were meşandin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were çi bikeve ser milê me em ê bikin û em ê her li ser piya bin. Tu tiştek ne muhîm e derveyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya wî her tiştî muhîmtir e. Lazim e em jin xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin û bi fikirê wî ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Tewrê Hisên balkişand ser daxwaza dîtina Rêber Apo û ev tişt vegot: “Wek jinên êzidî me jî ragihandibû ku em jî dixwazin Rêber Apo bibînin. Ji bo çi em dixwazin Rêbertî bibînin ji ber Rêber Apo ji bo azadiya jin têdikoşe. Niha jinên êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo birêxistin û perwerde dikin.”

Her wiha Tewrê Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li êzidiyên ku li kampan e kir û got ku divê hemû êzidiyên li kampan vegerin ser cih û warên xwe.

Back to top button