Daxûyanî

TAJÊ: Biryara wezaretê biryarek metisîdar û xeternak e

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di 20’ê tebaxê de ragihandibû ku dê ji bo kesên ku piştî êrîşên DAIŞ’ê yê 3’yê Tebaxa 2014’an koçber bûne û li kampên mîna Duhokê hatine bicihkirin ‘qanûna entegrasyonê’ derxîne. Piştî derxistina vê qanûnê êdî ew kes dê li cihên xwe yên heyî bi awayekî mayînde bimîne û statuya xwe ya koçberiyê winda bike.

Ev biryara wezaratê di nav civaka êzidÎ de bû sedema bertekan û êzidî vê biryara Iraqê wek berdewama jenosîdê û guhertina demografiya ya Şengalê bi nav kirin.

Têkildarî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) name ji wezaretê re şand û xwest demildest biryar were betalkirin.

Nameya Komîteya Dîplomasiya TAJÊ bi vî rengî ye:

Di encama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê, bi sedhezaran mirovên êzidî bi zorê ji cih û warê xwe koçber bûn. Di heman demê de, di encama fermanê  de malên milet hatin xirakirin û binya tehtiyê ya Şengalê hat rûxandin. Hûkmeta Iraqê ji bo miletê koçber vegerin ser cihê xwe pêwîst bû malên koçberan ku di fermanê de hatine wêran kirin ava kiriba daku miletê me yê koçber vegeriyaban ser ax û warên xwe. Lê heya roja îro ev yek li gor dihate xwestin nehatiye kirin. Berpirsyartiyên xwe li hemberî Şengal  pêk neaniye. Wezareta Koç û Koçberan di 20’ê Tebaxê de biryar derxist ku heya serê salê ger koçber venegerin ser cihê xwe wê ji statûya koçberan derkevin û bibin niştecihên cihê lê koçber bûne û dosyaya koçberan dê were girtin.

Herî dawî wazaretê got ku dê hemû kampan bikin yek. Em vê biryarê gelek metirsîdar dibînin. Ev biryarek li gor berjewediyên siyasî ye nakeve berjewendiyên civaka me. Ev yek guhertina demografiya ye. Lewra em jinên Êzidî û civaka Êzidî biryara Wezareta Koç û Koçberan rast nabînin û qebûl nakin. Êzidî ji koka wê qutkirin tê wateya berdewamiya fermanê. Em dixwazin balê bikişînin ser biryara efûya giştî ku di encama wê biryarê de bi hezaran DAIŞ’î ji zîndanên Iraqê hatin berdan. Ev rewşek metîrsîdar e ger Êzidî venegerin ser axa xwe li wir rastî êrîşekê werin wê çawa xwe biparêzên yan kî yê wan biparêze. Hîn rastiya fermana 2014’an li ber çava ne.”

Daxwaza komîteyê ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê wiha ye:

  1. Biryara ku we di 20’ê tebaxê de girtî were betalkirin.
  2. Derfet ji bo koçberan bê dayîn ku malên wan bên avakirin, projên kar li Şengal bên avakirin daku êzidî vegerin ser cih û warên xwe.
Back to top button