
Êzidî Cejna Cimaya Şerfedîn pîroz kirin
Cejna Cimaya Şerfedîn ku yek ji cejnên girîng ên civaka êzidî ye, bi beşdariya bihezaran kesan ve hat pîrozkirin. Cimaya ku rastî eleqeyeke pir mezin hat, jin bi cilên spî tev li cejnê bûn ku cilên spî sembola êzdatiyê ye.
Jinên ku tev li Cimaya Şerfedîn bûn diyar kirin ku divê hemû êzidî bi cilên xwe yên êzdatî tev li cejnên cimayiyan bibin û xwestin hemû êzidî bibin yek dest. Cimaya Şerfedîn ku du rojan dewam kir îro bi sûwarkirina periyan û bi tilîlî û govendan bidawî bû.
Cejna Cimayan çi ye?
Cimaya tê wateya ‘Kombûn’ ê. Dema gelek kes li hev kom dibin jêre dibêjin Cimaya. Peyv bixwe erebî ye û bi kurdî jî dibe kombûn. Ev cejn du rojan dewam dike. Roja yekem roja amadekariyê ye û roja duyem jî roja merasîmên olî ye.
Li gorî daneyên oldar, dîroknas û kesayetên Êzidiyan, di dîrokê de Êzidiyan li himberî dagîrkeran şer dikir, di nava şer de bûn. Hemû hewldanên serdestan ew bû ku van cihên pîroz ên êzidiyan tune bikin. Lê bi berxwedan û berdêlên giran êzidî cihên xwe yên pîroz parastin. Wê demê wek niha bi hêsanî gel nikaribû li hev kom bibe. Lewra her Mizargehekê roja wê hatibû diyarkirin. Di wê rojê de her kes berê xwe dide cihê Cimayê û cejna xwe pîroz dikin.
Di Cejna Cimayê de mizargeh û cihên pîroz tên nûkirin. Roja duyemîn a cimayî de Periyên di nava qubê de tên nûkirin. Perî ji qumaşên ji rengên kesk û sor û zer pêk tê û di nava Qubê de tê danînin. Kesên ku diçin ziyareta mizargehê girêkan li wan periyan didin û xweziyên xwe ji xwedê dikin.