parastın

Şengala Min Dixwazim Te Ji Nû Ve Ava Bikim

Ji rojnivîska Şehîd Bêrîvan Şengal

Ez ê xwe birêxistin bikim, ez bikaribim ji bo jinên êzidî li her derê û her deverê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidim meşandin. Ez dixwazim şer bikim û azad bibim. Şer bikim jinê azad bikim. Şer bikim gelê xwe azad bikim, welatê xwe azad bikim, axa xwe azad bikim. Ez dixwazim Kurdistan azad bikim. Û ji her tiştî bêhtir Serok Apo azad bikim.

Navê min Bêrîvan Şengal. Ez di sala 1998’an de li Şengalê ji dayîk bûme. Piştî komkujiya li Şengalê me pir zehmetî kişand. Bi rojan bi mehan li çiyayê Şengalê em bê av û bê xwarin man. Lê piştî hatina hevalan û alîkariya ji bo malbata min, malbata min hinek baştir bû. Malbata min welatparêz e, li malê yê alîkarî dide me û li me xwedî derdikeve dayîka min e. Dayîka min ji her alî ve fedakar û alîkariya me dikir. Bavê min jî pir alîkariya me dikir û li me xwedî derdiket.

Par vî demî di sala 2014’an cejna me êzidiyan bû. Ez wê demê pir kêfxweş bûm û ez diçûm cem malan û cejna wan pîroz dikir. Wê demê her kes diçû serdana hev û cejna hev pîroz dikirin. Roj roja me bû. Zarok dileystin. Demek derbas bû heval hatin mala me. Min çay û xwarin ji wan re bir û hinek li gel wan rûniştim û piştre çûn. Wê demê bavê min jî bi wan re çû. Heval li çiyayê Şengalê hebûn û ez û bavê xwe her tim diçûn cem wan. Wê rojê bavê min bi hevalan re çû çiyayê Şengalê û li wê derê cejna gelê me pîroz kirin. Gel li çiyayê Şengalê cejna xwe bi hevalan re pîroz kir. Çiyayê Şengalê jî wê demê bi kulîlk û giyayên cur bi cur xemilî bû. Demek têre derbas bû bavê min hat malê. Dema bavê min hat malê pir xemgîn bû. Bi dilê xwe yê xemgîn û çavên xwe yên melûl li me hemûyan mêze kir. Pir dilê me êşand. Wê şevê xewn bi çavê bavê min neket û mamê min hatibû mala me. Şev derbas dibû, saet êdî sêsê bû û em hîn hişyar mabûn. Stêrk xwe winda kiribû û ezmana li Şengala delal tarî bibû. Dema saet bû sêsê û min dît ku carek ve stêrkek sor xwe berda nava dilê Şengalê û dengek hat. Ew DAIŞ bû, êrîşî gundê Girzerik kiribû. Wê şevê Girzerik, Sîba Şêx Xidir hişyar mabûn û xewn bi çavên wan neketibû. Dema DAIŞ êrîş bir ser gundê Girzerik, her kes bi dengê top û fîşekên wan rabûn. Heta sibê gelê wêderê li ber xwe da. Dema gelê Girzerik dît ku kes bi wan ve nayê û PDK jî paşve direve, gotin gerek em zû ji vê derê derkevin. Û hêdî hêdî roj tîrêjên xwe belav dikir û sibeh hatibû, her kes direvî.

Dayîk û bavê min gotin gerek em ji vir derkevin. Wê demê dayîka min nan çêdikir û min jî cil radikirin. Min dît carekî miletê Girzerik hemû bar dikin û DAIŞ herku diçe nêz dibe. Li wî gundî ferman rabû, ji wî gundî zarokên me li ber çavên me mirin. Bi hezaran jinên me hatin revandin, bi hezaran mêr li Şengalê hatin qetilkirin. Çeteyên DAIŞ’ê hêdî hêdî pêşde dihatin û pêşmergeyên PDK’ê ji wir direviyan. Di 24 saetan de Şengal bi temamî kete destê çeteyên DAIŞ’ê. Qêrîn û qîjîn kete nava jin û zarokan. Wekî ku DAIŞ şivan be gel jî pez be… Wisa bi serê Şengala rengîn kirin. Dema DAIŞ gihişte nava bajarê Şengalê PDK’ê xiyanet li me kir. Wê demê êzidî li wê derê bê çek û bê sîleh man. Herkes dev ji wan berda. Her kes berê xwe da çiyayê Şengalê û li wir jî ne nan hebû ne jî av hebû em bixwin. Bi rastî jî fermanekî pir zor û zehmet bû û pir biêş bû. Piştî fermanê em jî ji Şengalê derketin û li çiyayê Şengalê sekinîn. Ev fermana ku li ser civaka me pêk hatî fermana 74’yemîn bû. Bi vê fermana pêk hatî re bi hezaran jinên êzidî hatin revandin û niha li sûkê tên firotin û tecawizkirin.

Li ser vê bingehî min jî biryara xwe da ku tevli têkoşîna azadiyê bibim. Ji bo bikaribim tola jinên Şengalê hilînim, tola jinên êzidî hilînim çi ji destê min were ez ê bikim. Ez ê xwe birêxistin bikim, ez bikaribim ji bo jinên êzidî li her derê û her deverê têkoşîn û berxwedaniya xwe bidim meşandin. Ez dixwazim şer bikim û azad bibim. Şer bikim jinê azad bikim. Şer bikim gelê xwe azad bikim, welatê xwe azad bikim, axa xwe azad bikim. Ez dixwazim Kurdistan azad bikim. Û ji her tiştî bêhtir Serok Apo azad bikim.

Şengala min dixwazim te ji nû ve ava bikim. Û ji wan dijminên bi hezaran mirovên me qetil kirin û kuştin tola te rakim.  Ez pir caran difikirim gelo ez çima nikarim tiştekî bikim.

Îro jî xuya dike ku ev fermana li ser civaka me hatî sedemê wê bêrêxistinbûyîna êzidiyan bû. Kesên ku nedixwestin êzidî xwe birêxistin bikin, xwe ava bikin, îro dev jê Şengalê berdan û Şengal hiştin. Ez jî wekî jineke êzidî niha têkoşîna xwe didim meşandin. Ji bo ku ev berxwedaniya ku tê meşandin em bikaribin xurtir bikin, hîn pêş bixim çi ji destê min were ez ê bikim. Niha ji bo civaka êzidî bikaribe xwe bi rêxistin bike, xwe bi xwe biparêze, bikaribe tola jin û keçên Şengalê, tola wan zarokan hilîne pêwîst e em xwe li Şengalê birêxistin bikin. Li Şengalê yekîneyên me yên YBŞ’ê Yekîneyên Berxwedana Şengalê hatin avakirin. Yekîneyên Jinên Şengalê yê ku li ser esasa dijî vê komkujiyê şer bikin hatine avakirin, niha li Şengalê di çeperên pêş de bi gerîlayên azadiyê şer dikin.

Niha hûn dikarin bêjin ku YBŞ û YPJ Şengal ji bo civaka xwe bi rêxistin dikin û ji bo beramberî ferman û komkujiyan bikaribin xwe biparêzin bûne hêzekî pir xurt. Ew dijminê ku dixwaze li ser civaka êzidî leystokan bilîze, îro mirovên me dişîne Almanya dişîne derveyî welat. Dixwaze êzidiyan ji axa wan a pîroz, êzidxana pîroz dûr bixîne. Lê em dibêjin ew civaka ku bi fermanê re darb xwarî em ê wê dîsa nû bikin. Em ê careke din nehêlin ev komkujî li ser civaka me de were. Nehêlin careke din jinên me werin revandin, zarokên me bên kuştin. Çi dibe bila bibe êdî tu kes nikare hêza me tune bike. Kes nikare me ji xaka me, ji êzidxana pîroz, ji cih û warê me yê pîroz dûr bixîne. Niha em jî bi xwe hesiyane. Ew fermana 74’emîn a ku li ser civaka êzidî pêk hatî, em ê nehêlin fermaneke din bi me bidin jiyîn. Em pêşî li hemû fermanan, hemû komkujiyan bigirin û heya dawî ji bo tol rakirinê têbikoşin û li ber xwe bidin. Her çi dibe bila bibe êdî tu kes nikare me tune bike. Ew civaka êzidî bi hezaran salan e li ber xwe dide û têkoşîna xwe dide meşandin û tu kes nikare wan tune bike û wan ji xaka wan dûr bixe.

Berxwedaniya ku li Şengalê tê meşandin, berxwedaniya gerîlayên HPG û YJA-Starê, şervanên YBŞ’ê, hişt ku civaka me xwe birêxistin bike û jinûve jiyana xwe geş bike. Bi dehan gerîlayên me li Şengalê şehîd bûn. Bi dehan şervanên azadiyê û YBŞ’ê şehîd bûn. Ev rastiyek e. Ger em şehîdan nedin em nikarin têkoşîna xwe bimeşînin û gelê xwe jî azad bikin. Ji bo em bikaribin gelê xwe azad bikin, her tim têkoşîna xwe bimeşînin, ji bo careke din kes nikaribe me tune bike, me ji xaka me ji cih û warê me dûr bixe em ê bi rojan xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin.

Ev Nivîs ji hejimara yekemîn a kovara Nîsan ya meha Tebaxa-Îlonê hatiye girtin

 

 

 

Back to top button