
Peyama Berdevka (TAJE) Rîham Hico ji bo konferansê a Êzidiyên Ewrûpaya
Ji warê Mamzekî, Zerdeştan, Dijwar û Mam Beşîran em silav û heskirinên xwe ji her kesî re rêdikin. Bi taybetî yên di xebatê ked dane silav û heskirinên xwe dişînin. Di demekî wisa de konfransekî bi vê rengî li darxistin bêguman wateyekê xwe yê dîrokî heye. Em di pêvajoyekî wisa de dijîn li her derê şer heye, lê li aliyê din her netew, bawerî û civak ji bo çarenûsa xwe nîqaşan dike.
Em weke tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) peyama me ji konferansê re ev e. Îro tişta ji me civaka Êzidî tê xwestin, em karibin di nava xwe de yekitiya pêşbixîn û tekoşînekê hevpar a di xizmeta civaka me pêşbixin da ku em bikaribin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Îro welatê em têde jiyan dikin li dijî me polîtîka asîmlasyonê û koçberkirinê dimeşînin. Viya li dijî Şengalê, Welatê şêz, Rojavayê Kurdistanê, Bakûrê Kurdistanê û dervayê welat ev siyaseta helandinê û ji holê rakirinê li di meriyete de ye. Eger em xwedî li xwe dernekevin, pêvajoyê baş nexwînin û xwe nekin yek emê ber bi tunebûnê ve biçin. Li Awrûpa û her devera civaka me lê jiyan dike pêwîste em xwedî li çanda xwe û baweriya xwe derkevin.
Ji her demê zêdetir pêwîstiya me yekitiyê heye
Piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an civaka me rabû ser xwe û şiyar bû. Lê em bi mixabinî ve dibêjin ku îro bê îtifaqiya di navbera civaka me de heyî dibe sebeb ku çarenûsa civaka berbi nediyarbûnê ve biçe. Ji bo wê em bang li civaka xwe û hemû pêkhateyên konferansê dikin ji bo yekitî û îtifaqa Êzidîyan tekoşînekê xurt bimeşînin. Her yek ji me di kijan rêxstinê de dibe bila bibe, bi kijan îdeolojî re dibin bila bibin, lê pêwîste Êzdayetiya me, me bîne ba hev. Bi taybetî miletê me yê li derve divê hîn zêdetir xwedî li Şengalê derbikeve.
Îro gelek hêz dixwezin li gorî berjewendiyên xwe li ser şengalê planên xwe bidin pêkanîn. Di esasê van planan de armanc valakirina şengalê ye û ev plan berdewamiya Fermanê ye. Lê her kes dixweze şengalê ji Şengaliya vala bike. Pêwîste em kar bikin û em miletê xwe vegerînin ser axa Şengalê da ku em zextekî li ser hêzên navnetewî bidin avakirin. Ji bona vê jî divê em derfetên di Şengalê de bidin avakirn. Parastina Şengalê erka her kesî ye. Ji bona ku em di her milî de karibin xwe biparêzin hewce dike em tekoşînekî hîn xurtir bimeşînin.
Rexmî hemû zehmetiyan jin li ber xwe didin
Em wek jinên Êzidî yên şengalê di vê dema dîrokî de xwedî erk û berpirsyariyên girîng in. Di tekoşîna 11 salan de me gelek pêşketinên girîng jiyan kirin û di heman demê de em bi gelek zihmetiyan re rû berû man. Di warê siyasî de em gelek caran rû berû êrîşan tên. Heta niha miletê me di nava kampan de jiyaneke pir zehmet dijî. Şerê taybet û şerê derûnî li ser jinê tê meşandin, roj nîne ku kuştina jinan neyê bihîstin. Jin rojane li her derê temenê biçûk tên zewicandin û tên beredan, jin dibin qurbanê tevahî pirsgirêkên civakî. Ruxmî van pirsgirêkên giran jî îro jina Êzidî di nava tekoşîn û berxwedanekê mezin deye. Jina Êzidî hem di warê sîyasî, civakî û çandî ji bo baweriya Êzdayetiyê pêş bixîne kar dike û bûye xwedan sekin û îrade.
Wê ji vê serdema dîrokî re jin pêşengiyê bikin
Me hêvî dikir ku di vê konferansê de beşekî ji bo jin hatiba veqetandin û li ser wê konferansê nîqaş meşandibana. Em dizanin ku civaka Êzidî di pêşentiya jin de pêşketiye, lê di nava sedsala dawî de jin bê rol hat hiştin. Lê dema em dizvirin dîrok û baweriya xwe meyze dikin herî zêde jin ji cand û baweriya Êzdayetî re pêşengî kirye. Di dema şeran de jî ji civaka xwe re pêşengî kiriye, jinên mîna Dayê Zero, Zerîfa Ûsê bi sedan jinên nav û deng hene. Ji îro pêva jî em di wê hêvî û baweriyê dene ku emê ji vê pêvajoyê re pêşengiyê bikin. Em xwedî wê hêzê ne ku bikarin pêşengiyê bikin. Herî dawî em rolekî didin vê konferansê ku xwedî li Şengalê derkeve, Şengal qibleya Êzidiyane. Ji her demê zêdetir pêwstiya me bi yekgirtina civaka me heye. Em ji bo hemû pêkhateya konfransê serkeftinê dixwezin û em hêvî dikin konfiransên vî rengî li ser axa pîroz bên lidarxistin û hemû Êzidî ramanên xwe bi azad bînin ser ziman.