
Peyama Rêber Apo ya ji bo civaka Şengalê
Peyama Rêber Apo ya ji bo civaka me ya Şengalê bi vî rengî ye. Peyama Rêber Apo li Baxiçê Rêber Apo bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re hate xwendin.
“Ji rêveberiya Şengalê û civaka Êzidî re
Ez ne Êzidî me, lê belê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd. Careke din wê qet û qet ferman li we ranebe; ev zilm wê li ti cihî li we dubare nebe. Ez dest ji hesabpirsîna ji wan kesên ku komkujiya dawî kirine bernadim. Ez ê bidim pey şopa wan jin û zarokên hatin revandin. Ji bo bêne rizgarkirin û edalet bi cih bê anîn ez ê heta dawiyê têbikoşim. Min ji xwe re kir kar û wezîfe ku wan rojan em bi hev re ava bikin, ku hûn bi rengekî azad bijîn û çanda xwe bi serbilindî û bi rûmet dewam bikin.
Hurmeta min a ji bo we gelekî mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min ew diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim em ê rojekê hev bibînin ku ew cil jî wê li ser min be. Bi hêviya ku di hevdîtinên xurt û azad de bigihêjin hev.
8’ê Îlona 2025’an
Silav û hurmet
Abdullah Ocalan
Girava Îmrali”