
Civaka Êzidî Bersiva da Peyama Rêber Apo
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke nû ji civaka êzidî re şand. Peyama Ocalan bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li Baxçeyê Serok Apo bi beşdariya bi dehan kesan ji raya giştî re hat xwendin.
Di nameyê de hat gotin ku ew wek rêveberiyên jin, ciwan,rûspî û oldarên Şengalê nameya ku Ocalan şandiye xwendine, li ser lêhûrbûn kirine û ev tişt hat vegotin: “Me di nameya Rêber Apo de wek her carî hêvî, hîs kirin, dilsozî û xem xwariya civaka xwe dît. Wek me wî nas kiriye û em ji felsefa wî ya azadiyê fêr bûne, dilsoziya Rêber Apo ya hevaltiya dîrokî , rûhî û fikriya bi civaka me ya êzîdî re di her hevokekî de belavê rûhê me dibû û me vê carek din dît. Bi vê nameya xwe re Rêber Apo carek din baweriya me bi me da xurt kirin. Dîsa Hêvî û hêza azadbûnê da me. Di vê nameya Rêber Apo de dilsoziya girêdana rûhî ya ku me û Rêber Apo bi hev dide girêdan xûya bû.
‘Rêberê me em te tenê wek kesek nabînin’
Rêber Apo di destpêka nameya xwe da dibêje; ‘ Ez ne Êzîdî me lê ez xem xwar û dilsozê vê civakê me’. Em jî wek civaka Êzîdî dibêjin; ‘Rêberê me em te wek kesek nabînin, em te wek Rêber, Pêşeng û Mamosteyê xem xwarê civaka xwe dibînin’. Wek civaka Êzîdî me tu wek rêhevalê xwe yê jidil dît. Em bi rêhevaltiya te ya bi baweriya me re kêfxweş û serbilind in. Wek civaka Êzîdî me cara yekê dît ku însanek xema me dixwe û ji bo azadiya civaka me tekoşîn dike. Li ser vê esasê em ji bo azadiya te û civaka xwe li ser bingeha Felsefa Netewa Demokratîk û biratiya gelan di heman demê de jî ji bo xweseriya Şengalê tekoşîna xwe dimeşînin û kar dikin.
Pêngava azadiyê du sal pey xwe hişt
Wek gelê Şengalê hemleya ji bo azadiya fîzîkiya Rêber Apo ku me daye destpêkirin, 2 salê xwe derbas dike. Me di nav van du salan de ji bo avakirina Pergala Netewa Demokratîk, Belavkirina Felsefeya Rêber Apo konferans, komxebat û semînera li darxist. Di heman demê de meş, daxûyanî li gor pêwîstiya hatin çêkirin. Nameyên ku Rêber Apo ji civaka me re şandî li her gund, komelgehan de hat xwendin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re hat nîqaş kirin.
‘Em dixwazin Rêber Apo bibînin‘
Di dawî de wek civaka Êzîdî em jî soz didin Rêber Apo; Rêberê me ji bo azadiya te ya fîzîkî , Xweseriya Şengalê û hesab xwestina Fermanê heya dawî em ê tekoşîn bikin. Em ê gelê xwe ji fermana biparêz in. Em wek Civaka Êzîdî carek din soz didin û dibêjin; Ger Rêber Apo were Şengalê, em ê wî bi cil û bergê xwe yê gelerî wek Rêberek civaka xwe pêşwazî bikin“.
Em wek Civaka Êzîdî carek din dûbare dikin û dibêjin; EM DIXWAZIN RÊBER APO BIBÎNIN!”