Daxûyanî

Heqîqeta Gurbetellî Heqîqeta Rogihandina Azad E

Ragihandina Jinên Êzidî bi wesîleya roja rojnamegeriya jinên Kurd daxûyaniyek nivîskî da û ev roj li tevahî rojnamevanên jin pîroz kir.

Daxûyaniya Ragihandina jinên Êzidî wiha ye;

Em roja rojnamegeriya jinên Kurd, li tevahî jinên azadîxwaz yên ku di rêya heqîqeta xwebûnê de li ber xwe didin, li Rêber Apo, li tevahî rojnamevanên jin ên ku di şopa Gurbeteli Ersoz de tekoşîna heqîqetê dimeşînin pîroz dikin. Di şexsê Şoreşger, Pêşeng û Rojnamevana dildara azadiya jinê Gurbeteli Ersoz de em tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîrtînin.

Di tekoşîna azadiya jinê de çapemeniya azad a jin bûye xwedî cihekî girîng. Roja rojnamegeriya jinên Kurd bi berdêlên giranbiha hate avakirin. Ji hevrê Gurbeteli bigre heta Deniz, Nûjiyan, Gulistan, Şaristan, Arjîn, Dilîşan, Dilovan, Jiyan, Avrîn û Cîhanan tekoşînekê bêhempa ya ji xweşikbûn û heqîqeta jinên azad ava bûye. Em weke jinên Êzidî heqîqeta van rêhevalan ji bona xwe dikin çavkaniya nasnameya rojnamevantiya azad a jin. Me îro rêxistiniya xwe, zanebûn û xebatê çapemeniya azad a jinê bi saya van şopdarên heqîqetê ava kiriye û em xwe tê de pêşdixînin.

Çapemeniya azad a ku xwe li ser xeta hevrê Gurbeteli ava kirî, di fermana 3’Tebaxa 2024’an de li Şengalê kedekî mezin dan. Bi saya wê keda pîroz û fedekariya bêhempa bi dîmen, wêne û nûçeyan tarîtî û hovîtiya  çeteyên DAIŞ’ê ji raya giştî re hate ragihandin. Di vê sedsalê de me wekî civak û bi taybetî jinên Êzidî qirkirina herî mezin dît û jiyan kir. Hîna jî berdêla viya jin bi jiyana xwe dide. Lê ev rastî û heqîqet bi rêya Ragihandina azad û kedkarên mîna Nûjiyan, Şaristan û bi dehan rojnamevanên weke wan hate ziman.

Weke Ragihandina azad a jinên Êzidî em daneheva çapemeniya azad a jinên Kurdistanê ji bona xwe dikin bingehê xwe rêxistin kirin û pêşxistinê. Bi vê bîr û baweriyê em ê heta ku li hemberî ronahiyê tarîtî hebê di riya heqîqetê de bibin dengê şoreşa jinê û tekoşîna azadiyê ji hemû jinan re ragihînin. Em ê li ser xeta Gurbeteli Ersoz û Nujiyan Erhan bibin dengê tekoşîna jinên Êzidî. Carekî din em roja rojnamegeriya jinên Kurdistanê li tevahî xebatkar û kedkarên jin ên çapemeniya azad pîroz dikin.

Ragihandina Azad a jinên Êzidî 

 

Back to top button