Nûçe

Nêrînên jinên Êzidî li ser komploya 9’ê Cotmehê

Jinên êzidî derbarî peyama ku Rêber Apo ji civaka êzidî re şandibû û komploya 9’ê Cotmehê de ji malpera me re axivîn.

Nêrîna jinên êzidî bi vî rengî ye:

Navê min Semîra ye û ez ji gundê Digûrê me. Em hem Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo hem jî peyaman 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê li ber xwe didin û tu carî qebûl nakin. PDK û hikûmeta Iraqê xwestin li ser civaka me Peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Lê ev peyman ne bi îrada civaka Êzidî hate girtin, xwestin bi vê peymanê careke din civaka êzidî bi rêve bibin. Ew hêzên ku roja fermanê e nekarîn me biparêzin lê îro jî nikarin me biparêzin. Civaka ezidî êdî xwedî hêz û rêveberiyê ye dikare xwe bi rêve bibe û parastina xwe bike. Her wiha peymana 9’ê Cotmehê û komploya li ser Rêbertî hatiye kirin ji hev ne qut in. Ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî her dem xwedî li miletên bindest derkive. Bêguman di rojekî wisa de ev biryar girtin ne ji rêzê ye. Lê xwestin peyamekî wisa bidin civaka êzidî, îradeya ku bi fikirên Rêber di civaka Ezidî de hatiye avakirin ji ortê rakin.

Peyama Rêber Apo ji me re pîroz e

Ji hêla din ve peyama ku Rêber Apo ji me re şandî bo me pîroz e. Em silavên xwe ji Rêbertî re dişînin û silavên Rêbertî pîroz dibînin. Rêbertî ev çend care ji miletê me re silavan rê dike. Rêbertî got ‘ez dişewatê êzidyan me’ got ‘dema ez bêm Şengalê ez ê wan cilan li ber bikim’. Em jî dibêjin em jî dilşewatê Rêbertiya xwe ne, ji ber ku ji hemû însanan zêdetir Rêbertî xwedî li êzidiyan derket. Hêzên bi fikir û felsefaya Rêbertî ve hatine avakirin di rojên zehmet de xwedî li miletê me derketin. Em dibêjim wê komplo û peymana 9’ê Cotmehê wê bişkên.”

‘Em ê li dijî her komployê li ber xwe bidin’

Navê min Celîla ye û ez ji xelkê Digûrê me. PDK û hikûmeta Iraqê xwestin bi peymana 9’ê Cotmehê li ser miletê me bidin ferzkirin. Em êdî ne êzidiyên berê ne em ê li beramberî her cure planên qirêj li ber xwe bidin. Lê belê di dema fermanê de em ne xwedî rêxistinbûnê bûn lê niha hêz û rêxistina me heye û em ê li ber xwe bidin.

Ji hêla din ve em ji vir silavên xwe ji Rêber Apo re dişinin. Nameya ku ji me re şandî em gelek kêfxweş bûn. Em hêvî dikin ji rojekê zûtirîn Rêber Apo azad be û were Şengalê. Her wiha em gelek kêfxweş in ku fikirên Rêber Apo ketiye nav miletê êzidî û em xwe bi vî fikrî birêxistin dikin.

 

Back to top button